Bêy te

Şerzad zeynelabidin

Bêy te bê cejn û biharim , bêy te her yê sare dil
Van axînka birm û xarim , derbeder bê ware dil
Dil rêvinge li şeva tarî , spêde qed xoya nebû
Çi doman û mij û moran , çendê bê heware dil

Gaveka ku te nebînim , ger bizanî hal çîye ?
Dozex û êtûn û agir , gestîyê tîrmare dil
Yê te her pirr keyf û şadî , spêde û êvar û şeva
Yê mine ku her dikelîtin , zer û damay jare dil
Ka peyman û soz û awat , ka ew rojên şadîyê ?
Heta bigehme lêva gorrî , her li hûvya dîdare dil
Dê ka bes xwe bixemlîne , bes dilê min ji min veke
Kuştîyê wan naz û noza , bi ” ox ” birîndare dil
Padişah begler û Zînê , palveda li ser vî dilî
Ka dilê min bizivrîne , yê li cem te aware dil
Dilê min pirr soz û peyman , yê te wek kenkirperra
Yê mine akincî li cem te , yê te her rêbware dil
Yê te pirr geş bi şev û roja , her bi keyf û şadiye
Yê mine pirr qehr û kovan , herê li ber sêdare dil
Dilê min bo te dinalît , yê te mest û serxweşe
Dilê min li çardehê pîr bû , yê te her nîware dil
Ew dilê bi tîra te sotî , jê rabû pêt û gurrî
Kî dê şêtin vemirînît , ku çendê bi azare dil
Li tev cîhanî cejn û şadî , her ezim yê bê behir
Her ezim şev li min dirêj bû , pirrî dirrk û xare dil
Ey dil çend war te çerandin , çend te dîtin kofî xar ?
Dil qed nabîtin dû parçe , bo êkê dildare dil
Ev dilê pirr bûy ji qehra , yê melûl û pirr keser
Her dizivrît bê ser û şûn , li ber koçk û dîware dil
Çi bikem qed hay lê nîne , çi dile hoyê mukum
Yê teye kevrê xweristî , yê min pirt û pare dil
Ev çi xewneka girane , ketime teqn û qurrê
Li ser xewna dil dijîtin , hêj şeydayê pare dil .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...