Rikeberiya Sûriyê û mafê gelê kurd

M.Emîm Sadûn


R
astiyek dîrok heye dibê ku ta niha naveroka wê ji gelê Sûriyê û hêzên wê yên siyasî re nehatibê zelal kirin, yan jê hin ji wan hêzan hene dixwazin vê  rastiyê veşêrin û paşguhê xwe ve bavêjin.lê belê, ev rastî ji gelê kurd re li Rojavayê kurdistanê baş diyare, ji ber jîn û jiyana gelê kurd pêhatiye sitirandin û hişyariya wî ya netewî pê hatiye meyadin,ew rastî jî, ewe Ku gelê kurd li vî parçê kurdistanê, di destpêka hatina rijêma Ba`as de, evî gelê xweragir xwe dîtiye wek hêzeka rikeber beramberî vê rijêma sitemkar û nijadperist.
ev rikeberî  jî , ji wê yekê derket ku dema evê rijêmê desthilatatarî bi dest xwe ve girt, berî her  alî berê xwe da gelê kurd û kêşa wî ya rewa,û ew da ber devê cewa xwe ya zingar, siyasetên xwe yên tunekirin û regezperistiyê, pirojeyên şovîn û nejatperistî,erebkarî, binbirkirin, birçîkirin, bêkarî, penaberkirin, koçbarkirin û bişaftina di qewara Erebîtiyê de li ser vî gelî bikaranî, tevî rengê Kevin û pilanên sitem û zordariyê li ser wî ristin , erdê cotyarên kurdan ji wan sitandin , nasneame ji jimareka mezin kişamdin, gund li deverên kurdan avakirin, û hoz û êlên Ereb di wan gundan de rûniştandin, deverên kurdan ji geşpêdanê dûrkirin û siyaseta jibîrkirin û paşguhve avetinê li ser gerand.Dîsanê,rastiyeka dîjî heye, ku gelê kurd li vî parçî berî tevaya gelê sûriyê di rûyê vê rijêmê de rabû, daket kolanan û hilat ser piyan, di nav bera du rojan de bi rêya serhildaneka cemawerî berfireh li deverên kurdan û deverên ku kurd têde dijîn bingehê riyêmê hejan . serhildana Qamîşlo di (12)avdarê sala (2004) ê de, tucarî nayê jibîrkirin, ewê serhildana dîrokî gulek geş û pêhinxweş di zevya buhara azadî û rûmetiya gelê Sûriyê de çand, berê bingehîn yê vê dastana qehremanî bi merd û mêranî danî.
 Ev der du rastî û hin rastiyên dî jî hene dema mirov basa xedata gelê sûriyê û hêzên wê yên siyasî  bikê , divê werin berçav girtin. Lê piştî derbasbûna salekî di ser şoreşa gelê Sûriyê re,danûstandin, girtin û berdanên ku îro roj di navbera hêz û aliyên rikeberiya Sûriyê de rûdidin, û pêgiriya hin ji wan hêzan û nexasim Rêxistina Exwan Muslimîn û hevalbendên wê yên ku hê bi hişemendiya yekalî û paşguhve avêtinê kar dikin, bi wî hişê teng û zikreş  li çareseriyekî ji kirîza Sûriyê re digerin,û rengvedana wan helwêstên berteng li ser xurtkirin û geşkirina şoreşa gelê Sûriyê û xebata gelê kurd di nav vê şoreşê de.lê tevî wan bîr û boçûnên gemar, û herweha wan hizir û helwêstên erzan û şovin yên hin ji wan aliyan di Meclisa Niştîmaniya Sûriyê de ,gelê kurd wek berê xwe dayî naskirin,ku parçek ji rikeberiya Sûriyê ye ,wê bimînê û cardî xwe bibînê beşek serkî ji rikeberiya sûriyê û ji daxwaza li peyî mafê gelê kurd peya nabê  û rijde li ser berdewamiya di nerazîbûn û xwepêşandanên cemawerî de, ta ku vê rijêma sitemkar  hilweşînê,û dewleteka medenî firehalî demoqratî ava bikê û danpêdaneka destorî bi hebûna gelê kurd wek netewa dudiwa di welêt de û li ser xaka xwe ya dirokî dijî werê kirin û mafê çarenûsî yê gelê kurd di çarçêweyê wê dewletê de bê misogirkirin .
Gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê xwedan ezmoneka dûr û dirêje  di warê xebata siyasî de û ji demeka ne nêzîk de xwe birêxistin kir ye û tevlî hemî şêweyê jiyana medenî bûye ,niha careka dî hêzên çavteng û hişgemar dixwazin nêçîrê di avên gerav de bikin û gelê kurd di vê qûnaxa dîrokî de, di bin siha gotin û sozên derewîn de ji mafê wî bêbar bikin , lê ji bîr dikin ku dem hatiye guhertin, û gelê kurd û serwerên wî baş hevkêşa  nêvdewletî naskirine, û rêya parastina berjewendiyên netewî dîtine, û cihên xwe jî di malikên wê hevkêşê de girtine, nema tên xapandin û dek û delabên wan hêzan nema li ser gelê kurd û rêveberya wî ya siyasî tên gerandin, û di ser vê yekê tevî re bûye xwedan lêvegereka siyasî ya bi hêz û xurt ,û bi pişteka xurtir û qayîm,ku xwedî ezmoneka dîrokî di warê kar û xebata şoreşgerî û netewî de, û bervaniya di ber mafê netewya gelê kurd de.
Îro dibê cihê pirsyariyê, gelo, ev hêz û alîyen zikreş, çawe li mafê pêkhatiyên Sûriyê dinêrên û pêşeroja Sûriya nû yabê ,bi çi rengî destnîşandikin û herweha ev hevrikî  û çavgirtina ji aliyê wan hêzan ve di derbarê mafê gelê kurd û kêşa wî ya rewa de, îro di vê demê de xizmeta kî alî dike, ji ber tê gotin û bihîstin ji aliyê wan hêzan ve  û her dîsanê ji aliyê hin mirovên tirsonek û peyayên wan hêzan jî, ku gelê kurd û hêzên wan yên siyasî hê girêbestên di nav bera xwe û rijêmê de nefilşandine. Lê ew hêz û dûvelankên wan çavên xwe ji wan rastiyan digirin , û dixwazin çavgirtin û nebaweriya wan bi mafê gelê kurd wek kêşa miletekî li ser xaka xwe ya dîrokî  dijî, di bin wan hêncet û mihaneyên pûç û vale de veşêrin , ji bîr dikin yan dixwazin ji bîr bikin û veşêrin ,ku gelê kurd û Tevgera wî ya siyasî tucarî ta û girêbest bivê riyêmê re girê ne dane, ta îro werê xwestin, ku wan tayan  bibirin. niha her tişt ji hev hatiye zelalkirin, reş û sipî ji hev hatiye veqetandin, nema kurd tên xapandin û wan destkeftiyên ku li meydanên çeng û xebatê bi dest vetînin li ser masa guftûgoyan bihêsanî ji dest xwe berdidin . gelê kurd pir êş û derdeserî ji destê vê rijêmê dîtine, gelek qurbanî di vê rê de dane , çi ew qurbanî derûnî bin yan jê dana mal û camê şêrînê bê.îro ew kar û kiryanên hin ji wan hêzan û nexasim di vê dema nazik û hestiyar de, ya ku şoreşa sûriyê têre diborê xizmeta kî dikin û çi dewletên herêmî û nêvdewletî jê mifa darin. Girînge ew alî tev bi zanîn , ku dolabê çerxa dîrokê gera û nema kes dikarê rawestînê û bişûn de jî vegerînê . erê ev buhar bi navê buhara Erebî hatiye naskirin , lê belê sûdmendê pêşîn ji vê buharê gelê kurd de û tevaya gelên bindestin, ji ber gelê kurd eve hezarê salane, di bin nîrê sitem û zordariyê de di nalê û niha derfetka zêrîn jê re peyda bûye, ku ev  gel ne tenê wê bi mafê xwe yê netewî şabibê, lê belê wê di dema bêde bi roleka pêger  bilehîzê û wê bibê hêzeka mazin û kartêker di rojhilata naverast de û bi karekê baş rabê , di avakirin û cihgirtina têgehên çaksazî,bihevre jiyan, lêborîna olî, beravaya di ber mafê mirovan de.kurd dev ji mafên xwe yê netewî bernadin,xelik razîbin yan na,ew hêz bixwazin yan na ,miletê kurd gihaye wê baweriyê ku maf bi lavlav û xweziyan nayên dayîn,lê belê bi kar û xebatê,bi ked û lebatê,bi peydakirina hêzdariyê tenê wê bên bidestxistin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…