Bera doza gelê me di nav destên me de sar nebe! *

Rêberê Silîvî

    Dibêjin, li welatekî, du jin li ser mendalekî şîrmij ketin qirika hev û şer kirin, ev dibêje ev kurik yê min e, ya din dike hêle hêl û dibêje: ” Na bi xwedê û pêximberan ew yê min e !!”. Xelk li wan kom bûn, kesekî tiştek ji hev dernexist, rabûn herdu jin şandin ba aqilmendê bajêr.

   Herdu jinan xwe weke dayika kurik ya resen ji aqilmend û civata wî re nîşan dan. Piştî kurte demekê, aqilmend ji herdu jinan re got: ” Başe, yek ji we bi herdu destên kurik bigre û ya din bi herdu lingên wî. Kê ji we kurik ji destên ya din xelas kir, dê kurik jê re be!!..”. Herdu jin rabûn ser xwe, yekê ji wan bi herdu destên wî û ya din bi herdu lingên wî girtin, ew kişandin, her yek dixwaze kurik ji destê ya din birevîne. Bû care-cara kurikê reben di nav destên wan de, dengê giriyê wî bilind bû. Aqilmendê me û civata wî li wan temaşe dikin. Dîtin ku yekê ji wan kurik bi dest ya din ve berda , di cihê xwe de rûnişt û dest bi girîneke şewat kir, cote cot rondik barandin, ya din bi şanazî kurik da ber singa xwe û got: Min ji we re ne got ev kurê min e, ne yê wê jinê ye?!!”.
   Aqilmend biryara xwe da û got: ” kurik bide diya wî, tu ne diya wî ye!”.
Kurik ji destê wê girtin û dane jinika din. Dema civatê ji aqilmend pirsî çawa wî diya wî nas kir, ewî weha got: ” Dema herdu jinan kurik di nav lepên hev de kişandin, kurik dest bi girînê kir, kezeba diya wî ya resen
şewitî, nikarîbû kurê xwe bi destên xwe bikuje!!. Wê kurê xwe bi dest jina din ve berda, rûnişt û wê jî dest bi girînê kir, ji ber vê min zanîbû kurik ne yê vê jinika bê dil bê û kezeb e!!”. Diya kurik rahişte biçûkê xwe, rengê dêmên wê lê vegeriya, her kes bi riya xwe ve çû.
   Îro, em bi çavên serê xwe dibînin, çawa gelê me yê kurd li Sûriyê li ser destê rijêma Be,s toşî siyasetên pişafitin û tunekirinê dibe, ji mafên jiyanê tê bêparkirin, rûmeta wî ya mirvane û netewî tê binpêkirin!!..Mixabin ku doza wî ya dadmend û rewa di nav destên hêz û partiyên wî de ketiye aloziyê, her kes wê bi ser xwe de dikşîne, xwe weke dayika wê ya resen nîşan dide.
   Ez naxwazim bêjim hin xwediyên vê dozê ne û hin ne xwediyê wê ne, na, lê bera em ji bîr nekin ku ev doz ya me hemiyan e, doza gelê me ye û em hemî di ber de berpirs in. Di rewşeke mîna ya gelê me îro tê de dijî, ji me hemiyan tê xwestin, çi rewşenbîr, welatparêz , siyasetmedar…û hwd, ku em bi hev re nerm bin, dûrî serhişkî û mêraniya bê wate bibin ya ku, me ji hev dûr dixîne û birîna gelê me kûrtir dike. Mêraniya mezin ew e ku em karibin ji bo gelê xwe li hev bikin, rêz û hêzên xwe yek bikin, doza gelê xwe di çavên dost û neyaran de mezin bikin. Hêvî û omîd ew e ku, em doza xwe di nav destên xwe de sar û şerpeze nekin, çimku  bi rastî ev gunehkariyeke pir mezin e!!.
———
* Newroz / Hejmar (71)   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rebhan Rezedan (Rabhan Ramadan)

Pêşgotin

Gava ku Hafiz el-Esed di sala 2000î de çû ser dilovaniya xwe, Sûriyeyiyan bêhnfirehiyek kişandin û bawer kirin ku ew serdem û Heyama zordariyê bûye beşek ji boriyê ku êdî venagere. Lê belê, yê ku li şûna wî hat bêtir hov û bi kerta xirabtir bû, bi alîkariya…

Xizan Șîlan

ey kemana dilê melûl

bi awaza têlên te yên zîz

çiya û zozan bi gulên serkeftinê

dixemilin

miriyên goristanan

di xewa aramiyê de

vedihesin

pêlên çeman

bi xumexum zelal diherikin

heyv di şadiya xwe de

dibiriqe

îskeîska giriyê zarokên…

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…