KOVARA WYÊ HEJMARA NÛ DERKET

Ji edîtor…
Montaîgne dibêje,“Ez xwe weke xwe şanî didim.” Gelo em çiqasî wisa ne! Ev pergala zorkar û bêîman çiqasî derfetê dide ku em xwe rast û wek xwe û weke rastiya dilê xwe derxin holê û li gorî wê bijîn. An jî bera jiyana me ya me ye? Yan jî bi rastî em dijîn! Bera ev jiyan a me ye! Û pirsên dûvdirêj î bêbersiv…
Dîsa ev peyvên wî yên helbestî çiqasî li bejna dema me tê û serdest ji notiya hêrsa dilê xwe tu wateyê nadinê;
“Ku paqij nebûbe dilê wê/î, çi dipê mirov / Bêheq çi şerî bi xwe re dike / Şik û gumanên dilperitîn ên di navika azwerîn / Çi kurmê tirsê dixwin dilê mere! / Xurûr, şehwet çawa bêhal dixe / Hêrs, sistî û tiralî!”
Belê, di van şert û mercên ku em dixwazin bi vîna xwe bijîn û li jiyana xwe bibin xwedî, bavo çi tê serê me… Wê ziman û mêjiyê me û tew dilê me çawa ewqas bimbeyî ragire. Cîhana xwedêgiravî demokrat, ma hûn xwîna Solîna biçûçik nabînin a ku bi bimbeyên herî modern û pêşketî ruh daye û bûye dilovan?! Bi bimbeyên we yên moderîn û pêşketî! Ev e, heq, hiqûq, wekhevî, biratî, pêşverûtî û nizanim çi..!
Dîsa bi pey parvekirina ked û xwîna gelan ketine serdestên cîhanê û xof û belengazî jî para bindestan û serhildêriya kurdên qedîm e hêviya xurt î pêşeng, li ser vê xaka qedîm î efsane. Zêde qehrê dide mere payva “Xwe bêedeb neke esker hat te!” “Belayê dernexin û Romên xwedêgiravî bawermend hersdar nekin, wele guh nadin rojî û mojî û cejnê! Wê me biqelînin! Hişbin ha…” û bêdengî û bêbextiya rewşenbîr, şair, mafparêz, nivîskar û pêşketiyan helbesteke şairekî tirk ku navê wî nayê bîra min diçingîne guhên kesên ku her û her qala Sartre û E.Seîd dikin, lê bala wan ne li ser M.Metînerê Tarafê E. Altan e;
“Baweriya min bi wî Xwedayî ye ku /Xizan naxuliqîne mirov!/ Xizanê di nav pîneyên çilwesle de / Birîndar dike dilê min! / Min berde ku biqîrim! / Ku ez hiş bim tu şînê bigire / Lewra miletê ku şairên wê neqîrin / Mîna zarokeke/î (Solîneke) sêwî ye / Ku tevayên hezkirinê xwe wendakiriye.”
Ê ma ku mirov li hemberî asteng, zordarî û birînên jiyanê nenivîse, mirov kîngê binivîse?
Û çima mere nenivîse vê birîna xedarî bielem î ya herikîna êş û eleman…
Nizanim gelo ew şair vêna ji bonî reşikê vî welatî jî difikire!
Aloziya demê tovê afirîna hevî, aştî û azadiyê ye…

Di nîqaşên wêjeyî de mafê axaftinê her dem bûye yê weşanger, kovarger û nivîskaran. Lê bi raya me yek ji dînamîk û dînamîta bingehîn a wêjeyan xwendevan e. Em jî ji bo ku van qalibên ku xwendevan nakevin dewsa mirovan û wekî ku karê wan tenê xwendin û huşbûn e bişikînin, mijara dosyeya me ya bê “Bi çavên xwendevanan wêjeya kurdî be”. Nivîs dikare li ser ji naveroka berheman bigire, heta bikaranîna devokên herêmî, ji bikaranîna hêmayên sar û tevlihev bigire heta bikaranîna kurdiya resen, ji çîrokên kurt bigire heta romanên dirêj, ji zimanê rijî bigire heta teknîkên postmodern, ji panelên wêjeyî bigire heta kovarên kurdî, ji bernameyên wêjeyî bigire heta kafeyên wêjehezan, ji sûdwergirtina ji wêjeya klasîk bigire heta klasîkên cîhanê, ji zimanê mêrane bigire heta helwestên femînen, ji zêdenivîsandina helbestan bigire heta romanên dubare û gelek tiştên mîna van tiştan be.
Her kesê ku dibêje ez xwendevanê kurdî me dikare beşdarî vê dosyeyê bibe.
Divê di warê edîtoryayê de jî em guherînekê bi we re par ve bikin. Ji niha û şûn ve dê edîtorên kovarê Feratê Dengizî û Omer Fîdan bin.

Serhildêrî, berxwedêrî jî pîvana wê…
Bimînin di hêviyê!

Ji  edîtor / 2
 Jiyaneke bi rûmet – Bahadîn ROBAR / 3
Hej/mar/net – Gulistan BARAN / 5
Hêviyeke nû – A.Selam BARAN / 6
 Hey lawik – Rêdûr DÎJLE / 9
 Wêjeya jinan – Xelat EHMED / 10
 Bihar – Kerem BÎLEN / 11
 Nan – Feratê DENGIZÎ / 12
 Winda me – Huseyîn MISTO / 13
 Siya şevê teliqî  – ar-da JANXWAR / 14
 Li çirûsînên şîn bilûse – Xecê OMERÎ / 16
 Carl Sandburg – Wergêr: Lenya DILA / 17
 Kitêba “sadi”ytanê bê guneh – Ehmed BELEK / 18
 Rojdiz – Mihemed AVŞAR / 19
 Em zarok in – Rênas FARQÎNÎ / 19
 Vagona duyem – Şivan ZEREN / 20
 Celaledîn MELEKŞAH – Ji farsî: Dêrsim OREMAR/21
 Axx û ax – Şadiye MANAP / 22
 Ma ez ji bîr dikim – Kawa ŞÊXÊ / 24
 Çîroknûsên li ser riya trênê – xewnek – Oguz ATAY / 27
 Çavê min rê dikişîne – Hêvî RONÎ / 31
 Vê pêlê -Sidîq GORÎCAN / 32
 Li welatê xerîbiyê “ez û yên din” – Kenanê NADO / 33
 Dosye  – Tu ji bo çi û ji bo kê dinivîsî / 34
 Di çend qonaxan de peyv-karî – Bajar MÎRZEMAN / 35
 Hey teacher’s! leave it writing alone! – Elîxan LORAN / 36
 Nivîsa kurdî – Çiya MAZÎ / 37
 Çi çima – Hasîp YANLIÇ / 39
 Çima nivîs – Gulgeş DERYASPÎ / 40
 Dinivîsim – Huseyîn GUÇLU / 41
 Mirov çima dinivîsin? – Şerefxan CIZÎRÎ / 43
 Nivîsandin xîret e – Îsmaîl DÎNDAR / 45
 Ez ji bo şoreşê dinivîsim – Mistefa TUNCYUZLU / 47
Çima nivîs – Înan EROGLU / 48
 Serketin – Osman PLATÎN / 51
 Tavên stêrîn  – A. KARABAX / 52
 Wê şevê – Yaşar AKSU / 54
 Sond- Îlhamî OZER / 55
 Wate – Azade KESKÎN / 55
 Miqersiya bi şeva payîzê re – Rêzan NAS / 56
 Pêşaneya wêneyan – Nesrîn NAVDAR / 57
 Diyarê hezkirinên destanî: Cizîra Botan – Ekrem BATMAZ / 58
 Albuma kuştiyekî – Hoşeng OSÊ / 61
 Şîrîn Elemihûlû – Kamran Simo HEDILÎ / 62
 Xatirxwestin – Kemal DEMÎRBAŞ / 63
 Metropol – Berfo BARÎ / 63
 Lawiko – Mem FERAT / 64
 Hevpeyvîn bi Çîdem Baranê re – Fatma SAVCI / 65
 Şev e – Dilşêr BÊWAR / 66
 Ziwanê apêdayene – Sînan SUTPAK / 67
 Helbesta biharê – Selamî ESEN / 69
 Her tişt di nav navê te de bihurî – Orhan ALÎCÎ / 70
 Kêr – Şevger ÇIYA / 72
 Kurtedosye – Herî zêde kîjan romana
bi kurdî hatiye nivîsandin bandor li ser te hişt / 78
 Akrostîşa kuştarekê – HELBESTKORO / 79
 Xaçepirsa romana kurdî – Omer Faruk BARAN / 80

Navnîşan

Kalem Sk. No: 32/4 Huzurevleri

Kayapınar/DİYARBAKIR

Tel & Faks: +90 412 237 43 16

E-Mail

kovaraw@yahoo.com

kovarawe@hotmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...

Li gorî PDKT’ê, avakirina ku bi navê “Bakur-Rojhilata Sûriyê” tê binavkirin, projeyeke ewlehiyê ya derbasdar û taktîkî ye ku bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye şekilandin. Ev proje di tu qonaxê de mafên neteweyî yên gelê Kurd bi awayekî stratejîk û siyasal garantî nekiriye. Ji ber vê yekê, ku îro pêvajoyekî şikestinê…

Bizava Aştîya Navxweyî (BAN) sazîyeka sivîl e ku ji rewşenbîr, mafnas û akademîsyenên li Kurdistanê û dîyasporayê ne, pêk hatîye; bûyerên xeternak ku li taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê di van rojên dawî da pêk hatin, ji nêz ve dişopîne û bı tundi şermezar dike.
Di van bûyeran da, ev taxên kurdnişîn bi tank…