Ber bi rojin geş ve

Dr. Heznî Haco
heznihajo@hotmail.com

Welat bi giştî, lê em kurd bi taybetî ketine gerînokekê û serê tayê guloka rîs ji me ve wenda bûye. Me ne dezgehên parastinê, ne yên plandanînê ne jî xwedan AWAX yan firokeyên bê pîlot in. Ji ber vê yekê em berî danê nîvro yan êvaran li hev dicivin, ji aş û bajar şîroeyan dikin. Çavkaniyên şîroveyên me ji bihîstine nûçe û nirxandinên kenalên kurdî, erebî yan biyanî tên. Lê pirraniya me li ser wê yekê li hev dikin ku êdî têkçûna vê sistemê – ya ku hovîtiyek kesnedîtî daye ber xwe – wek programkirî dibînin. Rexnekirin û car bi car devjeniya rêxistinên me jî beşek ne kêm ji gengeşeyên me distîne.
 Em carnan dilê xwe bi xwe xweş dikin dema dibînin çawa siyasetmedarên navdar û rojnamevanên xwedan analîzên kûr doh çi digotin û niha çawa berevajî dîtinên xwe derdikevin.
Di derbara rewşa Lîbyayê de her kes zû tê gihişt ku zirt û fortên Qeddafî dê li ber bayê biçin. Ku pêvajo hinekî domtir kir ne ji ber berxwedana wî û alîgerên wî bû. Zilhêzên dinyayê, bi bêhnferehiyek bê wijdan – ku bi hezaran kes bûn gorî –   dijberên wî yek bi yek di bin mikroskopan re derbas kirin, daxwazên xwe bi wan dan pejirandin û piştre ew, zarokên wî û xeleka teng li dor wan kirin çêlkew. Bi kuştina wî re jî xwestin gelek tişt werin bincilkirin.
Di pêla şoreşên buhara ereban de xuya ye ku Tûnisiyan karibû bi ruyekî sipîir xwe ji vê gevzînokê derînin.
Sûrî, ya ku beşek ji gel û xaka me di nav de ye, berê xwe daye taristanekê ku çîkek ronahî di dawiya pêvajoya wê de xuya nake.
Sûrî, ya di kêleka Libnan de, ku di rojhilata navîn de kaniya zanîn û pêşketinê bû, bi saya serê du îdyolojiyên hişk û nemirovane ev welat wergerandne gastînek ji hovîtiyê ku rojên Kerbelayê tîne bîra mirov. Gelê belengaz, yê tî û birçiyê azadiyê ye, di navbera feraşan, bi taybetî yên leşker û dezgehên ewlekariyê de, tê hêrandin.
Tevî hemu komplo û hinek talûkeyan, ez bi xweşbînî temaşeyî paşeroja me kurdan dikim, ji ber ku buhara me kurdan ji mêj ve destpê kiriye. Di van salên dawî de min berhem û nîşanên vê buhara destpêkirî dîtin.
Di payiza 2006an de, çavên min bi serdana perlementoya başûr ronî bûn.
Li Amedê, dezgehên Institûta kurdî, Azadiya Welat, navenda çanda Dicle û Firat, Navenda Cegerxwîn a konferensan û Navenda çandê ya Mîtannî li Nisêbînê, çavên min ronîtir kirin.
Li Qamişlo, ez bi dilxweşî ketim hola Dr. Nûredîn Zaza, serokê yekemîn û têkoşerê herî zana û wêrek yê PDK-Sûrî.
Di van demên dawî de hijmarek ne kêm ji navendên çandê û dibistanên kurdî ji Dêrika Hemko ta Efrîn tên vekirin. Di vekirina dibistana gorbuhişt Egîd li taxa Qidûr Beg de, hêstirên zuwa dan çavên min dema min ew komên zarokan, pîtên kurdî di destan, dît.
Di 14ê nîsana vê salê de rojek dîrokî li min çû. Roja pirraniya rêxistinên kurd li taxa Hilêliya Qamişlo bi hev re daxuyaniyek hevgirtinê ragihandin. Mixabin ku ev lihevbanîn nîvco ma, lê xweşbextane nûçeyên dawî didin xuyakirin ku hewldanin dilsozane di rê de ne ku yekdengiyek were avakirin.
Di serî de ji keç û xortên me, ku arduyên şoreşa ne, tê xwestin fişara li ser rêxistinan sist nekin da ev armanca pîroz here serî.
Tenê bi yekdengiya xwe em dê bikaribin mafên xwe bi her desthilatdarên werin re bidin pejirandin û wan mafan di yasaya nû, ya paşeroja Sûrî de bidin çespandin.

Bayekî xurt yê azadiyê rabûye, ka em jî keviran li ber vî bayî bidêrin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dildar Aştî
Deşta șîna min
Berferhe bê pîvan e
Çiyayên xemên min
Di asoyên keserê de
Serê xwe reş girêdane…
Dilê min
Çalake bê westan e
Ji bo wisa evqase derd
Ji ser dilên xelkên doran
Civandine
Di kendavên birînê de
Bi bêhrî hêwirandine!…

Şevekê
Li pala derîyekî ker
Min maçek wêne dikir
Sibeha din
Bûm tewanbarê evînê!…
Êvarekê
Li ber kaniyeke perwer
Min gulek şermîn bêhn dikir
Sibeha din
Bûm nîşana tîrên kînê!…

Li gunehê min bipirsin
Ez…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Dema qeşmer dibin serwer

Tişt tev dibin bê serûber

Dizzek dibin xwedî saman

Dilsoz dimînin bê mefer

Civak hemî windadibê

Tiştên kirêt tev têne der

Xwenda û jîr, kesên dilêr

Dıbın rêwî j,welêt tên der

Çirtik dibin tev pêşîvan

Agir …

Hozanê Girkundê
Li wê taxa ji bîrbûyî peyvên pîr ji nav
Dîwarên wê direvin
Ù giyanê min
Li bin guhê hev dikeve
Li wê sikaka
ku bi hezarên keseran
Di qelîştekê wê de
Ji çongan
diketin û kincên xemgîniyê
Li xwe dikirin
Li wê…

Ehmed Ismaîl ISMAÎL

Wergerandin : Fewaz EBDÊ

(Cih hewşa xaniyekî kevne, dîwarên xênî bi kelpîç û heriyê ne, bandora kevne_salan li ser xuyaniye. Li qorziya hewşê bîrek heye, û di ortê de dareke tiwa yî şax li hev geryayî. Kalemêrek ji kevne_dergehekî textî yê odeke nizm derbas dibe, li qelevîskan li…