Li zilmê pîrozbahî nayê kirin (yan jî li zilmê gul nayên reşandin)

  Narîn Şêxê

Gelî xwişk û birayên hêja, îro min li rûpelên internetê nerî, her kesekî bi rengeki cuda 8 adarê li jinan pîroz kirye, gelekî baş e hûn her hebin, seeta we xweş!!

Lê eger ku di nava 12 mehan de  her roj li kolanan jin di bin navê namûsê de di bin navên cuda de, û keçên 13 salî û di her temenî de, jin bi rengên cuda tên infazkirin!

Eger di qereqolan de ji alî polêsan ve li ber kamare   jin tê işkence kirin!
Eger hûn dayikan dibiîn ku ji çol û beyaran di nava kevir û kuçikan de li perçeyên bedenê zarokên xwe digerin!
Eger  ku hûn dayikan dibînin li ser pişta qantiran bedenên zarokên xwe yen bi kimyasalê hatine kuştin pêşwazî dikin!
Eger  ku dayîk bi mehan li ber dergehên nexweşxana  li benda hestiyên zarokên xwe dimînin!
Eger ku dayik ji bo ku aşîtiyê dixwazin,têne jop kirin û bi panzêran gaz li ser wan tê reşandin!
Eger li Ewrupa mêrek bi 3 jinan re zewicî be.
Eger keçikên  15 salî ji alî mabatan ve ji dibistanê têne dûrxistin!
Eger bi zor û xapa têne  zewicandin!
Eger  jin di bin navê qelen tê firotin!
Gelo em chawa 8 adarê pîroz dikin? Ma li zilmê pîrozbahî tê kirin?
Ma li zilmê gul têne reşandin?
Gelî xwişk û birayên hêja ev bûyerên han ne 
yên 1857 ne.  Ev bûyer yên ko di 2012an, di cihana (qaşo) ko em dibêjin pêşketiye de qewimîne!
Li Turkiye, li Kurdistanê, li Ewrûpa û li her deverê, ne tenê yên ku em dizanin, lê hema hema li gelek deverên cîhanê bûyerên zilma li ser jinê bi rengê cuda diqewimin, her çiqas li deverên cuda be jî lê rengê wê yek e! Z.I.L.I.M!
Ji lewra ez 8 Adarê piroz nakim, ezê pirozbahiyê li jinê bikim ger jin ber bi serkeftinê ve gavekê bimeşe, ezê   pirozbahiyê li jinê bikim ger ew pêwistiya xwe di civakê de bide ferz kirin û fêm kirin, ezê pirozbahiyê bikim ger jin di nav malbatê de, li derve, li hemû deverê li hember  zilmê serî hilde.
Mixabin ezê ti pîrozbahiyê  belav nekim, ji ber nîvê civakê seqet e û nîvê rojê di taryê de ye, û ez di dawiya gotara xwde dibêjim.
li hember zilmê
bê çar nebin
ji jîyanê bê par nebin
hûn xwedyê jîyana xwe bin
bi tekoşînê ewlebin. bê guman wê 8 adaran yên we bin
jin bin
jîn bin
bi hêz û tîn bin!
08.03.2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

سەلاح بەدرەدین

لە گەرمەی هەڵكشانی ململانێیەكانی نێوان بەرژەوەندییەكانی هێزە زلهێزەكان لەسەر سامان و سەرچاوەكانی وڵاتانی ڕۆژهەڵاتی ناوەڕاست و، زیادبوونی خێرایی ڕووبەڕووبوونەوەكانی نێوان لایەنە هەرێمییە حوكمڕانەكان سەبارەت بە دابەشكردنی هەژموون و داگیرسانی پڵیتەی شەڕەكان بەوەكالەت، هەروەها گەشەسەندنی ئەو شەڕانە لەم ساڵانەی دواییدا و، هەڵگیرسانی شەڕ و پێكدادانی توندوتیژیی نێوان هێزەكانی گەلانی زیندوو لە لایەك و، ڕژێمە دیكتاتۆرە…

Tengezar Marînî

Erkên Zimên

Erk ên zimên cihêreng in û dikarin li ser çend beşan werin dabeş kirin. Erk ên herî baş ên zimên ji hêla zimannas Roman Jakobson ve hatine formulekirin, ku şeş erkên bingehîn destnîşan kirine:

Erkê referansê/Lêveger: Ev erk behsa ragihandina agahî û rastiyan dike. Ew di…

EBDILBAQȊ ELȊ

Serok û lȇvegerȇ kurdî Mes’ûd Berzanî ti carî ji kurdan dûr neketiye, li ku derê û kengî jî be, belȇ ew her tim bi wan re ye, ȗ nêzî wan e her wekȗ lȇdana dilȇ wan be.

Roleke mezin ya serok Berzanȋ di pirsa kurd li rojavayȇ kurdistanȇ de…

Baso Kurdaxi

Bihara nûjen
Bihara ciwaniyan her heye
Dilên tî li hev dicivin
Ji bo azadî û hêviyan
Mîna fısıltandina bêdengiya demê
Rojan ew westandin
Gilî û gazinan ji siruşta bêdeng
Ber bi çiyayê bilind ve
Dilê wî bi ava zelal lêdide
ava kaniyê ya gurrîn
Ji bo veşartina êşê di nav tozê de
Û birîn bi axa sor hatiye nixumandin
Bi pelên zeytûnê…