Bavê rodî
Roja dozdihê avdarê * * * li bajarê min qamişlokê
Hatin kuştin xortê ciwan * * * ne jiber listikê nejber gokê
Ji qehrê wê roniya geş * * * ya rehnî dabû li dihokê
Tirsa wabû ji wê tirsê * * * go şewqa xwe bidê qamişlokê
Pelkê wa tev linavhevketin * * * berê xwe dane qamişlokê
Hincet û pîlan hazirkirin * * * li meydana leystokê
Kurdê xafil û deste vala * * * deryê meydanê li wan girtin
Bi emrê walî û leşgerê wî * * * kurd tev gule baran kirin
Şehîd ketin xwortê ciwan * * * heta derî ji war vekirin
Wekî şêra wek pilinga * * * xortê me wxe hazir kirin
Agrê serhildanê geşkirin * * * şehîd li ser mila kirin
Bihna azadiyê da pozê wa * * * ala kurdî bilindkirin
Wek baranê wek teyrokê * * * dijmin dibû weka gokê
Sûret û senem tev şikandin * * * weka ba û bablîsokê
Rayê dijmin ji qurm hilkirin * * * tirs bi wa ket wek pepûkê
Bi tilîliyê daykû xwîşka * * * dijmin ji ber me di reviya
Ji gundû bajarê kurda * * * tev li qamişlo civiyan
Dêrik tirbespî û amûdê * * * kobanê û ser kanî û afrînê
Şam û heleb û zor ava * * * kurdê ewropa dane peyme
Dinya tev bi me hisiya * * * dijmin bûne wek roviya
Qirêja sedê sala * * * ji laşê xwe me weşiya
Xwîna şehîdê qamişlokê * * * bihna miskê jê foriya
Me nivîsî li dîrokê * * * serhildana qamişlokê