EM JI DÊRÊ Û MIZGEFTÊ JÎ MAN

LAZGÎN DÊRÛNÎ

Piştî pêncî salî ji cemdandin û bê dengiyê dibin stemkariya rijêmên diktator de kû kesekî nikarîbû xwe tevdê yanjî serê xwe rakê.lê di nava xwede di kelî û di kelî û ji nişkêve teqî, bi çirawîska BO EZÎZÎ, lê wê çirawîskê veda li seranserî TÛNISÊ heta gihişte MISRÊ û LÎBYA pêkve YEMEN û pekî SÛRÎ , weke ba û bahozê , li rijêmên kevnar leyîst.hinek li ber çûn , lê hinek hê li berxwe didin.
Vî bayî guhertin çêkirin, payîz û zivistan kirne bihar, navê wê bû bihara EREBA.
Gelê KURD li SÛRÎ beşekî giringe ji vî welatî, gelo ew bihar di nav KURDA de jî şîn dibê?nûbûn û guhertin çêdibê? na heta roja îro tiştek xwiyanakê, ne ji qenc ne ji xirab,kurda bi nîvê dar girtine , helwesta xwe bi rengekî zelal ne dane xwiyakirin, pêtir xwe dane alyê rijêmê, lê rijêm wa qebûl nakê weke ew di xwazin,tenê ji wan di xwazê alîkarbin pêre dijî opozosyonê (himberî), ji lewra hefsarê wan dirêj kiriye. diçin û tên lev di vegerin, nikarin tiştekî bikin, tenê nîv kongir çêkirin, lê wî kongirî pêtir parçebûn bi cîkir, û ji alîkîve kurd dane rexê rijêmê,lê herkes dizanê kû wê rijêm herê nêzîk ne dûr.lê ji alyê dîve vî kongirî kurd dûrî opozosyonê kirin , ya kû em bivin em nevin , pêşeroja SÛRÎ ya wiye.
Divê derbarêde ez karim sê tişta bêjim: 1)heta roja îro KURDÊN SÛRÎ ne karîne helwesta xwe zelal bidin da kû cihê xwe bi alîkîre çêbikin.2) helwesta (mafê çarenos)ya di kongirde hate standin,gelo wê KURD bi çi hêz û bi çi awayî karibin wî mafî bistînin û bi parêzin?3)bi wî nîv kongirê çêkirin,parçebûn û qetkirina KURDA kûrtirkirin.
Metelokeke KURDA heye dibêjê:çûkê toretanî te mala xwe xirakir ya mijî li ser danî.

4/11/2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Sersaxî
Bi xemgîniyeke giran, vê sibehê, Nûsîngeha Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye, nûçeya koçkirina dawî ya helbestvanê Kurd Ehmedê Huseynî bihîst, ku li nexweşxaneyke welatê Siwêdê canê xwe ji dest da.
Helbestvan Ehmedê Huseynî yek ji wan helbestvanan bû, yên ku bi zimanê Kurdî helbesta nûjen nivîsîne, panzdeh dîwanên…

Mislim Şêx Hesen

Di kurahiyên dîrokê de diyar dibe ku rêbertiyên rastgo û vekirî, yên ku bi xelk û hemwelatiyên xwe re rast in, karîne bi wê rastiyê gel û welatên xwe bigihînin astên herî bilind û pêşketî. Lê gava ku rêveber an berpirsyar guh nede nêrîn û pêşniyarên civakê û gel,…

Hozanê Girkundê
Efrîn xedenga di dilê welatê min
Ey bihna sînga bûharê
Dildara êşa zytûnê
Vaya dîsa berê min li te ye
Ez ê ji nûve te himbêz bikim
Û kela hez kirina xwe
Di sînga te de birjînim ez ê
Çavên xwe
bi xweşikbûna te kil bikim
Û destên xwe bi axa te
Bişom!
Ji nûve ez ê buxçika bîranîn vekim
Li bin sîya darên te
Ez ê…

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê…