Gotar

Ez bawerim şermekê pir mezine ku nivîsakrê me di vê qunaxêde wek kevnê xwe bikin û nikaribin sîwanekî çêkin

 Luqman Silêman
luqman_sileman@live.se

Di serîde sipasiyek taybet ji malpera welatê mere li ser karê wê yê pîroz

Li gor ku min nivîsên wan hevalên beriya xwe xwendin diyare ku tev di xwazin sîwanekî li gur demê û bi rêk û pêk ji nivîskarên kurd re li Sûrî were pêk anîn. Bê goman ev bi xwejî ciyê sipasî û şahiyê ye, li ber dilê her kurdekî dil sozê welat û ziman û miletê xweyê bindest û perîşan û bê ser û ber.
Di baweriya min de Sûriya û derdora Sûriya wê guhertin in mezin têde çêbibin divê dema werê de û gerek em jî xwe li gorî demê iyar bikin. Ne tenê iyar lê gerek em ji beriya miletê deverê amadekarbin ji van guhertina re û em ji xwe dest pêbikin. Ez bawerim mejîkî vekirî ji mere gereke û em dev  ji ez eziya kevanr ya ku ji hezarê salan ve di hestiyê me de cî girtiye. Ew ez eziya ku hemî tişt ji dest me girtiye ji kûrahiya dîroka me ve, bawerim gerek em gihabin dawiya vê ez eziya wêran ya ku di vê qunaxa giring de nahêlê em tiştek ji xwere bikin û bi kevin rêza miletan de û bibin mînak ji miletê dora xwere…
Ez bawerim daxwazek wek vê hêjaye ku mirov şêwrê li ser neke û dîrek pirogeramekî bi rêk û pêk amadebike û bibê destûr ji wê sîwana ku tev doza çêkirna wê dikin. Ez bawerim şermekê pir mezine ku nivîsakrê me di vê qunaxêde wek kevnê xwe bikin û nikaribin sîwanekî çêkin û tev li ber siya wê ciyê xwe bigrin. Bêgoman gerek ev delîve ji destê me neçê ne wek nivîskar û ne jî wek hêzên siyasî. Ji ber ku em tev çi nivîskar û çi siyasî û komelê civakî tev enceq karibin bibin dengê miletê kurd li Sûriya û em tev gerek vê rastiyê zanibin û li xwemukur werin ku bêyî van teva kes ji me tiştekî bi ser naxe û wê ev delîve ji destê me here.
Wek Seydayê Cegerxwîn gotî dev ji kar kevin berdin bila kes ka kevin nedêrê besa. Ne bi yekîtiyê û hevkariyê be em nikarin rometa xwe bi parêzin wê li ber piya here heger ku hîn
mebe…….
23-3- 2012

Ev nivîs taybet e, ji bo doseya welatê me ya jibo yekîtiya nivîskarên kurd li sûriyê

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…