ŞEHÎDÊ AZADÎ ((mişhel temo))

 
Dildar Ismail

Ji qamişlo diese hate der
Wekî her dem wekî her car
Alavek agir alavek miştî kul
Bi xwîna sor bê avdan gul
Bi xwîna sor qad namîne şil
Ava bibe rûpelek nûh
Ew alav na vemire dibe brûsk
Di çavên dijminê rêjîma xwînxwar de
Di çavên hemî neyar de
Alavek vêketî dimîne di dil de
Di dilê her kurdekî evîndarê welat
Her xortekî bi soz û hêvî
Bila bikujin û bidin ber hev
Roj namîne wek hev
Bila kehniyên xwînê biherikin
Çem û çiya ji hev cûda bibin
Riyên sipî sor bibin
Taca qad û azman hişyar bibe
Tîrêja rojê dijwar bibe
Disincire agirê jiyanek nûjen
Di axivin xewnên raketî
Ew xewnên miştî ahîn
Dûrbûm ji ew rengên zelal
Ew evîna ser pêlên derya
Bila di şikeftên tarîde bijîn
Biken û bê ken jiyan dibûre
Bi deng û bê deng roj diçe ave
Ti bûyî ronya rêça hemî ciwanên kurd
Çira şoreşa welatekî nûjen
Welatekî wek hevî bê bendî
Dengê hêviya gelê kurdî
Tiwî zimanê sazek xembar
Dengê azadiyê
Şehîdê peyvên  zelal
Şehîdê qamişloka delal

    (( Alav = مشعل ))

 7.10.2011 Elmaniya

dildarismail@hotmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

SEÎD YÛSIF

sala1977ê de min li zanîngeha Şamê di beşê Felsefê de xwe tomar kir di wan salên xwendinê de min Ehmedê Huseynî naskir

Di wê demê de kampên zankoyê yên leşkerî hebûn em jî weke şagirtên zanîngehê bi wan neçar bûn

Xweş tê bîra min ku ez û Ehmed…

Ji encama ​êrîşeke dronî ya rêjîma Îranê li ser kampên sivîl yên penaberên Rojhelatê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê, pêşmergeyek bi navê Xezal Mewlan ya 19 salî bi giranî birîndar bû, tevî ragihandina agirbestê di navbera Amerîka û Israelê de ji aliyekî û rêjîma Îranê de ji aliyekî dîtir ve.

Lê bi mixabinî…

EBDILBAQȊ ELȊ

 

Bi dehȇn salan e, ku kurdȇn li Sȗriya di bin rejîmên li pey hev de, nemaze rejîma Bees, rastî kampanyayȇn şer ȗ zordestiya sîstematîk hatine ku ji înkarkirin û dûrxistinê bigire heta șerȇ siyasî ȗ aborî, jilewra damezrandina yekemîn partiya siyasî ya kurdî li Sûriyê di sala 1957’an de, bȗ…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Buhiştî tu ji bo dilê min jînî
Nêrgiz û sînem û gul û beybûnî

Çi bêjim ez nikarim pesnê te de
Tu elendî ronî û hem mizgînî

Hemî zarav li hemberî te lalin
Tu tacî ser serê min hem evînî

Ji çavê te gelek nama dixwînim
Tu peyama evînêyî tu…