Li Girkê-legê Mangirtin û ji bo girtiyên di zindanên rejêmê de

 Girkê-legê 13/2/2012 : demjimêr 3 ê piştî nîvro : wekû bersivdanekê ji bangewazên mangirtin û geşkirina şoreşê di vê heftiyê de û ji bo girtiyên di zindanên rejêmê de bi taybet çend endamên encûmena niştîmanî î kurd :rêzdar birahîm biro , mihemed yûsiv , û hevalên wan mihemed salih ,remezan umer , riyad îsa û ji bo hisên îso , şepal birahîm , û nazliya keçel ya ku ji serhildana 12 ê adara 2004 ê ve heta niha  di zindanên rejêmê de ye , dora 3000 hezar kes di nîvê bazargiha girkê-legê de mangirtineke aştiyane encamdan ,û duruşm û stranê şoreşgêrî ji bo rûxandina rejêmê hatin gotin .hejî gotinê ye ku ev mangirtin ji aliyê encûmena niştîmanî ya kurd û çend hevrêzên ciwanan hat rêxistin .    

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…