Paşî nivîskar û helbestvan Konê Reş gotinek , bi navnîşana: “Mamoste Rezoyê Osê! Me Bibexşîne” xwend. deqê wê gotinê di cihek din de hatiye weşandin.
Dûvre gotina desteya kovara PIRS ê, ji aliyê birêz Bavê Dara ve hat xwendin , deqê wê jî, di cihek din de hatiye weşandin.
Di pey re helbestvan Dildarê mîdî: nerîna xwe di vê derbarê de anî ziman: (( bi çûna mamosta Rezo, min ne bes hevalek winda kir, min lêvegerek winda kir, ji ber kû çi dema ez pêwîstî tştekî ziman dibûm min pêwendî pêre dikir, wek dî hevaltiyek xurt dinavbera me de hebû, nayê bîra min kû carekê em li hev rûniştine û daxwaza pêşkêşkirina helbestekê li min nekiribe, ji ber wilo îro li ser gora wî jî ezê helbestekê jêre pêşkêşbikim bi navê “erê zînê .. “))
Her weha Helbestvan Ebdulsemed mehmûd (bavê Helbest) jî Helbestek bi navnîşana “keskesorek ji Dekşûrî” xwend.
birêz Kisra kurê seydayê Cegerxwîn jî kû van rojan ji Swêdê hatiye welêt, nerînên xwe dan xuyanî kirin: “mamosta Rezo nayê jibîrkirin , di nexweşiya wî de, her tim min telefûn jêre vedikir, kêfxweşdibû , mixabin qederê ew zû ji nav me rakir, sed hezar silav li canê wî be.”
Paşî nivîskar û lêkolîner Xalis Msewer bi van gotinan nerîna xwe da: “mamosta Rezo , vejîna buharê bû di warê wêje, ziman û kultûra kurdî de… ev tiştê kû Rezo nivîsandine, gereke dinav destên kurdnas e bikeve, Rezo tiştin nivisandine ji kultûra kurda windayî bûn, tiştê kû nivîsandiye, nayê nirxindin bi zêr û zîv, divê em li berhemên wî miqate bin, divê ew destnivîsên wî çap bibin û di nav milet de belav bibin, ji bo miletê kurd li xwe vegere û xwe nasbike û li ser ava bike..”
Nivîskar Selaman Barûdo jî nerînên xwe weha dan xuyanîkirin: “rezo kesekî hatibû naskirin, li ser astê kurdî û erebî ,kurdistanî û cihanî jî, pir xizmeta miletê xwe dikir, gelek şêwir pê di hat kirin , Rezo wek mûmek vêketî bû ji nivîskar, xwendevan û bîrwerên me re û wê bimîne mûmek vêketî, çi civat çêdibe Rezo tê de sax e . ”
Paşî xuşkek bi navê zelal osê , ji malbata hêja Rezo Osê, parçe helestek binavê adarê xwend:
Adarê
Adarê dîsa li me kir ferman
Ji nav me rakir rezo yê hêja û dilovan
Gelek mezin û giran bo av talan
Çarê adarê bûye nîşan
Adarê şaşkir dîsa şopa biharê
Dilê malbat, dost û hevalan şikand
Finda pînosa Rezo mirand
Lê (Rezo yê ) delal timî amadeye canê te
Ji bîr nabin gotinên te, beheştî be gorna te
Li dawî xortek ji malbata Osê bi navê kovan, spasiya kesên hazir û ne hazir kir û bangî mamê xwe Rezo kir û got : ..min di xwest kû ti jî îro di nav me de ba.. te jî rojê azadiyê dîtiban û te ev buhara xweş dîtiba.. te bi rûmet jiyana xwe berdewam kiriba di nav xelkê xwe de..