QAZÎ MIHEMED AFERÎ

LAZGÎN DÊRÛNÎ

Rabin pevre em li bîraxwe bînin
Sirûda serxwebûnê em bixwînin
Ala rengîn serxwere bi hejînin

Pêşewe QAZÎ MIHEMMED bîr bînin
Rêberê milet bi rêkir ew li pêş
Karker û cotkar civandin bû ser kêş
Bûne leheng bûne hêz bûne artêş
Bûne wek ava kû di çê li ser êş

Biryara serxwebûnê bû diyarî
KURDÊN dilsoz hemî bûn alîkarî
Dest dane hev li hember wî neyarî
Ew dijminê xwîna KURDA vexwarî

Nevyê ZERDEŞT û MANÎ û MÎDIYA
Ji newal û ji asêgeh û çiya
Serî hildan tev rabûne ser piya
Dijmin ji dengê şoreşê reviya

Komarek serbixwe hingî te çêkir
Navê KURD û KURDISTANÊ te lê kir
Ala rengîn neqşê rojê te tê kir
MEHABADÊ çi paytextek pîrozkir

Li nav KURDA ti şêrî wek lehengî
Li CÎHANÊ çi bi nav û dengî
Li meydana ÇAR ÇIRA şox û şengî
Li nav karwanê şehîda pêşengî

Ew xwîna te fener û ronahiye
Bersiv li himber dijmina dayîye
Te gote wan her KURDEK ew QAZÎYE
Ji KURDA re bû bîr û bawerîye
21/1/2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...