MIRINA REŞO

Salih Bozan
Salihbozan@yahoo.com

Reşo xwe dît ne dît şivan bû, ji zarokiya xwe de kete ber vî karî. Hîn salên wî ne gihîştibûn heftan çû ber kar û berxan.
Ji tavsorka sibê de, diya wî deng lê dikir: law Reşo..ji xew rabe, kar û berxên gund ji kozên xwe derketin û berve zadan direvine, zû here wan vegerîne, berî wan bi çolê de, bira axa disa ser bavê te de neke hêlehêl.

Reşo ji ciyê xwe bi cangiranî derdiket û xas direviya pêş kar û berxan. Şihjikan nigên wî yên teziyayî diqurincandin, loma bi tirs pêle zemîn dikir, û bi rêve çavên xwe yên tiji xew û zîç bi pişta destê xwe misdida.
Bi tîrêjên rojê re dikete pêş keriyê kar û berxan, bi awazekî xemgîn bang li wan dikir, û hêdî hêdî ji gund derdiket.
Piştî çend salan ew bû şivanê keriyek dewar, û cihana wî bû çola bê sînor, kişwera ew tê de paşa yê bê heval û hogir bû.Wî jiyana xwe bi dewarê xwe re didomand, hemû mitên qeracan nasdikir; navên wan, kîçax hêşintên, kîçax hişk dibin, çi digrin, çi ji mêweyên wan tên xwarin, çi nayên xwarin. Ew ji lawiran ne ditirsiya, navên wan azberkiribû, çi dixwin çi naxwin, kîçax dizên, kîçax hildibirin, û baş zanibû çawa yên goştên wan tê xwarin nêçîr bike.
Reşo ji demê çi pê gereg bû dizanibû, wî demsal bê rojname nasdikir, zivistanê li ewran dinihêrî û zanibû ewre bi baranin lê stewrin, ji pûk û bahozan ne ditirsiya, kêfa wî ji birûskan re dihat, gava ku birûsk zêdetirîn vedidan û çixîzên agirê sor di nav ewran de dibirûsîn, wî ber xwe de digot: hîro firîşte yê Mîkayêl xeyêdîye, û hişkan qamçê xwe li piştê ewran dixî, eceb dike wan kuda bajo?.
Reşo navên mehan nizanibû, katjmer nasnedikir, pir caran bi hestên xwe wext dizanibû. Xeynî zivistanê, wî li bejna royî dinihêrî û wext nişan dikir. Carekê axê gund katjmêreke xwe ye nû kirî û a xwe ya kevin da Reşo. Xêrxwazan ew hokire katjmêrê. Lê piştî çend heftan, carekê hate gund û çû cem axê, jê re got: axa ji te re katjmêra te. Axa lê ecêbmayî ma, û jê pirsî: law Reşo.., çima tu vedigerînî?, min belaş dat te, tu timî li çolanî, katijmêr ji te re gellek girînge. Reşo jê re got: axê min, zor spas ji comerdiya te re, lê va ciwa bi min negerege, ez û wê lihev nakin; ew wextê min hûrikhûrik dike; û tim min bi van hûrikên wextê re hişyar dike, ji tevahiya ro û şevê sê çar nîşanên wextê bi min geregin, ew hûrikên wextê serî min dêşînin.
Reşo miyên xwe yek bi yek nasdikir, her yek çend salî ye, çend caran za ye, dolê kîjan berani ye, û ji cem xwe de nav li gellekan kiribû. Wî nav bi mezacê xwe li wan dikir, ji yên hezdikir, navên weke serbilidê, çav reşê, milahîmê li wan dikir. A ji yên hez ne dikir navên weke serhişkê, terêxê, poz bi like li wan dikir.
Kêfa wî zêdetirîn ji şevê re dihat, bi taybetî şevên bê hîv. Gava dewarê wî têrbû, û li kêleka wî dimexelî, wê çaxê li ser pişta xwe vediket, kayîkên miyan di gohê wî de lîstika dengan bû, û ji xwe re li stêrên ezmên dinihêrî. Wî gellek stêr bi nav nasdikir, kîjan stêra di kîjan wextê şevê de û li kê derê aso hiltê, li ku dice ava. Di kîjan wextê şevê de ku hişyar dibû, wî li stêran dinihêrî, û zanibû çiqas ji şevê çû ye, çiqas ma ye. Gava dengê qeyîjik û tîtiyan dihatê, wî dizanibû ku êdina berbange. Wêçaxê xwe amededikir ku keriyê xwe ji mexelê rake, û li çêra wan bigere.
Va kultûra Reşo bû, û wekî din tiştek ji vê cihanê nizanibû, û ne jî ji civata mirovan. Ti carî wî nimêj ne kiribû, tew nimêj nizanibû, lê baweriya wî bi Xwedê kûrbû, Xwedê yî wî bi xûristiyê de grêdayî bû, gava pûk û serma zêdedibû, gava bahoz girgîn dibû, tav û pirûskan dikire gure gur û şeqe şeq, wî wê wêçaxê dizanibû ku Xwedê gellek xeyîdiye, mirov zêdetirîn gunehan dikine. Ew li ber Xwedê digeriya, jê dixast ku gunekaran efû bike, û digot : Xwedêwoo.. ma çi gunehê min û miyên min hene, çi gunehê lawirên çolan hene, ku tu ji bo nankoran me jî didî ber xwe.
Lê gava di biharê de zemîn janvejîn dibû, keskahiyê weke xaliyan xwe li ser hemû çiya û deştan rêdixist, tîna royê hestiyên wî germdikir, wî ber xwe de  digot: Xwedê gellek hîro bextewere.
Jiyana Reşo weha siste sist meşiya. Bav û diya wî mirin, du birayên wî yên jê çûktir mezinbûn, zewicîn, zarokên wan beyîdabûn, li ser pişta wî bi mal bûn, û Reşo di rewşa xwe de ma; şivanê keriyê gund.
Wî di hundirî xwe de dizanibû ku birayên wî pêdikenin, li zewaca wî mijûl na bin, û ne li jiyana wî ya hovane, weke ku Xwedê ew ji şivaniyê re da ye.
Salên Reşo şêst derbaskirin, meziniyê pişta wî xûz kir, rû qermiçî, nig sistbûn, û gundî mecbûrbûn şivanekî din bigrin, û ew li ezelê ma, bê xwedî, bê jin û zarok, bê mal, û bê dost û hogir,. Ew hînni bi tenahiya xwe hestbû. Di hundirî xwe de gellek xemgînbû, lê nizanibû xemgîniya xwe aşkere bikira. Yek caran ji xwe pirsdikir: çawa ew gîşte vê rewşê? bi salane ji civata mirovan qutbû ye, bi dewar û cola îsiz re jiyanbû ye. Û li dawiyê bi xwe re digot:”””””””” qaskiya ez di şivaniya xwe de bimra ma?””””””””.
Reşo weha li jiyana xwe vedigeriya, lê nuxtika tewre dijwar, çima ew ne zewicî. Ma çî wî kêmbû. Ew ji wexta ku bi peyatiya xwe hestbû dixwest bizewice, lê bavê wî guh ne dat vê xasteka wî, û paşê herdu birayên wî jî. Çendîn agirek di hundirî wî de yekcaran gurdibû û alewîyên germ di pozî wî re derdiketin, gava jinên gund ku dihatin bêriyê, li dor Reşo komdibûn, henekên xwe pêdikirin, bihev re dogotin:”””””””” ji Reşo metirsin, ew nêremê ye, tiştekî peyatî bi wî re tine ye, ew weke me ye, bes simêlên xwe hene. Hinekan jî wan digot simêlê î di nav çaqên me de jî hene. Reşa bi xwe bawerbû ku peya ye, ew carcaran li çolê tevleşe kera xwe dibû.
Di jiyana xwe de Reşo çend caran navê bajarê Helebê bihîstibû: jê re digotin Heleb gellekî mezine, avahî weke miyên te berhev de rêzin, kolan û çarşiyên xwe dirêjin, li her aliyên wan dûkan di berhev de ne, û tijî hûrmûrin, tu çi dixwazî ew heye. Jê re digotin millet li Helebê wekî axê pire,di navhev re mîna muriyan dimeşin.
Reşo xast li dawiya jiyana xwe Heleb bibîne. Û rojekê li Postê  siwarbû û berê xwe da Helebê.*
Bi rêva nasekî wî jê pirsî: law Reşo tu kuda darî?. Reşo got: ez darime Helebê. Nasê wî jê re got: law tu yî li Helebê winda bibî, û kesî te vegerîne gund li wir ti ne ye. Reşo got: law ez çê xerab çend peyvên erebî lihevtînim, ezê xwe bidebirînim.
Reşo gîşte Helebê, li ber avahiyên bilind sekinî û ji xwe re li millet nihêrî, li dûkanên tijî hemû babetên tiştan, û di ber xwe de got: weyî bavo….va cihaneke dine, va ne çola mine îsize, li vir ne mî hene, ne teyr û tilûr, Xwedê zane ku xelkê cihanê gîşkî li vir hatine cemhev.
Reşo weke dînekî di bajêr de geriya, li koşeyekî kolanekê nihêrî, dît ku komek mirov li wir sekinîne, etûran dikirine û li ser nigan dixwine. Ew bi birçîbûna xwe hest bû, berve wan çû, wî jî etûrekî xwe kirî û dest bi xwarina wî kir. Ji nişkava got: weyî bavo.. çi xwarineke xweşe, va ne şorbe meyî ye, ne şorbe maste, va ne gêrmi ye, ne çîgî niskane, çi li Helebê tiştên xweş hene.
Reş dîsa di bajêr de geriya, carekê li mêdanekê derket, di navenda mêdanê de istûneke kevirî bilind skinî bû, li ser istûnê katjmêreke mîna katijmêra axê hatibû danîn. Bes va katjmêra sed qatî ji ya axê mezintirbû, çepelên xwe qasî qoçê nêriyekî du salî bûn.
Gava li jêrî istûnê niherî, wî dit ku mirovekî desmalek weke sivrakê rêxistiye, û kom kom toxim û mitên bi çûk li ser daniye, û weke delalî bazarê dewêr dizûre: werin.. werin bikirin, va mita dermanê bawiyê ye, va ji kurçikê re ye, vî mitî di avê de bikelîne û wê avê vexwe tu zivistanê pê de bi sitamê nakevî, û ji nişkava dengê xwe dibirî, piştî hewşekî disa diqiriya, werin.. a va mita dibe dar mêweyekê digre ku tu bixwî tu careke din vedigerî xortekî çardesalî, û ber xwe de dikeniya.
Reşo nêzike wî mirovî çû, û ber çavên wî re jiyana wî ya şivantî careke din derbas bû, û bêdeng bi xwe re got: erêêê va mita bi min gerege. Reşo mit kirî, û li gundê xwe vegeriya.
Di cîda wî ew şitla di ber xaniyê xwe de çand, bi kevir û kerpîçan sînor kir, û mejiyê Reşa cara yekem tijî hêvî bû.
Mitê Reşo sal bi sal dirêj bû, şaxên xwe ji hev vekşiyan, pelg dan, û hêviyên Reşo jî sal bi sal zêdetir dibûn, ew li bende mêweya dar xwe germ û sar dibû.
Reşo kal bû, heftê sal derbaskir,, êdina ji mal dernediket, bi ro û şev xwe dabû ber dara xwe, hêviyên rengîn lihev dihûna, û salê pê de bi xwe re digot: ku hîcar ez xort bibim, ez zanim eze çi bikim, û nefeseke kûr dikşand, ezê berî gîşkî bizewicim, ji vî gundî derkevim, ezê herim bajarê Helebê, karekî xwe bibînim, ji bo ku di jiyana xwe ya duyem de rû yê miyan  û ê axê nebînim.
Rojekê mirovek li Reşo bû mêvan,, li ber raketinê mêvên ji Reşo pirsî: apo.., ez dinihêrim li vî gundî xeyne te li ber malê kesekî ti dar tinene. Va dara te gellek mezi bû ye, ji dûr ve dixewine, loma min berê xwe dat mala te, Xwedê zane ku tu tenê li vî gundî ji daran hezdikî.
Reşo ser xwe de mijûl bû, û cara yekem xast raza dara xwe ji kesekî re bibêje, wî ti carî ji gundiyan re ser dara xwe tiştek ne gotibû. Û Reşo çîroka dara xwe ji sifteh de ta dawiyê ji mêvanê xwe re got.
Mêvanê Reşo di ciyê xwe de veketî bû û li Reşo guhdar dikir. Gava Reşo gotina dawiyê kir,mêvên ji nişkave sere xwe rakir û li Reşo appêje nihêrî, û bi dengekî melûl jê re got: apo.., tu zanî ku va dara tiştekî nagre, babeta wê weha ye, ew mirovê Helebî ji xwe re bi te kenya ye. Û mêvan li vir sekinî, serê xwe careke din danî ser balîfê xwe.
Ti deng ji reşo derneket, mêvên bi xwe re got apo raket, dibe ku tew gotina min ne bihîs, wî jî serê xwe danî ser balîf, û kete xew.
Sibe de, mêvan ji xew rabû, cilên xwe li xwe kir, ku derkeve û di riya xwe de dîsa rêwî bibe. Xast deng li Reşo ke ji bo xatirê xwe jê bixwaze, û spasiya mêvandariyê jê bike.
Apê Reşo.. apo.. apo, lê ti deng bi apo neket, mêvên seriyê apo hejand, û careke din li pêhev got: apo..apo..apo..,
Apê Reşo di ciyê xwe de miribû.
————-
* ( Di dema Reşo de bi basan re digotin Posta).

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…