Çil rojiya mam birahîm

  Hişyarê emerê lalê

Piştî çil roja ji koçbarkirina kesaytiyê bi nav û deng di herêma dêrikê de mam Birahîmê Hacî Sebrî yê ku di dilê mede cihek xweyê taybet heyê
piştî çil roja em têne soz û peymanê dupatdikin ku ew kurdayetiya ku te ji berve kar û xebat dikir berdewame û wê bimînê berdewam ta yek ji milletê kurd heye

Piştî çil roja em tên dibêjin oxirbê mam birahîm oxirbê kar û xebata te parastiye di dilê her kurdek welatparêz de  silav û rêzên me bighîne heval û hogirên xwe û mizgîniyê bide wan eve hêvî û daxwazên wan hin bi hin bêk tên û wê pêk werin  bila rehet û şabin .
Mam birahîm  yek ji wan kesayetî û tekuşerê devera dêrikê hatiye xuyakirin di herêma mede encamê kar û xebatek bê westiyan ji destpêka jiyana xwede û di nav rêzên P.D.P.K.L.S û ma wefadarê bîr û baweryên xwe û kurdperwriyê û welatparêziyê ta  ço ber dilovaniya xudê
Mam birahîm yek ji tekoşerê herêma dêrikêbî dêrika xweragir û kurdperwer , dirika ku alîkarê hemî şoreş û hêlanê kurda kiriye û dêrika  bi dehan  pêşmerge û xebatkar û rewşenbîr û nivîskar û helbestvan anîne û resenayetiya kurdperweriya dêrikê berz û bilinde di miletê wêyê wefadar û dilsozdeye û hêlîna kurdewariyêye 
mam birahîm yek ji wan kesên di destpêka kar û xebata kurdîtiyêde di herêma mede weke rehmetiyê K.Egîd û  rehmetiyê E.Mele Birahîm û rehmetiyê Isma,îl Heybet û  rehmetiyê M. Letîf û rehmetiyê Ehmedê Birho û rehmetiyê  Dehamê Mîro rehmetiyê Evdê Miro rehmetiyê Temerê Mistê   û Mihemed Elîyê Henîfê û Emerê Lalê bi borin gelek dîjî hene weke serbazin nediyarin kar û xebatek bê westiyan kirine û xwe kirine canfida  ji bo miletê xwe, ev tev jî kurdperwerin bilindin ,karîne qûnaxek zor û zehmet derbasbikin  tevî zor û sîtema li ser wan û qûnaxa xwe ji me çêtir û bi rêk û pêktir derbaskirine  heta serê xwe danîne ji ber ku wefadar û dilsozê bîr û baweryê xwebîn karîn yekrêzî kar û xebata xwe berdewam bikin û sipartin me  û eve em jî wî karî dişopînin ta em jî bispêrin nifşên dî da kaniya kurdayetî û dilsoziyê bimînê bi cok û cobar   û hemî milletê me jê vexun û fêr bibin.
 mam birahîm yek ji  van lehingabîn karî nama xwe bighînê nifşê xort û kecên nûhatî ku di meydana kar û xebatêdene berevanê  mafê xwe yê rewa dikin û beşekin ji vê şoreşa ku îro di welatê me de dibê
M. Birahîm bi berdewamiya kar û xebata xwe ket rêza nemira û xwe kir dîroka gelê xwe de ji lewre milkê vî miletiye  milkê we tevaye milkê kurdayetiye.

sed hezar mehder li gora tebê em bejna xwe li ber kar û xebata we diçemînin .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Rojavayê Kurdistanê dikele
û dilên me dikelîne..
Agir bi dexl û danê me ketiye
agir, me bi pêtiyên bêbextiyê disojîne…
Agir dêwekî devbixwîn e,
laşê min bi destê bêsozan disojîne…
Bîrîna me ne tenê Hocan û Sîpan e
û ne tenê zindaniyên Kobanî ne,
serjêvekirina kêşeyeka sêwî,
bê xwedan û kurdîniya Kurdên bê xwedî ne…
Serê me bi kêrgemara xwe…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Bi te bûme helbestvan
Bi hest û vîn û raman
Kevoka ber dilê min
Karxezala kurdistan
Tu pîrozî tu cejnî
Bi te şahî dibin can
Hemî cejnên buharê
Bi te dibin gulistan
Vîna min û te cejne
Avdar dibakê nîsan
Gul û sînem geşdibin
Dibê sema û dîlan
Digel Reqsa botanî
Bi şêxanî bablekan
Bihna gula difûrê
Şaxdidin gul û rîhan
Hest û dilê me…

Hozanê Girkundê

Bajarekî wêran darbesta evîneke
Westiyayî
Li ser piyê xwe hildigire
Bi dilekî şikestî
Xulmaş dibe!
Jiyan digrî
Êşê bi rondiken zemînê dişo
Perperîk
Şevnema li ser pelên
Sibehan dinosînin!
Zarokên pêxwas bi morîkan
Dilîzin sarbûna axê
Maçî dikin û qevdên hermelê
Bi dîwarê xewnên xwe
Dadilqînin!
Her tişt li derdora xuristê
Tê….guhertin
Babelîsk li beyaren payîzê
Keserên salan kom dikin!
Darên pîr toza
Demsalan ji ser xwe diweşînin
Rengê rokê bê…

Mehmûd Badilî

Sûriyê, piştî salên dirêj yên şer, parçebûn û wêrankirinê, derbasî qonaxeke pir hestiyar bûye, qonaxeke ku dê rengê dewletê û paşeroja têkiliyê di navbera pêkhatiyên wê de ji bo salên pêş de destnîşan bike, ku ji hemû aliyan tê xwestin ku ji mentiqê serdestî, mandelkirin û tunekirinê derbasî mentiqê lihevhatinê û avakirina dewletê bibin….