Ma gelo (mêjû-windakirin) bo me pêwîste ta ku em bibin yek?

Dr. Zara Salih
 

Heger em lêvegerekê li ser rewşa dîroka siyasî û civakî ya gelê kurd çêbikin, wê gelek diyardeyên balkêş xwe bînin ziman ku mirov matmay dimîne. Loma gelek pirs xwe tênin ziman ku em weke kurd, netewek cuda lêkolînê bikin bo vê bingeha saykolojî ku em bêtir dinav xwe de dibînin!!
Yek ji wan diyardeyan ku her kes ji me pir caran di mêjiyê xwe de dibê û têne, û pirs dike bê çima em kurd nikarin hev bi pejirînin (qebûlkin), yan jî bibin yek, yan jî bi kêmanî dibin konekî kurdî de tenê kar bikin?
Her weha çima em nikarin dibin siya sîmbolên daxwazên kurdî de xwe kom bikin, bê ku em dûrî kesayetiyê bikevin? Helbet ev pirsa han li cem peraniya miletê me tê kirin. Gelek bersiv tên gotin û bi şêwek reşbînî, hin dibêjin em miletekî jihev heznakin, hin din dibêjin ji roja roj em wilio ne û ta hin wê çîroka efsaneyi dibêjin ku Muhhamed pêxember nifir li me kirine ta em bi ser nekevin û nebin yek. Û hin din jî baweriya xwe bi hebûna (kewa) li erda Kurdistanê tînin ku em weke wanin, û gelek ji van gotûbêjan ku nimûne pir hene ji wan di dîroka kurdî de.
Dîroknasê kurd yê navdar(Şerefxanê Bedlîsî), di pirtûka (dîroka mîrnişîniyên kurdan ) de gelek nimûne anîne ziman li ser vê dijberî û pevçûna bira û bira ango ya miletê kurd xwe bixwe, û bê çawa kurdan her û her xizmeta dijmin kiriye, lê ti carî serî danexistiye jibo (birayê xwe yê kurd). Li Kurdistana Iraqê(başûr), herdu hêzên kurdî lihev nekirin ta ku wezîra emrîkî (Madlîn Olbraît) zor li wan kir û şerê xwe rawestandin, jiber çima ne kurd bu!!!
Îro ev ezmûna han li Kurdistana-Sûriyê xweşik tê diyarkirin, di demekê de ku şoreşa Sûrî giha radeyek bilind û azadî nêzîk bûye, hîn em kurd bihev lebikî ne û em nikarin dibin wan siloganên miletê xwe de kar bikin, ew daxuazên ku tev ciwan û hêzên siyasî di hildin li celdê (Qsmişlo, Amûdê, Derbêsiyê, Serê kaniyê, Kobanê, Efrînê), ma ne em tev doza mafê çarenûsî, hebûna netewa kurd di desturê de dikin ku welatê Sûrî bibe Federalî. Em tev vê dozê di ware teorî û pratîkê de dixuazin , lê çima her kes û her hêz xwe tenê dibîne û pirsa berjewendiyên kurdî nake ku tenê gereke me bighîne hevdu!!
Li hember wê jî, rikberiya erebî nedihate xwiyakirin berî şoreşê, lê me dît weke kuliha derketin û encûmen damezrandin li hundir û derve, û kurd li pey wan man teke teka, û nikarîbûn xwe bikin yekhêz nûnertiya kurdî bikin, bi rastî ev şermeke mezine û pêwîste ku berjewendiyên netewa kurdî her li pêşbin diber yên niştimanî de.
Gelek sedemên kûr û dûr hene jiber vê reşbîniya gelê kurd. Bindestiya bi sedê salan ku kurdan nikarîbûn welatekî serbixwe ava bikin, û man wek kesekî sêwî û bê pişt û şanazî ku bû sedema ne avakirina kesayetiya kurdî serbixwe û ev bû ku hişt ew komplêksa(girêka – kesekî kêm), her û her wî xwe nedîtiye serfiraz, tenê bindeste û xizmeta xeynî xwe dike, lê hember birayê xwe yê kurd xwe dibîne serdest û tiştekî jê qebûl nake û dixwazê ku wî pîs jî bike yan kêm bike hin caran û hemû nexweşiyên xwe di civaka kurdî de bikar têne. Ev girêka ku em bi kêmbûnê dihesin , dihêlê ku her kes wê valabûne dagrê di civaka kurdî de û her yek xwe mezin bibîne li ser yên din (weke axakî berê), lê dibin lepek hember kesekî ereb û beyanî. Loma ev nakokî di rewşa siyasî îro peyda dibin û bizava me tertû bela ye, her kes ji me ev hest li cem hene, lê em nikarin xwe ji van nexweşiyan bişon û paqij bikin bo demeke dîrokî nû weke roja îro ku welatê Sûrî û rêjîm ber bi ketinê ve dice, lê hîn em lixwe digerin û ta niha me xwe ne dîtiye di kirasê kurdî yê rengîn de ku em tev weke alekê li xwe bikin û di hundirê wê de doza xwe pêş bixin û berî her tiştî kêlîkek tenê em lixwe vegerin û ezîtiyê bavêjin, bawerim em êdî Karin gavin baş bavêjin bo bedestxistina mafê kurdî yên netewî û wê çaxê em ê gelekî şanazbin bixwe weke laşekî kurdî xwedî hêzeke mezin.  

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…