LAZGÎN DÊRÛNÎYa kû em jê di tirsan em gihanê , û ya me dixwest ji me dûr ket
Metelokek di bêjê: rî dibê bost lê dijmin nabê dost.
Kurdê xweşewîst: kîbûn yê berê kurda dane kongirê STENBOLÊ û kîbûn yê berê wan jê vegerand?piştî xwevekişandina kûrda û xwe dûrkirina wan ji encûmena niştîman ya SÛRÎ ,pirsa herî giring eve : wê KURD berê xwe bidne kî û wê bi kûve herin?û li ser çi bingihê ev biryar hate sitandin? gelo kar û bar û xebata kudên SÛRÎ gihiştiye qûnaxekê û bûye hêzek û jimareke mezin kû karibê li ser piyê xwe rawestê kû di rojên pêşde mafên ew dixwazê kû îro ji ber wan xwe vekişandiye bistînê?
Di bawerya mide ev leyistkike mezine li ser KURDÊN ROJAVA dibê , destine xirab ketine navde ,helwesta KUDA ne ji cem waye û ne serbixweye , îro karekî partîtî di bê ne karekî kurdewariye , li cem xelkê bûye bihar lê hê li cem KURDA payize , bi koratî dane ser rê , lê mixabin nizanin ser û berê wa bi kûveye,ewên xwe kirine serok û rêberê vî miltî û biryara wî kirine destên xwede, sibe ev rijêm bi kevê û encûmena niştîman ya SÛRÎ cihê wê bigrê , wê ev serokê kurda xwe xine navde û li gor berjewendiyên xwey teybet wê cihê xwe têde bigrin , û dîse ev miletê kor wê ji wanre li çepka bi dê,lê bê maf , bê azadî, bê rûmet.
31/3/2012

Şîrove (0)