Yekîtiya Nivîskaran xewne!

Qado Şêrîn

Gelek ji me ne rola xwe dilîzin, ji ber wê em li paş mane, mirovek dikare boriyên soban, çeqmaqan, komputeran, biskilêtan, satalaytan, tv, radyo û saetan û gelek tiştên din çêke û di eynî wextê de dikare siyasetvan, nivîskar, rojnamevan û bilîmet be, ji textorî û enezyariyê jî fam bike.

Bi gumana min ji kêm baweriyê tê dema mirovek ji helwesta xwe nayê xwarê û nikare bêje: wek te ye?.
Ji yên ku ne rola xwe dilîzin re dibêjim: bila bêhna we fireh be nivîskarino taku rêjîm birûxe, daku dezgeh an jî kongirê we rewatiya şoreşa azadiyê bistîne û di bin sîwana azadiyê de li dar bikeve, ne di bin sîwana rêjîma Beşar de, bila yek ji encam û serkeftiyên şoreşê be û ne ji rewatiya bi çavekî ji dema Beşar be. Eger ana û hîna rêjîma xwînrêj serdest e, çi kongir li dar bikeve rewatiya şoreşê nastîne, çimkî li ser pişta şoreşê tê ava kirin. Bila şoreş bi ser keve wê wextê dê kongir bibe yek ji encam û serkeftiyên şoreşê, wê wextê her kes dikare amade bibe, hemû bîr û boçûn dikarin li dor yek bertevê bicivin, her kes dikare xwedî li bîr û boçûnên xwe derkeve. Bêşek wê wextê dê encam baştir be, dê pirsgirêka derve û hindur jî çareser bibe. Jixwe wê wextê dê nivîskarên tirsonek û bê helwest, ‘’di wexta şoreşê de’’, berî yên din amade bibin.
Heçê xwe nivîskar û rewşenbîr dibîne, tev li xirecira bi serêşandin a avakirina dezgehan nabe, jêre nexeme kî damezirîne, ew dinivisîne û doza mafê xwe jî nake, ew dikare tenê endam be. Bi gumana min ew kesên bi xirecir ên ku ana toz û terabêlka avakirna yekîtiya nivîskaran radikin, dê nikaribin mafê nivîskaran biparêzin, çimkî ew gelek nivîskaran tune dikin, li aliyekî temaşe û guhdarî dikin, ewê nikaribin piraniya nivîskaran di bin sîwanekê de bicivînin, ew kes dê bibin sedema perçebûna nivîskaran, êdî wê mafê nivîskaran di nav dezgehan de winda bibe, incex mîna partiyan li dij hev derkevin, wê wextê dema wan ji parastina mafê nivîskaran re namîne, belkî karibin ji xwe û malbata xwe re tiştekî bi dizî bikin. Ji ber wê gelek nivîskar û ez yek ji wan, emê tev li wan dezgeh û rêxistinên bi xirecir û serêşandin nebin. Li keysebazan sed pîroz û bumbarek be.
Mixabin gelek ketine bezîna avakirin û damezirandina dezgehan, hema çi be xem nake, daku ew dezgeha dîrokî bi navê wan bê tapo kirin, lê jêre nexeme kî tev li wê dezgehê bibe an na, jêre ne derde dezgehek serkeftî û saxlem be an na.
Mixabin ku hin nivîskar jî mîna wan kesan in ku nikarin kesî bipejirînin, nikarin li kesî guhdarî bikin û nikarin ji kesî jî hez bikin.
Ji wan kesan dipirsim: çima di wexta berî şoreşê de we ew dezgeh ava nedikir?. Ana li ser pişta şoreşê siwar bûne û hop-hop ji wan tê, mêweyê şoreşa ku hîna bi serkeftinan şa nebûye, didizin.
Bi gumana min, divê bêhna me hemiyan fireh be, em ewqase sal bê maf û dezgeh mane, em dikarin wextek din jî bimînin taku rêjîm birûxe, û dezgeha ku qaşo wê mafê me nivîskaran biparêze damezirînin. Wê derfeta amadebûna hemû nivîskaran çê bibe, ew kongir dê giştî be, û dê hemû bihaneyan ji bin ziman dirêj û keysebazan bikşîne. Bi gumana min heçê nemîne wê wextê û ji hêla xwe ve seriyên perçebûnan bajo dê ji qestî nemîne daku yekîtiya kurdan çê nebe, her wisa ewê ku nemîne dê nikaribe yekîtiya nivîskar û rewşenbîran biparêze. Ta rêjîm nerûxe, ew dezgeh nabe fermî, her wisa dê nikaribe mafê nivîskaran biparêze û bîne cih, ma hûnê mafê nivîskaran ji kê bixwazin û bistînin?. Ji Beşar?.
Wek çilo min di doşeya malpera Welatê Me de nivîsandibû, ana dubare dikim ku çi çaxa rêjîm rûxiya, û rewşa nivîskaran bû mîna ya tevgera me ya siyasî, ezê tev li wê xirecirê nebim û nebim hevparê wan sûc û şaşiyên dîrokî, çimkî ew dezgeh dê nikaribin mafê min biparêzin, incex wê bikaribin bi hev kevin. Bi gumana min dê gelek nivîskarên wek min tev li wan dezgehên bi serêşandin nebin, belê wê lanetê li xerabxwazan bibarînin.
Eger hat û du dezgeh bi kêmanî çê bûn, pêşî ez û di dûv re bang li hemû nivîskarên baş dikim ku tev li perçebûn û xirecira vala nebin, li mala xwe rûnin, nivîskarî ne bi endametiya dezgehan e. Bila ew ên serhişk ku nikarin li kesekî guhdarî bikin, her wisa nikarin kesî qebûl bikin, ew û jin û zarokên xwe tenê endamên wan dezgehan bin, daku her kes wan li ser rastiya wan nas bike, û lêpirsîna dîrokî tim li ser riya wan be.
Li dawî, ez destê we diramîsim, sola we diramîsim bila bêhna we fireh be, hevûdu tune nekin, hevûdu bipejirînin, li hev guhdarî bikin, ji hev hez bikin û yek dezgeha nivîskaran damezirînin daku em bi we serbilind bin, me nehetikînin, bila nivîskar nebin pêkenok û nimûneya şikestin û têkçûnan.

15ê avrêlê 2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...