BILBIL Ê XEMGÎN

Dr.Şiyar Silêman

sala 1948z MIHEMED SALIH ŞÊXO li gundê Gurbawî ji dayik bû  , li gund û bajar û bajarokên li dora Qamişlo gerya di rewşek xerab de ji aliyê abûrî û civakî û siyasî de ,

 bi kedek xwe ya taybet û alîkarya hin dengbêj û mûzîkjenên gelêrî mîna Hisên Tewfo û Xelîlê Êzîdî fêrê destxuşya amûra tembûrê bû  ,û di ahengên gelêrî de hunera xwe bi kar tanî
di sala 1970z berê xwe da Libnanê , da karê xwe yê hunerî bi azadî pêşde bibe , ji ber ku hunermend her û her tiyê azadiyê ye ,
li Beyrûtê di koma Serkewtin de kar kir di gel Se`îd Yûsif  û Mehmûd Ezîz û Remezan Necim Omerî ,li Beyrûtê gelek aheng li darxistin , li sînema Rîvol û Bîblos ,
di ahengek ji ahengên wî de serok wezîrê Libnanê Sa`ib Selam amade bû ,û pir kêfa wî ji dengê M.Ş re hat, û ew dît hunermendek hest rast û nazik,
Lê M.Ş li libnanê nema , 1973z berê xwe da başûrê kurdistanê ,demekê ma li Kerkûkê û paşî berê xwe da Bexda ,di beşê kurdî ji telfizyon û izgeha Bexda de kar kir,
di wê demê de dan û standin bi hin hunermend û mozîkvanên mezin û navdar re kir ,mîna M.A.Cezrawî,Tehsîn Taha, Şemal Sayib ,Gulbihar û Beşar Zaxolî , û pir ji pisporya wan xwe pêşxist,
hejî gotinê ye ku M.Ş di dema şoreşê de carekê dire serdana Berzaniyê nemir ,di wê dîdarê de serok M.M.Berzanî  pir  rizammendî sipasya xwe jê re diyar dike,û wî xelat dike ji bo karê wî yê pîroz di xizmeta şoreş û hunera kurdî de.
  M.Ş li başûrê kurdistanê dimîne , bi kar û xebat di nav rêzên pêşmerga de ta sala 1975z dema şoreş têkçû ,neçar ma di gel hezarên pêşmerga û xizanan mişextî  Iranê dibin,li wan welatan jiyanek bê hêvî bûrand,ji ber astengên li pêşya xebat û hunera wî dihatin danîn ,
 li Iranê  hev jîndibe bi keçek kurd re ,û sê zarokên wî çêdibin keçek bi navê felek û du kur bi nave Birahîm û  Birûsk ,piştî neh salan ji tehliya biyaniyê di 1981z  vedgere nav kes û xelkên xwe li Qamişlo,di gel hevjîn û zarokên xwe ,
lê di nav xelkên xwe de ji hêminî û aramî nedît ji ber rewşa abûrî ya teng,û çewisandin a siyasî û ewlekarî ,
çendî jiyan di serê Bavê Felek de teng dibû, hestê Wî  kûtir dibû , û tilyên wî gilî û gazinên xwe bi têlên tembûrê re dijwartir dikirin,
 ev azar û kovanên salan xwe li canê hunermend dan hev ,ta tevde bû êş  û nexweşî di  laşê bavê felek de  ,ta  giyan ji dest da di 9azara1989z koça xwe ya dawî kir ,   
 bavê felek birînên millet dikewandin bi dengê xwe yê bi şewat ,îro jî millet ew karê wî yê giran biha ji bîr nekir ye ,
bavê felek dema koça xwe ji nav me bar kir temenê wî çil ûyek  sal bû ,di bihara jiyanê de barkir ,ne tenê temenê wî kin bû ,ev temenê kurt jî bi nexweşî derbaskir ,zarotiyek perîşnî  û xortaniyek bê miradî ku pareke ji çar parên jiyana xwe sergûn kirî ma li kurdistana Îranê û jana penaberî û biyaniyê dikşand ,
ji bilî wilo  li penaberiyê jî Savakan ne dihiştin jiyana wî aram bimîne , dema li welat jî bû û piştî vegerê jî , jiyanek tal û bi  zindan û bi lêdan derbaskir ,
ta radeya ku jêre digotin eger tu kasêtekê an stiranekê tomar bike emê tiliyên te jêbikin ,
MIHEMEDŞÊXO zimanê milletê xwe bû dengê wî yê qerar û  xemgîn êşa milletê kurd berçav dikir ,
bi rastî ev bû raza ku millet bi vî rengê berfireh bi Bavê felek ve hatibû girêdan ,
milletê kurd bi giştî rojê nexweşiyê di jiyana wî de pirtirin ji yên xweşiyê ,ji ber wilo MIHEMED ŞÊXO hevparê beşeke mezine ji jiyana her mirovekî  kurd ,
û sedema dîtir ya ku hişte MIHEMED ŞÊXOdi hunera xwe de bi serkeve  , wî zanîbû bi zîrekya xwe helbestan hilbijêre li gor awazên  di dilê xwe de  û   hestên xwe yên rast  û  ronî ,
û karîbû  dengê xwe û  ramanên helbestvan li hev bihûne û derbasî dilê millet  bike da  têde sermedî bimîne ,
raste dibêjin  :(hestên  ji dil     dighêjin dil ),bi rastî  Bavê felk bû dibistanek hunerî  û        welatparêziyê ,hejmareke mezin ji hunermendan têde fêr bûn ,tê de têgihiştin yaseyekê  ku tiştek li ber avê naçe ,kesê melhêbek pûş bavêje ser bêndera vî milletî nayê ji bîrkirin ,bavê felek çendî talî di jiyana xwe de dît ,lê ew li ber dilê milletê xwe şêrîn bû û şêrîn ma ,
em bawerin ku giyan ê wî arame û vehêsayî ye…Bavê felek ne ti bû yê bi dengekî şewat digot :(nejî bo mirdin bimre bo jiyan …çun qezenc dikey ta nebî ziyan..)
Bavê felek  raste te jiyaneke kurt  bi êş û  kulan bûrand    ..lê belê ew jiyan ji bo giyaneke sermedî bû ..….

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…