Gotar

Rezo mamosteyê min

  Tengezarê Marînî

Bibhure mamosteyê min, wek layiqî te
Layiqî berhem û xebata te, layiqî westan te bo her tîpekê, nerawestana te bo xizmeta zimanê niştîman, me karek nekir.

Ew rêjîma ku qet te jê hez nedikir û tu di her gav û gerekê de dişopandî, îro welat serûbin kirin.
Ez zanim ku wê gelekî bo hestên te, giyanê te, hizar te zor bibûya, ku buyer, komkujiyên hovane ji hêla rêjîma sûriyê ve te dîtbaye.
Lê peyvên têne bîra min têt, dema te digot: „ ji vê rêjîmê hertişt tête, dema lingê wê bikeve pêlava teng de, wê qirikirinê, kuştinê, girtin“ ji xwe behs neke, ji ber ev her heye“. Ev rêjîm çu nirxên wê yê mirovan e nîn in, ma we nebihîst çu li bajarê Hamayê kir“
Mamoste di van rojên teng de, milet pêdivî hêmînî û gotina te ya rast wek zelaliya avê û tûj mîna şûrê Alîşêr bû. Tê bîra min, dema te behsa serhildana Qamişlo ya 12ê Adarê dikir 2004 -ku va bîranîna wê ya 8an jî nêzîk bû-, çawa genc Qamişlo, Salar û hevalên xwe bi zîrek, jêhatî, çalak û mêrxasî bêtirs li kolanan silogan dihildan û dibûn hendan bo milet li kolanan be û daxwaza mafên xwe yên kurewariyê û demoqrasiyê û wekheviyê û netewîtiyê bike.
Li van rojan, rondikên me zuha bûne, li nav çavên rojê dinerin, hêviya şilbûnê ji xwedayekî di hawara wan ve nayê dikin.
Dibin sirûd, berbi jor ve diçin. Dibin xuav, dibin bayekî birîndar û ji lêvên gulan  azadiyê dinoşin.
Roja vekirina girêkê nêzîk dibe, roj berbi welatê te ve tê, yê te jê hez dikir û nedixwest bi buhustekê jê dûr bikevî, têt. Bi hêviya nêzîk em bên seredana te û mizgîniyê bidin te, ku va evîndara te Azadî hat.
Ez dizanim wê ji hêlekê ve evîndara te xemgîn be, ku te barkir û ya din jî bi keyf be, ji ber ew dê serdana qonaxa te bike.
Bibhur e ku qet peyvên min nagihin pêpeloka hêjabûna te.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…