Li kujerê Şêrzad digerim*

Heyder Omer
Heyder52@hotmail.de

                             Diyarî ji bo giyanê Şêrzad; kulîka ciwanan

Sala 1991ê min di helbestekê de got:
Kurdo! Bi kurdî rabe û daniş bi kurdî. Bi kurdî buxwe û vexwe bi kurdî. Bi kurdî govendê girêde û biken kurdî, ne tenê her tim tu digrî bi kurdî.
Ji wê rojê de, ez li xwe digerim, li te digerim, li wê û wî digerim, li wan digerim. Ne min xwe dît, ne hûn û ne ew. Tenê min rondikên kurdî û refê tîtiyan dîtin.

Ji sala 1965ê heya sala 2012ê, min ne pirtûkek û ne defterek hêşt, ne kovarek û ne rojnameyek hêşt, ne pênûsek û ne elfebayek hêşt, li kujerê Şêrzad; kulîlka ciwanan digerim. Min xwe û hûn û 32 patrî dîtin.
Ji wê hîngê de, min ne helbestvanek û ne nivîsevanek hêşt, ne nezanek û ne zanayek hêşt, ne rewşenbîrek û ne fîlozofek hêşt, ne şagirtek û ne maosteyek hêşt, ne bervedêrek û ne bijîjkek hêşt, li kujerê Şêrzad; kulîlka ciwanan digerim. Min xwe û hûn û 32 partî dîtin.
Ji wê hîngê de, min ne dengbêjek û ne sergovendek hêşt, ne bilûrvanek ne tenbûrvanek hêşt, ne gundiyek ne bajariyek hêşk, ne cotkarek ne karkerek hêşt, li kujerê Şêrzad; kulîlka ciwanan digerim. Min xwe û hûn û 32 partî dîtin.
Ji wê hîngê de, min ne olek û ne ayînek hêşt, ne mezhebek û ne têorek hêşt, ne dostek û ne  dijminek hêşt, li kujerê Şêrzad; kulîlka ciwanan digerim. Min xwe û hûn û 32 partî dîtin.
Ji wê hîngê de, min ne keçek û ne xortek hêşt, ne mêrek û ne jinek hêşt, ne biçûkek û mezinek hêşt, ne kalek û ne pîrejinek, hêşt, li kujerê Şêrzad; kulîlka ciwanan digerim. Min xwe û hûn û 32 partî dîtin.
Ji wê hîngê de, Ji çemê Dicle û ji Eyndîwarê heya çemê Êfrîn Çiyayê Kurmênc, min ne girek hêşk, ne deştek hêşt, ne pesarek û ne dagerînek hêşt, ne baxek û daristanek hêşt, ne gundek û ne bajarek hêşt, ne kolanek û ne berqefek hêşt, ne şikeftek û ne serayek hêşt, li kujerê Şêrzad; kulîlka ciwanan digerim. Min xwe û hûn û 32 partî dîtin.                               
                 Langenhagen/Elmanya, 18. 02. 2012
                          *******            ****          *******
·        Şêrzad. Ew xorte, ku navê wî Dr. Şêrzad Hacî Reşîd e, ji gundê Elemdara, Çiyayê Kurmênc e. Roja 09. 02. 2012 bi destê sûxurên rijîma Sûriyê hate revandin û kuştin, û roja din 10. 02. 2012 cendekê wî radestî malbata wî bû.

·        Ev deq roja 19. 02. 2012 di rêwresmên behiya Şêrzad de, li bajarê Herne/Elmanya, hate xwendin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...