Sûriyê, Çîn û Rûsiya û berjewendî

Arşevê Oskan

Piştî dengdana ku li ´Encûmena Ewlakariya Cîhanî´ pêk hat, Rûsiya û Çîn rûyên xwe yên mafiyawî eşkere kirin. Herkesî nas kir û li herderê hat dîtin û bihîstin ku armanca yekemîn ya bikaranîna vê Vitoyê firotina çekan û kuştina xelkên Sûriyê ye. Welatên kendavê bi hev re biryar dan ku nema alavên bazirganiyê ji van herdu welatan bikirin û têkiliyên xwe bibirin.
Wer xuya dike ku ev biryar bandorek mezin li ser wan nekir, nîşana vê yekê jî ew e ku tu gav di vê çarçewê de paş ve nehatin avêtin. Bi taybet Rûsiya guhê xwe baş dide firotina çekan û vaye li ber çavan heroj tê dîtin ku bi wan çekan gelê sivîl li seranserê Sûriyê tên kuştin. Rêjîma Bass bajarên Sûriyê kirine zeviyê tecrûbe û ezmûneyên çekên rûsî. Zanyarên rewşê didin zanîn ku ji çekên Sûriyê tenê 25% mane û ev yek jî dide diyarkirin ku rewşa Sûriyê dijwar û lawaz dibe û bêçare ku dîsa dê rêjîm ji Rûsiyayê yan ji Îranê belkî di rêya Îraqê re çekan bixwaze.
Çîrokên ku ji destpêka şoreşê de ji aliyê rêjîmê ve tên dûbarekirin, xwedêgravê ”hin girûpên çekdar yên nerewa di sînorê Lubnan û Tirkiyê re derbasî Sûriyê dibin hene û aramiya welêt dixe metirsiyê û ew hêz jî ji aliyê welatên rojava û Îsrailê ve têne destekirin”  Dema ku navê Îsrailê tê gotin, hemû welatên ereb û musilman hêrs dibin û têne qermiçandin. Ev yek siyaseteke qirêj e ji rêjîmê dema ku li dijî oposisyonê bikar têne. Ev çîrok û çîvanok ketin  nav devê Rûs û Çîniyan jî û mîna benîşt hatin çûtin, tê bêje çima? Ji ber ku ji vê çîrokê pê ve tiştekî din tune bû ku bikin behane ji bo biryarên xwe yên dirûtiyê û keysebaziyê bikar bînin.
Ji welatên ku ketin ber bayê ”Buhara Ereban” berî ketina xwe dostên Rûsiyayê bûn û pereyên petrola wan hemû ji Rûsiya û Çînê re diçûn, lê niha tenê di destên wan de, Sûriyê maye û ew jî ji wan re di herêma rojhilatê de, bûye rawestgeha dawî ji bilî Îranê. Tiştê tê famkirin ku heta ji van herdu welatan bê, ew ê vê rêjîmê li ser lingan bihêlin û biparêzin, da ku şopa lingên wan li wir bê parastin. Tiştê ku nayê jibîrkirin û dibe cihê matmayînê ew e, ku di kêliya dawî û bêhêvîtiyê de, van dostan erzan difroşin. Kuştina sivîlên sûrî isbat û piştrast kir ku xwîna mirovan li cem van herdu welatan ardûyê berjewendîyên siyasetî û çekdarî ye.
Ew durişmên ku bi dehên salan li ser ”mafên belengazan û tevgerên azadîxwaz” dihatin dûbarekirin, hemû mîna kayeke pûç û zuha, di ber bayê rastiyê re ji hişên mirovan firiya… derket holê ku li cem wan petrol û dolar û çek ji xwîna mirovan buhatir in. Bi taybet jî ev gotin ji wan kesên ku navê çep li wan dihatin kirin û Sûriyê jî di nav de, ku di rastiya xwe de, dîktator û kedxwar û zalim in. Ji hin berdevkên rûsan derket çapemeniyê ku Rûsiyayê xwestiyê civîna Encûmena Ewlekarî bimîne piştî serdana şandeya wan ku çûn Sûriyê lê endamên din ev yek nepejirandine loma wan ev vîto bikar anîne, wekî ku kurd dibêjin ”Uzir ji qebhetê mezintir kirin” wan jî ji bo kîna xwe li dijî hin endamên Encûmenê xwîna bi hezaran welatiyên Sûriyê kirine qurban. Lê serdana wan ya ku 8.2.2012 pêk hat û wek dihat texmînkirin bê encam ma, ji ber ku diyaloga ku wan dixwest di navbera oposisyon û rêjîmê de, gihişt cihekî xetimî.. tenê mercê yekem ji oposisyonê, rûxandina rêjîmê bi hemû şaxên xwe ve û dadgehkirina wê di Dadgehên Navnetewî ye.
www.arshev.net

10.02.2012

    

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rêber Hebûn

Tu niha nemirî

ev navdarî hezkiriyên te û helbestê avêtibûn li rex navê te

Û tu jî derbasî warên mirinê dibî

Ji me re helbesteke bê deng û pozbilind bixwîne

Derfet ji te re vekiriye

Ne tenê 5 xulek

Ne 10 xulek

Ne…

Komîteya Birêvrbir ya YGNRKS, û bi navê hemû hevalên Yekîtiya me radigihîne ko helbestevan û nivîskar Mizgîn Hesko koça dawî kir, şeva bûrî li nexweşxaneyeke Elmanya dilê wê rawestiya, ew jî piştî kêferateke dijwar û dirêj bi nexweşiyê re, wilo jî bê rawestan karê xwe yê nivîsandina helbestan dikir, heya ko hejmara pirtûkên…

İSKAN TOLUN / Köln.

Îro, di gelek nûçeyade Amedspor derbas dibû. Lê mixabin, dîsa bi astengîya hatibû rojevê. Belê, ew Amedspor a ku, di dilê medeye û bûye sembol…

Vê neqlê, ji ber ku, tenê du peyvên (Koma me, bona we) bi zimanê dayîkê li ser perçek caw, an jî formên…

Tengezar Marînî

Ez rojbûna hunermenda dengxweş, kurdperwer û pêşeng Aslîka Qair bi boneya 80 saliya wê pîroz dikim, temenekî dirêj, tendurust bo wê dixwazim û daxwaza lêbuhurînê dikim, ku min nikarîbû beşdar bibim. Ez vê helbestê diyarî hunermend Aslîka dikim

===========

Li hevrazan,

dengek bilind dibe,

tîrêjeke ronahiyê…