Darvekirina Sedam Husên û serhatiya Keşê Tetwanê

Diyar Ehmed

Tê gotin ku Keşê Tetwanê di jiyana xwe de pir êş û bela ji xelkên xwe re çêdikir û serê miletê xwe têxist gelek derd û delîvên teng û dijwar de, herweha di mirina xwe de jî û li ser şîret û daxwazên wî yên teybetmend ,roja mirina wî jî gelek alozî û nexweşî li peyî wî peydakir û serê wî miletê belengaz piştî çûna xwe careka dî hêla di sed bela û nesaxiyan de.
Îro eger mirov serhatiya Keşê Tetwanê bidê ber şûn û pêvajoya dîroka dîktatorê Iraqê yê berê Sedam Husên,mirov digihê wê yekê ku dîrok careka dî xwe nû û dubaredikê,kedxwar û sitemkar her ewin, hişemendî ew hişemendiye,kar û kiryar her ewin yên tênkirin û bikaranîn,tenê cih,dem,yarîker,deng û reng tên guhertin û bi rengekî ji rengan gorî guhertin û pêşveçûnên cîhanê kate û zîl didin û ji nû ve serî hildidin.
Vêca eger em werin û dîroka hovîtiya Sedamê dîktator û nijadperist li ber çavan bigirin,li karên wêranker û hovane di dema desthilatdariya partiya Beesa şovînist ya di derheqa miletê Iraqê de pêkanî bidêrin,li kiryarên rakûrkirina pirsgirêk û girêhişkan di civaka Iraqê de bikaranîn vewejêrin,hingî dergeh wê li pêşberî me vebin û nayên girtin,çemê hêstirên çavên dayîkên şehîdan,êş û janên jinobiyan,keserên dilê dayîkên cangoriyan,xwêhdana enya girtiyên hebis û zêndanan,hêvî û mereqên girtî û serwendayan,hawar û zarezara zikê sêwî û birçiyan, narawestê û tev de di ber arava hişemendiya ziwa û çavteng de,têgehên şaş û ramanên qelis û erzan de stiran û ristin,durişmên kawî û bawî hildan û xwe dibin siha wan de veşartin,kuştin,dizî,talankirin,enfalên reş,çewsandin,koçbarkirin û serwendakirin di derbarî miletê Iraqê de bigiştî û derbarî miletê kurd de bi teybetî bikaranîn,tovê milmilanê û nakokiyan di civaka Iraqê de çand.piştî ku rûdan û tawanên wî seranserê Iraqê vegirtin û jimarek mezin, eger ne tevaya miletê Iraqê nesîbê xwe ji wê cewsandin û siyaseta tundkar û zordar stand,îro sedam piştî wan xurtî û xirabiyan hate darvekirin û giha mafê xwe û bi vê yekê kes û karên qurbaniyên tawanên wî şahî û dîlan kirin û nanxwerên wî şîn kirin û reş girêdan.
Belê dawiyê Sedam hate sêdarkirin,ew yeke pêkhat ya ku gelê Iraqê berî ruxandina rêjîma wî di xewna xwe de jî pê ne difikirî,ji ber Sedam xwe dida naskirin ku ew serwer û pêşewayê serdemê ye,namirê û wê di bîr  û ramanên xelkê de bimînê sax û zindî,ji ber wê jî ji alîkî ve kobonatên neftê bi merdî li hawîr dora xwe direşand,gelek xwefiroş û kesên erzan li dora xwe civandin,ew patoxwer û nanxwerên zikgenî ta îro jî li ser wê merdî û dilovaniya tekiya wî digirîn,jibîrdikirin yan jê dixwestin jibîrbikin ku pêşewa û serdarê wan, ew xêr û xeyîrat ji ked û pariyê devê miletê Iraqê dertêxist û têxist di devê wan de,ji aliyê dî ve hêza xwe ya leşkerî pêşve dibir û bi tevî regan xurt dikir.gumandikir ku desthilatdariya wî, wê ne tenê sih salî berdewam bikê,lê ta ku dunya hebê wê xêr û xweşiyên Iraqê di nav destên rêjîm, zarok û nevyên wî de bimînê berdewam.
Lê belê vêcarê ba ne li aliyê wî barî û berê pêvajoya hêviyên wî da rêyeka dî, ne gorî xwestek û daxwazên wî bi rêveçûn,li ser wê rê werîsê darvekirinê li qirika wî hate pêcan û alandin.
Piştî sêdarkirina Sedam gelek gotin û piris hatin gotin û kirin.çima Sedam di roja cejna Qurbanê de hate darvekirin,yan çima nehiştin piştî temamkirina xelekên zincîra tawanên wî yên dîtir,yan jê çima hin alozî û kêmasî di ber rûdana darvekirinê re derketin ???.
Ka Sedam bi çi rengî hate sêdarkirin,di roja cejna Qurbanê de,yan bi serdestiya aliyekî ji alan,zû yan dereng,ev gotin tev de piştî bikaranîna hukmê darvekirinê çi mifayê nema didin.yê ku dilê wî li ser pêşeroja Iraqê hebê,gereke wan pirsan paşguhê xwe ve bavêjê û pirsin pêwîsttir hene gereke ji xwe bikê:ka rewşa Iraqa nû ya Fedral piştî darvekirinê wê çawe bê,rêjîmên dîktator û dijminên gelê Iraqê wê çiqasî sûdê ji wan kêmasî û şaşiyên ku bi darvekirinê re peydabûyîn bigirin û bêxin di xizmeta siyasetên xwe yên dijminkarî û pûçkirina kar û hêviyên gelê Iraqê de ???.
Lê tişta herî balkêş û di kiryara darvekirinê de serav bû û xwe bi xurtî avêt meydanê û ji tevaya xelkê re hat diyarkirin ew bû, ku ew kesên xwe di bin têgehên mîna berevanî û parastina mafê mirov û netewan de di veşartin,rastiya wan kesan hate xuyakirin û perde li ser rûyê wan yê reş û dilê wa yê gemar hate rakirin,di vê rûdanê de vereşan,zikreşî,bixuz û kîna xwe tev de desxistin û jehra xwe di ser miletê Iraqê de berdan.
Dîsan hat xuyakirin ku nikarin bibin alîkar û piştgir ji doza gelan re û nikarin xizmetê ji dudişma dadmendî,lêborîn,aştî, biratî û wekheviyê re bikin,ji ber hê ji hişemendiya xwe ya nexwş nehatine xwar û li xwe dinêrin ku ew serwer û xwedanên mal, xak û kêşê ne û miletên dî divê bimînin xulam û xizmetkar ji wan re.lê divê xwedanê hişemendiya şovînist û berteng bi zanin ku bîr û ramanên wan cih nagirin û cihê wan tenê di nava gemara sergoyê dîrokê de ye û ya baştir ewe ku bizanin dem ser wan re derbas bûye,wek berê hatî gotin : ku ew ware lê ne ew buhare. 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….

Hozanê Girkundê

Ya ku bi hûçikên dilê min girt û derbasî
Hicreya hestên xwe kir tu bû
Ya ku min fêrî noşandina meyê kir
Li sikakên serxweşyê
Giyan ji sînga min revand dîsa tu bû
Ya ku min li bin barana
Bendemamê dihişt û kincên
Xeyala te li xwe dikir erê tu bû
Ya ku girî di çavên min de
Gêj dikir
Û mîna balindekî basik…

Rebhan Remadan

“Kurdistan di navbera Serxwebûn û Dagirkeriyê de”.. Pirtûkeke dîrokî û rexneyî ye ji bo nivîskar û têkoşerê kurd ê rehmetî Mihemed Mela Ehmed. Diyariyeke ecêb û tijî sembolîzm ku bîst sal beriya koça xwe ya dawî, bi taybetî di 14ê Tebaxa 2005an de dyarî min kiribû. Eve salvegera diyarikirina vê…