Berhemên Nû

Jineke Xinanî

  Ji Şêrzad Hesen, kilameke dûrdirêj a hezar û şevekê li ser bedewiya jinê…

Romana Şêrzad Hesen “Jineke Xinanî” ji soranî bo kurmancî ji aliyê Besam Mistefa ve hate wergerandin û di nav weşanên Avesta de derket. Îsal du kitêbên din jî yên Şêrzad Hesen (“M” û “Xewna Pîrepindan”) li eynî weşanxanê çap bûbûn û ji aliyê heman wergêrî hatibûn wergerandin.
Ji kitêbê 
…Jixwe ji hemûyan nexweştir li cem min çîroka xeniqî û negotî ya wan jinên xinanî bû ku qesabê kalemêr rojekê ji rojan jivan bi wan re danîbû, ew jinên tenê, bêdost û şermîn ku heya dimirin nikarin raz û niyaza dilê xwe li cem tu kesî eşkere bikin, ewên ku bi dizî li vê jiyanê dijîn; keç û jinên bi destê çîrokên heram û mirinê ve girêdayî yên ku çîrokên xwe yên bêmiraz bi xwe re dibin gorê ji ber ku qet û qet kesek tune weke vî qesabê pîr û kal bi ciwanmêrî û comerdî qala ciwanî û şeydabûna wan bike. Belê ev jinên ku tenê mirin wiha dike eba, çarik, laçik û nîqabên xwe bavêjin da ku kefen li xwe bikin. Ev jin kî bûn? Malên wan li kû derê bûn? Navên wan çi bû? Li kîjan goristanê bi wan hemû nehêniyan hatin veşartin?…
…Hinek jin hene bi xwe xinanî ne û bi xinxineke xweş û şêrîn dipeyivin. Jina xinanî min dikuşt, zirgîna di dengê wan de min dîn dike. Dengekî ku xwediya wê hem perîşan û xembar e, hem tije hewes û hêvî ye. Keko zirgîna çi, kolekola ava şerbetê çi û awaza bilûra bilûrvanekî evîndar nagihiyê. Herdem vedenga wan dengan, dengên qalind û dagirtî yên jinên xinanî di guhê min de heya vêga jî dike zinge zing. Dengê tu teyr û firindeyekî ezmanan bi qasî dengê jineke xinanî li cem min ne xweş e.
Jineke Xinanî
Şêrzad Hesen
Ji soranî bo kurmancî: Besam Mistefa
Roman
ISBN: 978-605-5585-81-5
19.5×13, 80 rûpel
10 TL

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…