Kurd û Avdar

  Luqman yûsif

“Avdarê berf giha gulha darê, nema danê êvarê”
 Ji sedê salan ve evê metelokê di ferhenga metelok û pendên kurdî de bi giringî cih girtiye.
 Miha avdarê destpêka buharê ye. Piştî sê mehan ji seqem û sermayê, buhara rengîn dest pê dike û bi kirasekî keskereng ruyê axê dinixumîne .Germa rojê cih ji sermayê re nahêle;dar dipişkivin û gul û kulîlk dixemilin.,mirov dikare bêje ku buhar demsala cwane di nav demsalên salê de.ji ber wisa bi dehan hozanên cîhanê û bi taybet yên kurdan gelek rist li ser hûnandine û gelek dengbêjan jî pir  sitran  li ser buharê û destpêka wê miha avdarê sitrandine, û herwehe gelek metelok û pend jî  divê derheqê de hatine gotin û bi sedê salan mane di bîr û bala gelê me de.
 Gelo xweşiya buharê û miha avdarê her û her xweşî bi ser gelê me de aniye?
Bê goman ji gelê me re xweşî û nexweşî di miha avdarê de tevlî hevbûne.
Tevî xweşiya destpêka vê demsalê û hatina roja nû (Newroz) ya ku hatiye nasîn bi cejna buharê, evê miha di salê de bi nav û deng gelek nexweşî bi ser me de anîne û brînin kûr di dil de vekirine ku ticarî neyên daxemirandin.
 Demsala buharê û bi taybet miha avdarê hiştiye ku gelê kurd di gelek rojan de jê reşa xwe girêde û şînê bikişne.
 Dema miha avdarê û demsala buharê bi ser me de tê pêre-pêre komkujiya Helebçe bi bîra me tê, ev komkujiya ku bûye daxek di eniya mirovantiyê de. Û herweha komkujiya Qamişlo.
Di demsala buharê de feleka bê bext destê xwe dirêjî gelek navdarên kurd kiriye û hiştiye ku her û her konê şînê  li nav me bê vegertin. Ji wan navdarên hêja: Nemir Mistefa Barzanî ,Mihemed Şêxo .Rizo Osê ….Û ji bilî wan bi dehan.
  Tevî ku demsala buharê û miha avdarê gelek ewrên reş û tarî li ser me bi kar anîne ,hêviya gelê me ewe ku buhar bimîne cejna aştiyê û dilê keç û lawan tê de xweş bibe û nema hêviyên me tê de ber bi ba de herin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…