Pirpirîka xewnê

Narîn Omer
narinomer76@gmail.com

Di xewa şêrîn de razayî bî pirpirîka xewnan ramûsanek
li ser eniya wê neqişand, û çend peyvên zelal pêre.

Bi kêf hişyar dibe, tiliyên xwe bi lêvan ve tîne û ramûsanên serxweş jêre dişîne.
Pirpirîk çengan li hev dixe û nîşan dide kû ew li pey firdana wê biçe.
Diçe, diçe, û çi dibîne!? Çavên wê bi çi dikeve!?
Xwe dibîne di xaka cîwarê de, li ser zemîna berfereh, bi aferîdeyên weke xwe re dijî, aferîdeyên kû ji nû ve li xwezeya xwe vegeryane, her yek ji wan li gor nijad û birek û celebên xwe.
Mirov vegerane bi hest û nestên xwe ve, bi guman û ramanên xwe ve.
Cenawer û lawir qesta cih û warê xwe kirine, û çêregehên xwe.
Şînkayî silavên pişûkdan û pşûkêşanê bi bayê zelal re diguhore.
Bang li pirpirîkê dike, dixwaze ew çend bersivan bo wê ronî û şîrove bike.
Bi livandina hevjînê xwe re hişyar dibe, dibîne kû ew di bin nivînê de xwe qulipandî hev dike û ew bi çend gotinên nedyar di peyive, tişta hişê wê dikşîne peyva (Pirpirîkê) ye.
Wî bi lez hişyar dike, hevjîn xwe aciz dike, dibêje:
-Bizava tiliyên te ez ji xewna herî xweş û giring rakirim.
-Lê ez dizanim wê hişê te bi çi bipeyive, çimkî Pirpirîka hevalcêwîya wê mêvan û aramxweşa geryana xewna me herdiwan bî ji destpêkê ve heta bêdawiya xewnê.
-Bê dawiya xewnê! Ango…?
Serî dihejîne;
-Erê bê…..ango…û gurzek kenê xemilandî di lêv û çavan de diçînin.    

   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Hemo

Kê ji dil de hezkiribe, êdî bawer nake ku xeraptrîn; jiyana cengêye.

Raste! Şer dikare laşan bêxîne, lê hezkirin jî dikare, rûmetê bêxîne.

Hezkirin di welatê me de wek Çokelatê erzan e: bi kaxetên ciwan tên pêçan, lê zû bi meran de vedidin; li şûna ku merov dilxweş bik, merov dicersîne.

Ger merov bi qurbaniyên evînê hest bibe, hêstirên xwe ji qurbanên qeza û cengan re namînin.

Demekê min kompaniyek li Hewlêrê bi rê ve dibir. Karmendekî me li deriyê min da û got:

Mamoste, keçek Sûrî bi tenê ye, doza kar dike.

Min got:

Başe, ger wisa ye, guneh e, bila kar bike!

Turbîlekê bide dest wê xortê di metbexê de û metbexê bide destê keçikê!

Min jî wisa, bi dilnermî, kompaniyê bi rê ve dibir; ne bi duristî.

Roja din ez çûm kar. Gava ez ketim deriyê bîroya xwe, min dît her tişt pak û li hevhatiye. Ez pêhest bûm ku destekî nû ketîye nivîsgeha min. Min ji karmendekê re got:

Çi bi nivîsgeha min hatî?

Wê bi berkenkî şermokî got:

Ew keça Sûrî ya ku nû ketîye kar, pak kirî.

Hîn em daxfîn. Wê karmenda nû qehwe ji me re anî.

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…