Rewşenbîrên kurd û şoreş

Arşevê Oskan

Pêdivî bi saziyên rewşenbîrî heye?

Bê guman di hemû civatên mirovan de pêdivî bi saziyên rewşenbîrî hene, û bi taybetî civateke wek civaka kurd, ji her kesî bêhtir pêdivî pê heye. Li gel rewşa qedexe ya ku kurd têde dijîn, dîsa tabloya rollîstina rewşenbîrên kurd di berxwedaneke berbiçav de derbas dibe. Fikra avakirina rêxistinên rewşenbîran di rojavayê Kurdistanê de ne fikreke nû ye.
Gelek hewildanên wisa ji destpêka sedsala bîstan de dest pê kirine û xebitîne, berhem çap kirine, endamên wan hatine girtin û nefîkirin, lê dîsa jî û heta roja îro berdewam dike.Lê mixabin ku destên partiyan û siyasetê dikevin nav, ji hev belawela dibin û dawî lê tê. Heta ku Mehricana Helbesta Kurdî serbixwe kar dikir baş derbas dibû, lê ku fikrên partîbûnê derbas nav bûn me dît ku berçebû. Bi dehan hevgitin, yekîtî, hevbend, kom, govar û rêzbend.. di çend salên derbasbûyî pêk hatin û dîsa jî vemirîn, lê dîsa jî pêdivî pê heye.

Siyaset û avakirina saziyên wêjeyî:
Em wek kurd û bi taybet wek kurdên rojava, niha di rewşeke pir hestiyar de ne. wek em dizanin rola nivîskar, rewşenbîr, hunermend û şêwekar di arşivkirina qûnax û rûdanên dîrokê de, ne kêmî ya siyasetvan e. Di şaristaniya civak û cîhbicîhkirina mafên mirofan de bi nivîsên xwe, bi pîvana nirxandinên xwe, dikarin roleke ku hesab jêre bêne kirin bilîzin. Bi taybetî di guhertinên hişmendiya berpirsiyar û desthiladaran de. Ji aliyên din jî, rola rojnameger di arşivkirina bûyerên ku li kolanan pêk tên, ji paşerojê re dikin qûnaxa dîrokeke dewlemend û giring.

Rola partiyên kurdî di avakirina van saziyan de:
Li welatên ku serbixwe dijîn û xwedanên biryarên xwe yên hundirîn in, ji kesayetên xwe re, di hemû aliyên aktîvkirin jiyanê de saziyan ava dikin. Wek nemûne ”Yekîtiya Nivîskaran”, ”Yekîtiya Hunermendan”, ”Komîtên Parastina Rojnamegeran” … hwd. Ev hemû sazî rolên şaristanî û bilind di civakan de dilîzin. Ne karê hunermendekî an nivîskarekî ye ku saziyeke wisa ava bike, ku ava bikin jî, mixabin tûşî gelek kelem û astengiyan dibin. Lê ji ber bêdewletbûna kurdan, carcaran di nav me de ev tişt pêk tên. Ew jî li derîyên girtî rast tên û piştî demekê nema karin berdewam bikin, dest jê berdidin. Nemûneyên di vî warî de li nav kurdên rojava pir in. Bawer dikim rola partiyên me ya neyênî di têkbirina van saziyan de diyar e. ji ber ku rewşa partiyên me û perçebûna wan bandorê li ser van saziyên rewşenbîrî jî dike. Çi erênî, çi jî neyênî be. Xema partiyên me ew e ku di bin baskên wan de rêxistinên wisa bimeşin. Ew rêxistin jî giraniyê didin propagendaya partî û serok û îdyolojia wê. Ku ji vê xêzika teng derkevin jî dê bêrol bimînin.

Şoreşa Sûriyê gelek tişt vejandin:
Deriyên ku li pêş tevgera civata sûrî û ya kurdên rojava hatibû asêkirin vebûn. Dîwarên tirsê ku mejî û ling û destên me pûç kiribûn herifîn. Bang û qêrînên ku bi dehên salan dixwestin der bibin der bûn. Pênûsên ji xîmavê miçiqî ku bêriya nivîsên ji destên azad kiribûn dest bi nivîsên azad kirin. Partiyên ku ji kêmbawerî wek noka li kevir bikeve ji hev pekiyabûn, li hev kom bûn. Rewşenbîrên ku bi hisreta rêxistineke xwe bûn, li xwe hayê bûn û vayê ”Hevbenda” xwe ava dikin, çend dengên ku ji vir û wir derdikevin jî dê li ser xêzeke qalind bighêjin hev û ava wan dê di cokeke paqij de biherike. Destên dîktatoran ji qirika milet derkeve dê hertişt normal û li gorî xwezayê bêne vejandin û ava golê dê zelal bibe.

www.arshev.net
28.02.2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...