Nûzayî çêlik derbas nekir

Melevan Resûl

Piştî bendewariya heft mehan ji avisbûnê , zaroka di zikê makê de meyî hin bihin mezin dibû, mal û malî çavlirêbûn ku nûzayek xwedê bide , dilê dê û bavan şa bike û şahiyê bixe navkila mala bêdûnda, ya ku di nava xwîn û kujtarê re rûbirû mayî û bi omîda xwedêdaneka jêhatî û bikêr , ji nava giryê mirinê bikşîne, her çendî zaroka di zikê dê de heft mehî xwedê da û hîna neh mehên xwe nedagirtibû da tekûz û lihevdayî ji organ û endaman , lê dîsa jî wî nema karî xwe di zikê makê de bihêle û xwest bilezgînî tevlî şahiya xwedêdanê bibe ,
 çîk û birhên dijwar bi hatina xwere anîn û nûzayê me bi neşter û kêrê bizişkên kêrhatî bû mêvanê rewşa serdemê , bi wê çepeliya xweve ew li ser dest û çavan hate pêşwazîkirin , hinekî aramî di nava me de çand û hêviyên pêşwext bi mere çand , nûzayê me di çilikê xwedêdanê deye , hîna ew firşik dibe , her dayik dixwazê pêsîra xwe bixe devê nûzayî de û ji şîrê xwe firşik bike , lê nûzayê bextewer hemî memikan nagire û pê firşik nabe , hineka pirç dike û hinekan tif dike , ez bi xwejî ji vî nûzayî seyr mame çima ew wisa dike , her çendî pêdawistiya vî nûzayî bi guhdan û pêçanê heye jî , lê ew ji kevelê nûzayî derketiye û dixwaze rût û çîplaq bimîne , ji lewre va di çilrojiya xwede sê caran dipişike û kef û kinc bi ser devan dikeve , verîşana wî bi xwîn û zoxe , rûtariya wî bê nuxmandine , hekîmên vî welatî li dorê civiyane , carekî bi dewranên  berovajî ji ayetên qur`ana pîroz li ser hatin xwendin û sûde neda , û cara din dûşeva meywedariya zanevan û zanyarên hevdemî di gewriya wîre serniqotî kirin , şîrê hilk û hingivê kiwara bê sinîd guvaştin gewriya wî , lê heme pirçîn û tifkirin li dê û bavan divegere , em di seyr û matebûnê de gevizîn , ev çi nûzaye û çi dive , heger wa be min nebawere nûzayê me çilrojiya xwe derbas bike û kêfa me here serî , yan nûzayê me bi lezgînî ji berya demê xwe xwedê daye û yan ev nûzayî bîjiye û ne ji pişta meye , yan malzaroka daika me hişkbûye û nema bi zaro dibe û yan pişta bavên me nema diherike û ji bilî bêjî û sexelan bi dû wan dikeve .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…