Koma (gerdelûl) ya fliklorê Kurdî hate damezrandin

Welatê me

Roja 1/1/2007 li bajarê Amûdê komek filoklorî nû bi navê (Gerdelûl) hat damezrandin, di rageyandina damezrandina vê koma nû de, çend hunermend, nivîskar, û komên filoklorî amadebûn.
li destpêkê berpirsê koma (Gerdelûl) Bavê Kasir xêrhatin bi mihvana kir , û damezrandina koma xwe ya nû ragehand, û piştî bistikek rawestandin li ser canê pakrewanên kurdan, bi sirûda Ey reqîb fistivala damezrandinê destpêkir , û paşî gelek hunermendên komên floklorî yên amadebiwîn, stranên xwe pêşkêşkirin.
Komên kû li fistîvalê amadebûn ev bûn:
Koma Xebat ji bajarê Hisiça
Koma Waşû kanî ji bajarê Serê kaniyê
Koma Narîn ji bajarê Qamişlo
Koma Ronak ji bajarê Amûdê
Û çend berpirs û nivîskarên kurd jî li vê fistivalê amadebûn.
 berpirsên koman damezrandina koma Gerdelûl pîrozkirin, û berêz Ebdulrehman Alûcî Berpirsê komîta rêxistinên Partî 2 helbestên xwe pêşkêşkirin, her weha nivîskar Hisê Ehmed damezrandina koma Gerdelûl pîrozkir, û dûpat kir kû wê serbikeve ji ber kû berpirsê wê Bavê Kasir xwedî ezmûnek mezin e di warê filoklorî û berpirsiyariya komên filoklorî de .
Fistivalê bi stran û dîlanên endamê koma Gerdelûl û amadebûyîn dîtir  nêzîkî 3ê katjmêran berdewam kir.
     

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mislim Şex Hesen – Kobanî

Di şopandina dîroka dewletên Rojhilatê Deryaya Spî (Rojhilata Navîn) de, eşkere dibe ku dabeşkirina wan dewletan ne li ser bingeha faktorên xwezayî an civakî pêk hat, lê li ser bingeha berjewendiyên hêzên derve hate saz kirin. Ev rêbaz, ku di nav polîtîkayên kolonyal û stratejiyên navneteweyî de…

Fewaz Ebdê

Ev pênc salin ku Berzanê Dilovan miriye. Ji wî çaxî ve û gora wî bûye weke deriyekî bilez hatibe girtin, deriyekî bêdeng. Her ku Alanê Sofî Silo di ber re diçû, hest dikir ku Berzan bi kaba tiliya xwe ya nîşandekê li wî deppî dixe, weke ku li bîrdanka wî…

Sersaxî

Me bi xemgînî koça dawî ya nivîskar û navdarê Kurd Mihemed Emîn Bozarsalan di jiyê 91 saliya xwe de bihîst, bi vê helkefta xemgîn, li ser navê Nûneratiya Ewropa ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê, bi dilsozî û xemgînî, sersaxiya xwe ya germ pêşkêşî malbat, dostên wî, pertûkxane û çanda kurdî dike.

Mihemed Emîn Bozaraslan (15.09.1934- 09.02.2026),
nivîskar, zimanzan,…

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…