Mihemed Şêxo.. namire

Amadekirin: Mehmûd Badilî

Hunermendê kurd ê navdar û gewre, Mihemed Şêxo di salên heftê de ji sedeyê bîstan stêra wî li asîmanê hunera kurdî berzû.
navê wî, Mihemed Salihê Şêxmûsê Ehmede, sala 1948an li Rojavayê kurdistanê, li gundê Girbawî yê ku dikeve bin çengê bajarê Qamişlo de ji dayik bûye, dûvre malbata wî li gundê Xecokê bi cîh bû ye, li vî gundî xwendina xwe ya seretayî qedandiye û ya navendî li bajarê qamişlo, lê jiber dijwariya jiyanê û kirêtiya rewşa aborî dest ji xwendinê berdide û bi sedema kar Mihemed Şêxo li gelek gundan digere, û li gundê (Xirbê kurma) li ser destê Hisênê Tofo, Xelîlê Îzîdî û helîmê heso fêrî tembûrê dibe, û bi wan re di gelek şahî û helkeftinê ku li bajar û gundên kurda lidardiketin beşdar dibe.
ji zaroktî de pêçiyên wî yên ter bi ser têlên tembûrê ve vedibin, û giyan û hestê wî bi evîn û eşqa mûzîkê, bi evîna û eşqa kurdayetî û welatperweriyê ve tê meyandin.
  Di sala 1970 ê de, berê xwe dide Bêrûtê taku mûzîkê bixwîne, li wir tevlî koma serkewtin ya filklorê kurdî dibe, wisa tevlî civata gelek hunermendên bi nav û deng dibe mîna Mehmûd Ezîz, Seîd Yûsif, Remezan Necin omerî, Şêrîn û Perwîn perwer…
her ev kom bi rolek mezin derbarî mûzîk û stirana kurdî radibe, ji alîkî ve rengê stirana kurdî bi miletên dîtir re nas kirin dide û ji hêlek dî ve bi stiranên netewî û kurdperwerî û şoreşgerî piştgêriya şoreşa kurdî li başûrê kurdistanê dike.
Mixabin, Mihemed Şêxo û cih ne pirr lihevbûn, herdem cih wî bi xwe re dixapîne, loma dema şerê navxweyî li Libnanê vêdikeve, bêçere dibe ku vegere Sûrî, li bajarê Girkê legê komek hunerî damezirîne, û têkiliyên xwe bi gelek helbestvanên kurdperwere ava dike, Mîna Cegerxwîn, Bêbuhar, Rêncber, Mihemed Elî Şakir, Adil Sêfedîn û Ehmedê Şêx Salih.
 lê hêzên ewlekarî yên desthilata Sûriyê ku hergav dijî kar û xebata miletê kurd disekinîn, kar û xebatên siyasî û rewşenbîrî û hunerî binçav û qedexe dikirin.
û ji ber vê astengiyê, M. Şêxo di sala 1972an de, berê xwe dide Başûrê kurdistan, li wir diçe serdana dezgeha bexdê, beşê kurdî, û sala 1973an çend stiranan tomar dike, li nav kurdên başûr bi nav û deng dibe, Tv ya kerkûkê jî stiranên wî diweşîne, û gelek hunermendên qewre nas dike wek: M. Arifê Cezîrî, Şemal Saib, Gulbuhar, Tehsîn taha, Îsa Berwarî.. û hin helbestvanên xuya wek Bedirxan Sindî, Seberî Botanî, Segvan Ebdilhekîm, Xelefê Zîbarî, Mistefa Etrûşî…
û di heman salê de 1973 diçe serdana nemir Berzanî û stirana (kê dinya hejand) diyarî wî dike.
Di sala 1974an de dîsa vedigere Sûrî, li Şamê berhema xwe ya yekem bi navê (Gewrê) tomar dike, lê sedema stiranên wî yên netewî û kurdayetî dîsa ji hêla ewlekarên rêjîmê tê binçavkirin.
bêçare dibe ku dîsa ji Sûrî derdikeve û li başûrê kurdistan bi cih dibe, lê vê carê tevlî pêşmergeyên serê çiyê dibe.
Lê mixabin, pîlana Cezairê ya rûreş dijî miletê kurd tê danîn û şoreşa Êlûnê dişikê, bi hezaran kurd koçber dibin Îranê, M. Şêxo jî bi wan re tevlî karwanê mişextiyê dibe.
Li rojhilatî kurdistan, li bajarê Mihabad stirana (Ey Felek) tomar dike, û kasêta (ji Mihabad kaniya xwîna şehîdan) diweşîne, dîs bi sedema naveroka stiranên xwe yên siyasî û netewî tê binçavkirin vê carê ji hêla Safakên Îranê, û wî sergûnî cihekî dûr dikin nêzîkî derya Qezwîn ser sînorê Ezrebîcanê. Li wir M. Şêxo, fêrî zimanê farisî dibe û li dibistanekê şagirtan bi zimanê erebî fêr dike.
li heman wî cihî kufleta Nisrîn Husên Melek jî li wirin, û Nisrîn şagirta wî ya dibistanê ye, M. Şêxo ji wê hez dike, stirana (Nisrîn) diyarî dilê wê dike, pişt re dizewicin û çar zarok ji wan re çê dibin: Felek, Birahîm, Birûsk û Bêkes ê ku jiyana xwe ji dest dide.
Sala 1983an, dîsa vedigere Sûrî, vê carê ew û zarokên wî jî pêre. li bajarê Qamişlo rûdinê, komek mûzîkî dadimezirîne û di ber re dewr û dersên mûzîkî jî dide.
sala 1987an dikaneke tomarkirinê bi navê Felek vedike, lê ewlekarên rêjîma Sûrî dikana wî digirin û bi sor şima dikin.
sala 1988an karê xwe yê dawî tomar dike, gelek stiranên xweş û hest bilind ji hêla mûzîk û deng û awazên tenik li pey xwe xwe dihêle: Ay Gewrê/ Cana min/Sînem/Koçê me Barkir /Gulîzar /Ey Felek/Kewê /Êmê /Dil Perîşanım /Nisrîn /Ay Lê Gulê /Nalinêk…

û ji nişkêve nexweşî lê derdikeve weku wî jî soz bi heyva adarê re dabe, di nehê adarê de sala 1989an tevlê pakrewanên adarê dibe û bi vê stiranê (Gava ez mirim gelî zindiya min ne veşêrin wekî hemiya) xatirê xwe ji miletê kurd û cîhana hunerî dixwaze, M. Şêxo bi laşê xwe ji nav me bar dike lê giyan û deng û hest û awaz û bandor û evînperwerî û kurdperweriya wî li nav me dimîne û tucarî namire.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…