Mişel Osman
( bavê Nisrîn )
Diyarî:
mamoste Mehmûd Sebrî
Gava rondik
di çavên mêrxasan de
diçrisin
tu tê bîra min
dayê
Kelogirî dibim.
Ava hêlê
Tê bîra min
Piştiyên pûş
Nanê tenûrê
Kilora pevçûnê
Bo dismalê
Çendî caran
Agirê tifikê gûr dibû
Çi bêjim
Dayê
Çi nebêjim
Li ser wî qelaçî
Kereng û pîvong
Berdana bîstana terhikên
di bin kulînê de
Jiyana
di nêv ebriwên bavê min de
windayî
Bi hezaran pirs û raz
Bi hezaran çîrok nayên xwendin
Wê çaxê
zaroktiya min
destpêdikir
Li ser erzêlê
dihate raxistin
Dengê birûsk û tavan ne bes bû
Bi ser de sawa gurê manco
Çendî caran
maldarên gund
kîvroşkên me di qulikan de
dikuştin
Çendî caran
ji dara tuwê
çivîk dixistin
Hemû tişt tanîn xwar
dîwar,beşt
pelpelûkên bin erdê
û çira
Dara tuwê
kirin êzing
Di goristanek bê gor de
bavê min winda kirin
Pirsên giran
sar û germ
di bêdengiyê de
Ava hêlê
Tê bîra min
Piştiyên pûş
Nanê tenûrê
Kilora pevçûnê
Bo dismalê
Çendî caran
Agirê tifikê gûr dibû
Çi bêjim
Dayê
Çi nebêjim
Li ser wî qelaçî
Kereng û pîvong
Berdana bîstana terhikên
di bin kulînê de
Jiyana
di nêv ebriwên bavê min de
windayî
Bi hezaran pirs û raz
Bi hezaran çîrok nayên xwendin
Wê çaxê
zaroktiya min
destpêdikir
Li ser erzêlê
dihate raxistin
Dengê birûsk û tavan ne bes bû
Bi ser de sawa gurê manco
Çendî caran
maldarên gund
kîvroşkên me di qulikan de
dikuştin
Çendî caran
ji dara tuwê
çivîk dixistin
Hemû tişt tanîn xwar
dîwar,beşt
pelpelûkên bin erdê
û çira
Dara tuwê
kirin êzing
Di goristanek bê gor de
bavê min winda kirin
Pirsên giran
sar û germ
di bêdengiyê de
li hev pêçandin.