Siyasetmedarê rêzdar Selah Bedir Dîn hin şaşiyan dermafê kongira niştimanî ya gelê kurd dike .

Dr.Ebdilmecît Şêxo

Berêz Selah Bedir Dîn dinivîse ; (gerînderê nivîsgeha partiyekê ji partiyên Îraqî  ya ku peyrewê rêjîma Esed e, li rex karûbarên  nûnerên  partiyên kurd   e . )

Em nizanin çima rêzdar Selah Bedir Dîn nexwestiye navê wê partiyê hûne zimên û ewa bincil hêştî ye !!.. ? Lê em dixwazin  li vir texmîna xwe ji xwendevanan re eşkere bikin , herdîsan  jî  em zanin  ku çima mamoste Selah Bedir Dîn dixwaze  li vê zendgilê xîne û bi kaxeteke ne rewa bilîze .
Niyaza wî ew e ; ku Yektiya Niştimanî Kurdistan  ya bi pêşengiya rêzdar, serokê komara Îraqa federal, Mam Celal Talbanî peyrewê rêjîma Esed e  û kongira niştimanî ya gelê Kurd li Sûriyê  bi razemendiya  destlata Sûriyê  hatiye  bestandin, lewra jî Y.N. K piştvaniya nûnerên kongira niştimanî  dike .
Mamoste Selah Bedir Dîn  baş dizane ku beriya rêjîma Sedam were rûxandin , gelek partî û rêxistinên Kurdistanî pêwendiyên xwe bi rêjîma Sûriyê re hebûn ,bîro û nûnerên wan li Şamê bûn. Lê niha piraniyan wan; serdarên dewleta Îraqê ne  û Selah Bedir Dîn jî  di sîbera vê destlata federal de li Kurdistanê dijî !!.
Di vir de em dixwazin bi bîra S. Bedir Dîn hînin; di dîroka tevgera Kurdî ya welatperwer de diyar e ; ku kongira niştimanî ya gelê Kurd li Sûriyê (Partiya çep û partiya dêmokrat + kesayetiyên serbixwe ) cara pêşî di sala 1970 î de bi serpereştiya serokê nemir Mistefa Berzanî li Nawpirdanê ( Kurdistana  Başur) û beşdarbûna S. B. Dîn bi xwe hate girêdan. Helwesta serdarê pakrewan  M. Berzanî li hember tevgera gelê Kurd  li Sûriyê ya azadîxwaz herdem erînî bû,îro jî, serok Mesod Berzanî  li ser rêbaza  bavê xwe diçe, ew herdem û li gor kanîn û  derfetên xwe  piştvaniya doza gelê Kurd li her çar beşên Kurdistanê dike ; lewra  jî me dît ;Piştî ku girêdana  kongira me ya niştimanî hate ragîhandin ; yekser serok  M. Berzanî  nameyek pîrozbahî û piştvaniyê ji (komîta bi cih û pêkanînê ) re şand.
Ma gelo em kanin li vir bêjin , serok  kek Mesud jî peyrewê destlata Sûriyê ye , lewra ew piştvaniya  kongira  me dike ?!!!
Mamoste Selah Dîn  li cîhekî din bang li xortên Kurd dike û dibêje ;
 Ta ku şoreş li navçeyên Kurdî berdewam bibe, bila ew siyaseta partiyên kongirê nepejrînin!
Em nizanin çima S. Bedir Dîn naxwaze naveroka  daxuyaniya dawî ya kongira niştimanî baş bibîne;di vir de bi naverokeke  zelal hatiye ; ku  kongira niştimanî,  wê(dê) piştvaniya xortan di şoreşê de bike.
Dîsan S.B. Dîn li cihekî din dibêje , ez bawer nakim ku kongira niştimanî  ya kurd ji aliyê (komkara welatên Erebî ) de hatiye vexwendin.
Em pir dûr û dirêj naçin ,lê em kanin bêjin mamoste  S.B. Dîn  di rojê de pir xewnan dibîne ; ji ber ku texmînên wî zû ber davên ,rastî  zû sercil dibin û nûnerên kongira niştimanî bi seroketiya siyasetmedarê mezin  mamoste Ebdil Hemîd Derwîş  hevdîtinek kêrhatî  di 22.11.2011 ê de, bi serokê  dewletên komkarên Erebî re pêkanîn.
Di encamê de em hêvîdar in ku mamoste Selah Bedir Dîn roleke erênî di bizava yekitiya tevgera me de bilîze û careke din rûpelên Kevin nexwîne . 

   23.11.2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rebhan Remedan

Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….