32 saliya oxirkirina barzanî li ser gorna pakrewan nisredînê birhîk li kevrê-dena hat vejandin

 Kevirê-dena / pêncşem / 1/3/2012 : Bi hemahingî û hevkarî di navbera encûmena niştîmanî a kurd li sûriyê , partiya demokrat a kurd li sûriyê (alpartî) , û malbata pakrewanê leheng nisredînê birhîk helkefta bîranîna 32 sala ji oxirkirina serkirdê kurd barzaniyê nemir li ser gorna pakrewan nisredînê birhîk hat vejandin , û digel baran û sira zivistanê û riyên herî , gelê xweragir ji hemî aliyan ve biser goristanê de herikî , û konê sersaxiyê bi duruşmeyên gel dixwaze  rejîm birûxe , pakrewan namirin , bijî yekîtiya gelê kurd ,…,hat girêdan,
û piştî rawesana xuleke bê deng liser giyanê pakrewnên kurd û şoreşa sûriyê û serwerê wan barzaniyê nemir gotina encûmena niştîmanî a kurd  ji aliyê rêzdar mistefa cuma ve hat xwendin , û gotina partiya demokrat a kurd li sûriyê (elpartî) ji aliyê rêzdar fêsel ne`so ve hat xwendin , û gotina binemala  pakrewan nisredînê birhîk ji aliyê bavê azad ve hat xwendin , hejî gotinêye ku koma zêwa û helebça û ahîn jî bi vê helkeftê beşdarbûn,û ji ber ku piraniya cemawer li ber baranê bûn û rewşa seqayê pur sextbû ev helkeft zû bi dumahîbû .     

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...

Li gorî PDKT’ê, avakirina ku bi navê “Bakur-Rojhilata Sûriyê” tê binavkirin, projeyeke ewlehiyê ya derbasdar û taktîkî ye ku bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye şekilandin. Ev proje di tu qonaxê de mafên neteweyî yên gelê Kurd bi awayekî stratejîk û siyasal garantî nekiriye. Ji ber vê yekê, ku îro pêvajoyekî şikestinê…