Dîroka rojnamevaniya kurdî

Emer Isma`îl

Di domahiya çerxa nozdehan de û di destpêka çerxa bîstan  de, diyare weşandina yekemên rojnama kurdî li paytexta Misirê li Qahîre bi navê ( Kurdistan ),ku ev rojname di 22/4/1898 ê de, li ser destê Mîrê kurd Miqdad Midhet Bedirxan Beg hate weşandin û ronahiya wê da kurdan û rojhilatê tevî,  û eger mirov vê gavê bipîvê bi dîroka rojnamegeriya Tirk ,Ereb û Farisan re, mirov dibîne ne kêmî wane, ew jî ne kevintire gelekî ji rojnamevaniya kurdî ,tevlî hebûna dewletên wan,û xurtbûn û zordariya wan di wê demê de,û tevlî ku karê çapkirinê li Astana kevintire ji Misrê jî .
 lê rojname nebûn ta Sultan Mehemodê diduwa di sala (1808) de, rojnamek bi navê (wenterotman) bi zimanê ferensî belavkir û piştî salekî nûka rojnama (Elweqa””””””””e)bi zimanê Tirkî û heta dawiya Hukmê Sultan Ebdulezîz paşa, hijmara weşanê di dema Osmaniyan de giha /46/ ,ji wana /12/ bi zimanê Tirakî û /1/bi zimanê Erebî û(9)bi zimanê Ferensî û /2/bi zimanê Engilizî, /1/bi zimanê Almanî, û ne yek jî bi zimanê kurdî ,ji ber zimanê kurdî qedexekirî bû, tenê kurd di dîtin sofîyê muslmanan tevî xizmetkariya kurdan ji dewlta wan re, ne bes ji aliyê kurdan tenê ji alê Ereban jî jimarek tenê ew jî ji ber musilmana razî bikin, ji ber Qura`n bi zimanê Erebî ye. Her hosa Osmaniyan kirîfirotin di kir bi navê oldariya musilmanan. Her dîsa li Eyîranê welatê Farisan jî ,dîroka yekemîn rojname ji aliyê Mîrza Salih Şîrazî di dema Mihemed Şah Qacarî de, kovarek bi navê ( Neynika Rêwengiyê) hate xuyakirin û karê rojnamegerî li welatê Farisan di kocka Şahê farisan de, di xizmeta pesindariya wan de bû . Li Iraqê wek çawe dibistanên nû li ser destê Mîr Midhet Paşa hetine avakirin, rojnamevanî jî li ser destên wî çêbûn ,nivîskarê mezin rofay`l Betê di vê derbarê de dibêje : yekemîn rojname li Iraqê bi navê (Cornal AlIraq) li ser destê Dawd Paşa Çê bû ye, bi zimanê Tirkî û Erebî hatiye weşandin. Ji vê dîroka dirêj min dixwest ez bidim xuya kirin ku mirov di bîne :

1-yekemîn rojname li Stambolê sala (1808) ê, bi zimanê Ferensî û Tirkî  hate weşandin.

2-yekemîn rojnome li Bexdayê di  sala (1816 – 1839) ê, bi navê (Azora) bi zimanê Tirkî û Erebî hate derxistin.

3- yekemîn rojname bi zimanê kurdî li paytexta Misirê li Qahîre sala (1898)ê, bi navê (Kurdistan ) bi ked  û karê mirovekê nemir Mîna Miqdad Midhet  Bedirxan, bi tena xwe ne ti hêz yan dewlet li piştê bûn, tenê pênûsa wî ya zêrîn û ramanên wî yên pîroz ,û bi alîkarîya nifşek dilgerim û destbaş ji nivîskarên kurd û bi taybetî ji malbata Bedirxaniya Weke Ebdulrehman Beg .ji vê yekê Ez dibêjim di warê rojnamavanî de Kurd ne li paşin di hemî tiştên xwe de zengînin, nexasim  karîn Rojnamekî  bi navê (Kurdistan) di wê dema tarî û Reş de derxînin. Bi rastî  weşandin û belavkirina rojnama Kurdistan weke tîrêja Rojê bi dê kurdan, ji hemî aliyan ve rê ronîkirin,çi di warê rewşenbîrî de bê yan netewî  û  niştîman permerî de jî heta  giha warê kar û xebata siyasî de  ,û dengê şoreşa kurdan belav dikir li her çar parçên kurdistanê û dengê  kurdan wek belgenameyên nivîsandî Bigihîne hemî  aliyên Cîhanê. Tevlî di wê demê de, dewleta Misirê hinekî dûrî çav û lepên Sultanê Osmanî bû, lê kar  û xebateka Zordar dikir ta ku nehêlê ev  rojname pêşkevê  û asteng lêkirin heta ku çapkirina wê her car li bajarekî be .dîyare ku (31) jimar derketine jimara (1-5) li Qahîre,ya (6-19 ) li Cênef ,ya (20-23) li Qahîre , /24/li Lenden ,(25-29)li  Folkiston, /30-31/Cênef .bi vî rengî gotina kurd bi ser bilindî di mîne û wan nîrên teng û zehemet derbas dikin, dijî zordarên ku şev û rojê xebat bi navê muslmana dikirin û çavên kurdan bi reşmala girêdidan da ku kor bimînin. Rojnama kurdistan bi navê xwe yê beriz û bilind ma û wê bimînê çavê roja azadîya kurdan û dengê kurdan yê yekemîn bû di wê demê de ,û bi zimanê kurmanciya jorî, bi zimanê Botan , nivîskarên kurdan bi comerdî pişkdar bûn û rûpelên wê bi xwîn û xwêdana xwe rengîn kirin , herweha bi hemî zimana bi zimanê Ferensî ,Farisî, Tirkî û Erebî  di nivîsîn,li ser dîroka miletê kurd û eş û jana gelê kurd di hemî kovarên derdiketin di  wê çaxê de,li Stembolê yan li Qahîre yan jê li şamê.her hosa li Bexda û Tehranê  rojnama (Kurdistan) dengê gelê kurde, gereke wek hemî dengê miletê cîhanê cihekî wê yê beriz û bilind ne bes di nav kurdan û xelkên rojhilatê de ,lê belê di nav rojnamegeriya cîhanê de cih bigirê, nexasim nivîskarên mêr û merd yên ku di demê zehet û tirs de, û dîwarê tirsê hêrifandin himber tivinga zordaran ,pênûsên xwe bilind kirin û kirin şûrê meydana xebatê û li cîhanê pêkve belavkirin .kurd kî ne û dîroka kurdan çî ye û zimanê kurdî yê zêrîn cudaye, wan nivîskarên leheng di wê demê de wê bimînin herdem sax û çira di nav reweşenbîr û rojnamevanên kurd de ,wek Celadet Bedirexan û Dr.  kamîran Bedirxan û Pîremerd û Hesen Hiznî ,Mokiryanî û Elî kemal Bapîr û Refîq Hilmî,û Qedrî Can û Cegerxwîn û Hesen Hişyar ew kesên Ku hemî rengê nexwşîyê derbaskirin, ji nav me giyanê wan yê pak û paqij barkirin ,lê gincîneka zêrîn ji berhemên çak û ciwan ,ji pirtûk, rêziman ,rojname, kovar û dîwanên helbestan ji nifşên nûjen re li dûv xwe hiştin,ew wê bimîn çira, wê riya bizava rewşenbîrî ronahî bikin, Ji ber roja rojnama Kurdistan derket bû ye, roja rojnamegeriya kurdî li her çar parçên kurdistanê û bû ye bingiha gelek rojname û kovarên hêja, wek kovara jîn û Roja nû li Stambolê  sala /1912/ ji weşanê Hêvî li Kurdistana Bakur û bû sedema jidayîk bûna kovara pêşkewtin sala (1920-1922)û Dengê Kurdistan û kovara Dengê Maf li bajarê Silêmaniyê, kovareka rismî ya Hikumata Şêx Mehmodê Hefîd û piştre kovara Jiyanewe sala (1924-1932) û pêra kovara Gelawêj li Bexdayê sala (1939) ji dayîk bû ta bû ye berztirîn rojname li rojhilatê û bû ye dergehê kovaraka netewî di dema komara Mihabatê de ,ta jimara rojnamê gihişte /76/jimaran,ew rojnama siyasî , ramyarî û rewşenbîrî bi zimanê Erebî û Kurdî di wê çaxê de  li hemî rojhilat û cîhanê belav dibû. Her hosa kovara Hewar bi zimanê Kurdî, bi tîpên Latînî derket û pêşket ta bû ye yekemîn kovara kurdî li Sûriyê, hijmara wê giha /54/ û di piştre kovar Ronahî û Roja nû jî  li ser destê Dr. kamîran Bedirxan .ev hemî  ji bo pêşxistina ziman û toreya kurdî ta damezrandina Partî li Sûryê. di despêkê de,li ser ziman halê Partiyê rojnameka siyasî bi navê Dengê Kurd hate belav kirin,rojname li ser eş û jana gelê kurd li Sûriyê hate weşandin, jimara yekê bi dest hate nivîsandin û jimara diduwa û pêde li ser alekatibê hete weşandin, di wan nîr û mercên zehemet de û bi zimanê kurdî Dengê Kurd dihate derxistin û di peyre ji nû ve bi zimanê Erebî hate weşandin .ev dengê pîroz berdewame heta niha ,zêdeyî nîv çerxî bê rawstan berdewamîya kar hatiye weşandin, weke belavoka Roj li Cezîrê û Çiya li Efrînê û Azadî û piştre navê wê kirin Jîn li Şamê .herweha kovara Gulîstan, Zengil ,Zanîn,Xunav,Gurzek Gul û Pirs, ji kovarên hêja û serkeftî wek Aso, Jîn,Roj, Buhar, Hevend armanca hemî kovarên kurdî û kurdistanî yek bûn:

1- belavkirina dengê kurdan ,fêrkirina zimanê kurdî û şirovekirina  mafê rewa yê gelê kurd ji rijêmên kedxwar li hemî hêzên dunya yê re .
2-nivîsandina dîroka gelê kurd ya Kevin û nû, û komkirina filkolorê kurdî da ko kurd xwe binasin.
3-berxwedan di ber wendakirina toreya kurdî û şermezarkirina siyasetên rijêmên sitemkar û regezperist li ser gelê kurd û rabûna wan bi karên herfandin û guhertina nav û rengê gund û bajarên kurdan, û rûtkirina wan siyasatên çepel yên ku dijî kurdan li rojhilatê bikartanîn.

4-civandina hemî nivîskar, zana,helbestvan û rewşenbîrên kurdan di coka xizmeta gelê kurd û kurdistanê de.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…