Vexwendname Kongira Êzdiyên Sûrî ya giştî li Elmaniya

  Di 05.11.2011 an de li bajarê Hannover (Elmaniya) bi beşdarbûna jimarek rewşenbîr, nivîskar û çalakvanên siyasî civîneke berfereh ji Êzdiyên Sûrî re hate li darxistin.
Di vê civîn de ku ew bi xwe berdewamiya kar û xebata rewşnebîr û çalakvanên kurdên Êzdî ya sala bû, û piştî danûstandinên berfereh ku ji aliyên beşdarvanan ve li ser şûreşa Sûrî û rewşa Kurdan bi giştî û di nav de Êzdî hatin kirin, beşdarvanan biryara damezdarndina Encumena Êzdiyên Sûrî (E.Ê.S) sitand.
Û hetanî lidarxistina kongireya giştî ku gereke di nava şeş mehan de bê amadekirin û ji bo birêvebirina kar û xebatê komîteyek ji 9 kesan hate hilbijartin.

Hêjayî gotinê ye ku di vê dema bûrî de komîteya birêvebir pir bi çalakî xebata xwe birêvebir û dikarîbû di demeka kurt de danûstandin û têkiliyên xurt û pirên baweriyê di naverba xwe û jimarek mezin ji hêzên siyasî yên Kurdî û Erebî de ava bike.

Em di wê baweriyê de ne ku tevaya hêzên siyasî û tevaya damûdezgehên mafên mirovan û civata sivîl li sûrî û jidervayî sûrî bi hemî reng û dengên xwe ve bi zilim û zora ku li Êzdiyên Sûrî bûye û dibe baş agahdar in.
Lê em di wê baweriyê de ne jî ku bi anahiya xwedê û xortên şûreşa azadiyê li sûrî û tevegera azadîxwaza gelê kurd û hêzên demuqratîxwaz yên Erebî ku ji îro û pêve wê êdî nema kesek mafê me yê netewî, olî, civakî û siyasî binpê bikê, û me wek hemwelatiyên dawiya pêpelûkê bibîne.

Ji destpêka şûreşa Sûrî ve me wek Encumena Êzdiyên Sûrî helwesta xwe di derbarê çend xalên giring û pêwîst de eşkere û zelal kir ku ew jî ev in:

1- Êzdî kurd in û em her danûstandin û nîqaşeka berûvajî vê rastiyê di vê derbareyê de wek xiyanet dibînin.
2-Em bi rûxandina rêcîma Diktator re ne, û dibêjin roja azadiyê nêzîk bûye.
3- Em ê danûstandinê bê awarte û bi heman pêr û mêzênan bi tevaya hêzên siyasî yê welatparêz û demuqratîxwaz re li sûrî bikin.
4- Em hêvî ji hemî partî, hêz û rêxistinên Kurdî li Sûrî dikin, ku rêzê li tayîbetmendiya ma ya olî bigrin û ne wek giyanekî biyan li Encumena Êzdiyên Sûrî binerin.
5- Em ê bi hemî hêza xwe piştgiriya helwesta yekgirtî ya tevgera siyasî ya Kurdî li Sûrî di derbareya çareseriya pirsa Kurdî de bikin.
Xwîşk û birayên hêja,
Êzdiyên Sûrî yên ku li Elmaniya û Ewrupa dijîn,
ji bo nîqaşkirina van mijaran û gelek mijarên din yên ku bi hebûn û çarenûsa me
ve girêdayî ne, em we hemiyan bê awarte û bi dilekî xweş vexwendî Kongireya Êzdiyên Sûrî dikin.

Cî: Kavallerie str. 26
33602 Bielefeld
Dem: 10.03.2012
Demjimêr: 12.00 an
Ji bo têkilî û danûstandinan
Tel: 0157 74 94 26 29
Tel:0172 45 00 736

Tel: 0152 07 91 61 59

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…

Şivan Elwan

Kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî Ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê îro di 23ê Tebaxa 2026an de li bajarê Essenê yê Almanyayê bi serkeftî hate lidarxistin û bi dawî hat
di vê kongirê girîng de gelek endam û nûnerên Yekîtiyê beşdar bûn hin ji wan bi awayê rasterast hatin amade bûn û hinên din…