Ezîz Xemcivîn
“Ji bo bîranêna 12 adarê”
Buhar û kulîlk
Şev pêde xewn û raman
te tînin hêla min.
Destê xwe didim ser dêmên gulgulî
stranên evînê bo dilê min distrînin…
……………………………………………………
dest li ber rû me diponijim…
Dengê du-sê bilbilan
ji hawîr tête min.
Belam pênûsa min goyîn e;*
dikale. dinale…
Qamişlokê qolincên bîranînên te,
li hinava min
jîjo ne; gij in,
û bê vehesîn in!*
Li ser masa sincirî,
li nêzî Lîsgeha birîndar,
û li ber hêrsa kevirên raperînê;
em û ewan kul û xeman tevde axifîn!
Pênûsê şerma xwe avêt;
da bin lingên kewên gulebarankirî…
Li ber nalîna girtiyan
û li ber navtêdana
xuşk û dêyan
“mala xwe bernedin,
mala we em in,
mal namûs e;
mal jin e, mal jîn e…
malllllllllllll jîn eeeeeeee…
Talan be,
ferman be,
û bila têkçûna jiyanê be;
serhildan e…
Em oldarên baxên sînga te ne,
dengê nimêja serhildanê
ji “Dêrika Hemko”
ta bi “Efrîn û Şamê”…
dîlana manê û nemanê.
Êdî 12ê adarê
te newroz ji xewnên şêrîn şiyar kir.
Kulîlkên newrozê zû bişkuvîn.
Zû bi zû rapirîn!
Berfa çiyê zû vê carê heliya,
lîlava sor ji dilan meşiya!
Rehên stûr û canpola
Ji comerdiya dilê ciwanên te
çem û kanî derbûn..!!
Dem hat dengê ker û lal
nema bêdeng bimîne…
Dem hat kuç û kevir
êdî bi ziman bibin..
Evîn li bin cilan veşartî,
çawa bimîne…?
Sîng vebîn
û pêsîrên şîrdana tekoşînê
dibin kanî û diherikin..!!
Deh û didiwê adarê
birînên salan
dilê min
axxx
Deng ji Mehabadê gihande Hewlêrê
“Kurdistan yek parçe ye,
Qamişlo Helebçe ye”
Dayikên Amedê bi dengên herî bilind
li sînoran serî hildan.
Serberz û bilind in
xwîna herikî ronî li jiyana me dida…
Serhildan e,
gul di destên pakrewanan de
27 gul li gerdena te bûn aleke ciwan…
Va em piyala azadiyê bilind dikin
bijî azadî hêêêê hê ..
Zarok rabûn
li dibistana cegerdarî û lehengiyê kirin serhildan…
dema me bi rastî va ye hat
sala 2004an tovê jîna tekoşînê
li deşthêviyên Osman Sebrî
gelê qehreman bi xwîna xwe ew çand…
Qamişlo
7/2004
Goyîn: firindeyekî şev pêde bi nalîn e.
Vesîn: bihnok, bihinvedan.
Gîvara, Xesan: ev ji 27pakrewanên gul bûn.
Ezîz Xemcivîn