Ji bo bakrewan NISREDÎNÊ BIRHÎK xelkê Girkê-legê derketin xwepîşandanê

Girkê-legê /çarşem/22/2/2012/ demjimêr 12 ê nîvro: îro li bazargiha girkê-legê rê û resmên pêşwazîkirina pakrewanê leheng –NISREDÎNÊ BIRHÎK- bi xwepêşandanekê ji dora 5000 hezar kes hat wergerandin li dijî pîlangêriya zincîra terorkirinê û bi tundî hat riswakirin, û bi gul û wêneyên pakrewanê kurd û şoreşa sûriyê koma zêwa ya folklorê kurdî serkêşiya xwepêşandanê kir .û bi duruşmeyên gel dixwaze rejêm birûxe , bijî yekrêziya gelê kurd , pakrewan namirin , bijî biratiya kurd û ereb , û çend duruşmeyên dî ew xwepêşandan bi rêveçû ,
 paşê bi xweragirtineke suxte li ber sira dem û zivistanê li çelaxe pêşwaziya pakrewan û karwnên yawer ji  dost , heval ,…, çîn û twîjên civakî, siyasî û rewşenbîrî kirin , û li dora 8 ê êvarî  li gundê kevrê-dena hate bixakspartin , paşê çend gotin liser gorna pakrewan hatin xwendin : gotia encûmena niştîmanî ya kurd ji aliyê m. Simayîl hemê ve hat xwendin , gotina partiya demokrat a kurd li sûriyê (elpartî) ji aliyê m. Behzad dorsin ve hat xwendin , û çend gotinên dî ji aliyê rêxstinên partî , malbat , hoz û hevrêzên kur û ereb ,.., di gel birûskan ve hatin xwendin… Xweda wî bi behişta xwe şadbike.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…