Zordar li ber çavên rojê kor dimînin


Emer  Isma`îl

Zordar te şova me ya bi cotê Kihêlan
 Bi xûn û xuhdana bav û kalan
Tovê xwe lê reşand û bi zordarî we çandin

Zordar te zimanê zarokan hilkişandin
Û zimanê xwe yê xwar tijî devê me kirin
Û viz navê dayîka xwe dibêjin
Te em kirin mêvanên perîşan
 li ber dergehên malên xwe 
Û ava bîrên me çikandin
 û em ji têhna ziwakirin
Te gulîstanên me wêrankirin
û bi pepikên xwe yên qirêj gul perçiqandin
Te kevokên aştiyê li esmanê welatê me
 çengokirin û kundê kor li şûna bilbilan dixwînin
Te milet gêj û mêjkir ji bo pariya nanê ziwa
 û mirovatî di bin lingên te de dikazînin
Te dergûşên me vale hiştin û tovê jiyanê dibirin
We li her şahiyekî konekê reş vegirtin
û welat tejî dînên bicilkirinJi ber xuya ne kin
Lê hûn nikarin roja azadiyê kor bikin
Hûn nikarin çinarên zozana bêber bihêlin
Hûn nikarin zimanê gelan xwar û vîç bikin
Hûn nikarin bazên li esmana çengo bikin
Lê belê dawiya Dêwên mirovxwer şerê siha xwe dikin
Û li qularê tarî û avrêjan digerin

Li ber çavên rojê zordar kor dimînin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…

Rabhan Ramadan

Ji dilekî ku kûta bîna xwe diyarî Kurd û Kurdistanê kiriye, û ji lîstika hestên ku tije keser û evîn in, dîwana “Warê Rojê” ya helbestvan mamoste Sîmko Botanî tê; da ku ji me re helbestên ku bi şêwazekî wêjeyî yê bilind, şirîn û helbestkî hatine hûnandin, pêşkêş bike. Ew…

Beşîr Botanî

Çîroka Stiranê

Hunermend Alan Botan, navê wî li nasnamê Şahîn Muhsin Derwîş e. Ew nevyê Egîd Axê û Xemse Bişarê Çeto ye (Egîd û Xemse dêbavên diya wî ne). Ewî sala 1988an li Stockholmê got min:

Min stirana (Min bêriya te kiriye) li ser dapîra xwe Xemsê nivîsî û jê re…

Emel Hesen

Serok û serkêş Pêşmerge ye
Xak û weten Pêşmerge ye
Al û netew Pêşmerge ye
Sûnd û peyman Pêşmerge ye
Berz û bilind Pêşmerge ye

Rêbaza Gel Pêşmerge ye

Şoreş û milet Pêşmerge ye
Ceng û ceper Pêşmerge ye
Eylûl û Golan Pêşmerge ye
Mahabad û Koban Pêşmerge ye
Kurdistana sor Pêşmerge ye

Raperîna Gel…