ÇELROJIYA ŞEHÎDBÛNA «FARÛQ ÎSA»

  Imer Kalo
imerkalo@yahoo.com
Endamê Sekreteriya Encûmana Niştimanî ya kurdî li Sûriyê       
Malbata şehîdê nemir Farûq Îsa
Hevalên partiya Demoqrat ya Pêşverû ya kurd li Sûriyê
Xwîşk û birayên hêja û dela
Ji we hemiyan re rêz û silavên germ
   Îro bi boneya bîranîna çelrojiya şehîdbûna nemirê kurd “Şehîd Farûq Îsa”, şehîdê miletê kurd li herêma Kobaniyê, şehîdê Partiya Demoqrat ya Pêşverû ya kurd li Sûriyê, şehîdê ENKS di rojên vê şoreşa miletê Sûriyê de
bi navê ENKS, em sersaxiyê ji malbat û dost û hevalên wî re pêşkêş dikin, tevî ku şehîd ne bihewceyî sersaxiyê ne, şehîd xemla berxwedan û şoreşa miletanin, şehîd Farûq Îsa jî xemleke doz û şoreşa miletê kurd li kurdistana Sûriyê ye.
   Wekî îro divê di rojên bi wate û sîmbolîn de, di rojên bîranîna şehîdan de, em soz bidin şehîdên xwe yên di şoreşa Sûriyê de; Farûq Îsa û Mişel Temo û Nesredîn Berhik û Şêrzad Reşîd û Ebdilselam Edhem û Ciwan Qetne û Idrîs Reşo, û hemî şehîdên kurd û yên şoreşa Sûriyê, ku emê ji bo bidestxistina mafên netewî yên miletê me yê kurd, û biryarkirina mafê çarenûsî di hindirê Sûriyake nû û azad de, ji bo yekîtiya miletê kurd li kurdistana Sûriyê, ji bo avakirina welatekî demoqrat û hevpar û şareze û welatekî ji bo hemî neteweyên Sûriyê, ji bo serkeftina şoreşa miletê Sûriyê ya aştiyane, em jî wê wek hemî neteweyên miletê sûriyê, berxwedana xwe li dijî rêjîma xwînrij û kuştinkar berdewam bikin, ta ku şoreşa Sûriyê biserkeve û azadî bi dest miletê me keve.
   Di dîroka miletên cîhanê de, tu carî xwîna şehêdên miletên azadîxwaz boş û li ””””erdê nemaye, bi xwîna şehîdan azadî û mafên miletan bidest dikevin, bi xwîna şehîdan welatên azad û demoqrat ava dibin, miletê kurd jî li kurdistana Sûriyê ji dehê salan de û bi xwîna şehîdê nemir Silêmanê Adê, dest bi berxwedana xwe ya ji bo azadiyê û mafên xwe yên netewî kiriye, bi xwîna şehîdên serhildana kurdî di Avdara sala 2004 an de, û di hindirê Sûriyê de, û pêş neteweyên din li Sûriyê, dest bi şoreşa azadiyê kiriye, û bi dehan şehîd wek qurbanî ji bo bidestxistina mafên xwe pêşkêş kiriye, bi kiriyara rêjîma Sûriyê ya qirêj û bi şehîdbûna şêxê şehîdan “Şêx Meişûq Elxeznewî” xwînrijandina miletê me yê kurd berdewam dike, bi xwîna hersê “Muhemedan” şehîdên Newroza sala 2008 û şehîdên Newroza sala 2009 an kuştina miletê me bi destên rêjîmê û karwanê şehîdên kurd dimeşe, ta vê şoreşa pîroz li Sûriyê, ku leşgerên me yên bêguneh û bi rûmet, yên ku napejirînin miletê xwe yê sivîl û destvala bi fişengên zindî bikujin, li şûna xwepêşdêran ew bi fişengên rêjîma Sûriyê têne kuştin û dibin qurbaniyên azadiya miletê Sûriyê.
   Wê şehîdê nemir Farûq Îsa di dîrok û bîrweriya miletê kurd de hertim bimîne zindî û qet namire û ji bîr nabe.
   Her bijî şehîdên miletê kurd li seranserî Kurdistanê.
   Her bijî şehîdên şoreşa miletê Sûriyê.
   Azadî û serkeftina şoreşê para miletê kurd û Sûriyê be.
   Têkçûn û neman û koçkirin para kujeran û rêjîma kuştinkar be.
   Zor spas li ser guhdarîkirinê û win her hebin.
* Ev gotin di merasîma bîranîna çelrojiya şehîdbûna Farûq Îsa de hate pêşkêş kirin.
Kobanî: 27-3-2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…