Xalis Misewer:
Dîrok ji du jêderan tê girtin û nivîsandin.
Yek- Nemaze dîroka kevnar, ji kolana giran û lêkolînên erkiyolocî têne girtin. Du – Ji devê şahid û dîtinên yekser, û ji pirtûk û nivîsarên dîrokzanan, mîna Şerefxanê Bedlîsî, Ibnilesîr, Ernold twînbî…hwd têgirtin. lê ez nabêjim ku nivîskarê dîrokê nikare nerînên xwe di bûyerke dîrokî de bide xuyakirin, belê ev maf jê re heye, lê divabe bi delîl û zanistîbe.

Lê ku em ji xwe pisbikin dîrok çiye ne çiye…? Dîrok ew bûyerên ku ji mêj de derbas bûne û dema wan qedyaye, ji ber wilo çênabe ku em weke daxwaza xwe yan ji ber xwe ve, van bûyeran dabaş bikin û binivîsin, lê pêdivêye ku bûyer bi riyalizmî bêxwendin û weke ku çêbûye bêgotin, û ji jêderan bê girtin û ji bilî wilo navê wê nabe dîrok. Ango bûyerên dîrokê weke xwe dimînin nayêne guhertin û nayê pêlîztin, ta ku kolanên nû yan bermayên nû neyêne derxistin, ta têgehên me yên dîrokî yên şaş rast bibin, wê çaxê emê jî têgehên xwe yên dîrokî li gor van lêkolînan biguherin. Ji ber wilo mirovê ku pirtûkekê yan gotareke dîrokî binivîse, divabe li jêderan vegere, jê biguheze û gotar yan pirtûka xwe pê teqze û zengîn bike, ji bilî wilo tu kes nikare dîrokê li ser kêf û raya xwe binivîse ji ber wilo jî dibêjim: Cegerxwîn jî di pirtûkên xwey dîrokî de, ev hawe yê zanistî û weke ku têxwestin pêkaniye.
Berya ku em ji xwe pirsbikin û bêjin gelo: Gelo Cegerxwîn çima helbestvane û dîrok jî nivîsiye..? yan çima filankeso Duktore û çîrok nivîsiye..? ku em bersiva vê pirsê bidin emê bêjin: Gelek zanyar li dinê hene ku zanyariya wan ne wêjevaniye û ne di warê ilm û zanyarya xwe de nivîsîne, lê van kesan tiştin hêja ji wêjeya mirovaniyê re pêşkêşkirine?. Belê mirov kare bi deha û sedan navan bîne ziman ku ne di warê lmê xwe de nivîsîne, ji bo nimûne nivîskarê Felestînî (Edwer Seîd) ku di zanyaya xwe de îkonomîke lê rexneya wêjeyî û rewşenbîrî û raman jî nivîsîye, (Karil Markis) ew fîlosşfe lê pêşketina dîroka îkonomî
(التطور الإقتصادي للتاريخ) bi xurtayî nivîsiye, û zimanvanê kurd yê herî mezin Celadet Bedirxan Avoqt bû, lê bi zimanê Kurdî bi nav û deng bûye…hwd. Weha jî ji wan kesên ku ne di warê zanyarya xwe de nivîsîne ew jî Sedayê Cegerxwîne, tevlî ku weke em dizanin ewna ne dîrokzane lê keda wî di warê dîroka Kurda de pir peydabûye, westaye û xwêdana xwe di vî warî de paqij kiriye, li gelek jêderên dîrokî geryaye, û hersî pirtûkên xwe yên bi (dîroka kurdistanê) navnîşankirine nivîsîne û çapkirine.
Bi rastî ji şopkirina jêderên wî, û ji xwendina min ji hersî pirtûkên wî yên dirokî û ji helbestên wî re, ji min re hate xuyakirin ku Cegerxwîn pir serê xwe bi vê bûyerê re êşandiye, û bi diqetek û emanetek baş naveroka pirtûkên xwenî dîrokî nivîsîne, ev bûyeran ji jêderên erebî û biyanî yên resen guheztine û wergerandine zimanê kurdî. Mîna me gotibû û Herkes jî dizane, ku çiqasî mirov di dîrokê de zane û pispor be divabe li jêderan vegere, ji ber ku ewî hemû bûyer di sînga xwe de ezber nekirine, û pirtûka bê jêder di warê ekadîmî de itiraf pênabe Ji ber wilo dibêjim: Cegerxwîn jî li jêderên xwe pel bi pel geryaye, û ji wan pelan tiştê ji dîroka Kurda gihaye destê wî nivîsiye, û weha dibînim – tev li hinek şaşyan jî – ku pirtûkên wî yên dîrokî gereke bibin yek ji jêderên dîroka kurda, û em bibînin ku ev pirtîk di warê naverokên xwey zanistî de baş bi nirx û havilin.
Cegerxwîn pirtûka xwe (tarîxa Kurditanê) bi sê kertan nivîsiye, kerta yekê ku dîroka rojhilata jêrînî kevin tîne ziman, ya didiwa berxwedan û dîroka derbegyên Kurdî yên ku di sedsalên hivdeh – hîjdehan de avabûne dabaş dike, û ya sisiyan xurû li ser dîroka avakirina Imperatorya malbata Eyûbyan dipeyive. Herdû kertên pêşî min wergerandine zimanê Erebî û çap bûne, û ya sisiyan jî min wergerandin bidawî aniye lê hê çapnebûye.
Danerê van pirtûkan Seydayê Cegerxwîn bi zimanekî hesan nivîsiye ta ku xwênerê Kurd karibe jê fêdê bibîne, û dîroka xwey wendayî nasbike. Dîsanê ku mirov bala xwe bidyê wê bêxuyakirin ku Cegerxwîn ne bese dîrok nivîsiye û meşyaye lê dîroka xwe li gorî zanebîn û xwendina xwe enelayz û şîrove dike, û mîna van şîrove û enelayzan di kertên pirtûkên wî de xweş peyda dibin. Di kerta yekem de dibêje: Horî – mîtanî – lolo- Kaşî – Sîtî – Gotî – û Mîdî….hwd, hemû navê Eşîrên Kurda yên herî kevnarin, û ji bermayên Kaşiyan eşîra kasikan li kurdistana Sûryê mane, û ji sîtiyan eşîra Sîta li bakurî kurdistanê mane…hwd. Weha jî mîna van şîroveyan di kertên dinde jî hene.
Di kerta sisiyan de gelek şîroveyên zanistînî û rast hene, mîna ku di derbarê vegirina bajarê Qudsê ku li ser destê Selaheddînê Eyûbî pêkhatiye Cegerxwîn vê bûyerê weha şîrovedike û dibêje: (Nizanim çima Padîşah dûrî bajarê (Sûr) li Libnanê diçî û di qiraxa avê de ji dijmin re cihê peyabûnê dihêle, û li van bajarên biçûk xwe mijûl dike, ez dibêjim ev yek ji çewtî û şaşiyên Imperatorê mezine -82). ango daner dibêje: Gereke Selaheddîn peravê avê bigirta, ku han li ser xaçperestan bibirya. Di vir de dibêjim, ev nerîn û şîroveya dîrokî pir rast û diruste.
Lê Selaheddîn ev gotina Cegerxwîn di cihekîdin de bi cih aniye, ew jî çaxa berya here ser bajarê Qudsê, berê xwe dabû bajarê peravê (Yafa) ev bajar xistibû bin destê xwe de, ta ku hana xaçperestan di derya navîn de bibire. Di vê derbarê de dîrokzan dibêjin, ji ber wilo zanebûna Selaheddîn ya herî mezin di vir de xweş tê naskirin.
Ne evna bitenê jî, lê mîna van enelayz û şîroveyên rast û dirust, di hin ciyên din de jî peyda dibin, lê dema me tune ku ku em hemyan bînin ziman. Evna jî tê wê manê ku Cegerxwîn bi zanebûn bûyerên dîroka xwe daniye, û havilin zanyarî buha û mezinin daye naveroka pirtûkên xwenî dîrkî.
Lê evna nayê wê manê, ku Cegerxwîn di danîn û guheztina dîrokê de neketiye hin şaştiyan de, nemaze di warê zanyarî û ibistimî de. Mîna ku di pirtûka yekem de firêza – Esril û beyd- bi firêza : (Esrê koletiyê) werdigerîne, evna jî yek ji şatiyên zanyarîne. Ji ber ku (El ûbeyd) navê girekî, gundekîye li hêla Iraqê dikeve, li wir di riya kolanên Erkiyolocî de, bermayên demeke ji demên pirîhistory(ماقبل التاريخ) hatine dîtin, ango wî gundî navê wê demê hilgirtiye, û bi Erebî ew dem bûye dema Ûbeyd (Esril ûbeyd). Û di kerta sisiyan de jî navê bajarê (Sûr) yê kevnar dike(Sor)…hwd. Mîna van şaştiyan li bal her dîrokazanan peyda dibin, li bal romanvan û dîrokzanê Ereb (Corcî Zêdan) jî peyda bûne ku dibêje: (Kurda nikarîbûn di dîroka Islamê kişî de, lehengekî bidin vê dewletê). Dîmeke ew di vir de Selaheddîn û Ebû mislimilxurasanî nasnake yan ne kurd dibîne. Belê ne bi tenê Cegerxwîn dîroka Kurda di pirtûkan de nivîsiye, lê wî di helbestên xwe de jî dîroka Kurda aniye ziman, jibo nimûne, Cegerxwîn di malikek helbesta xwe de weha dibêje:
Du dewlet li dinê de hebûn
yek Rom ya din Firs bû em bi xwe bûn
Çaxa ev helbest gotiye kêm ji Kurda zanîbûn ku di dema berya zayînê de, ji bilî van herdû Imperatoryên kevnar li dinê tinebûn. Evna tê wê manê, ku Cegerxwîn ji mêj ve, xwe bi dîroka Kurd û kurdistanê ve mijûl kiriye, û gencîneyek ji zanyariya dîrokî li balê peyda bûye, ji ber ku ew mela bû, û melayekî welatpewer bû, ku mele herdem ji qata rewşenbîran dihatin jimartin, di çaxê ku rewşenbîr di nav Kurdan de ji Melan pêve nebûn.
Dîsanê, yê ku li dîwana wî ya bi navê (Şerefnameya Menzûm) binêre, wê bibîne ku li ser pelên dîwanê hemyan, dîroka Kurda bi helbestî organîze kiriye, û wê bizanibe jî ku çiqasî zanebûna Cegerxwîn di warê dîroka Kurdî de heye. Ji bo nimûne di xweşxaneyeke menzûmê de weha dbêje:
Erê Gerşasifê nazdar û xweş rû
Were rûne li textepayê Xusro
Tu deyne ser serê xwe tacê Behmen
Ji ber dijmin me derxe rengê Bêjan
Dêmeke ewî zanîbû ku Gersaşef, û xusro, û behmen û bêjan kîne û çine..? Evna jî hatiye gotin di wê çaxê ku Kurda hê xwediyên van navan hê ne bihîztibûn bê ew kîne û çine..! Mebesta min jê ewe, ku Cegerxwîn çimkî ne di karê xwe de dirok zanbû jî, lê zanebûna wî di warê dîroka Kurda de baş hebû, û baş li jêderên vê dîrokê gerya bû û lêkolîn kiribû.
Cegerxwîn ji bilî vn jî, bi hin lêkolînên gastînî rabûye, û bi vî hawî hin ji dîroka Kurda ji devê bapîran dayehev, mîna şerê ku di navbera eşîra Kurdî Milan û ya Erebî Şemmeran de lidarketiye, ku di pirtûka didiwan ji (Tarîxa Kurdistanê) vê bûyerê tîne ziman û dbêje. Min ev dîrok ji devê kesên bi temenê xwe mezin girtiye. Dêmeke ku ne ji ked û lêgera Cegerxwîn ba wê anha ev dîroka vî şerî wenda nebûna.
Cegerxwîn di warê watasazyê û sîmantîkê de jî ) (علم الدلالة , watayên hin peyvên Kurdî derdixe, mîna peyva (Xweda), ku weha şîrove dike û dibêje: Xweda: yanî: wî – xwe – da. Ango wî xwe aniye heyînê, ne kesî ew çêkiriye. Û dîsanê di derbarê navê Zeradeşt de dbêje: (Di bawerya min de dirok zan xwe dixin şaşiya de, ku bi gelek rengan navê wî tînin ziman, lê ez dibêjim navê wînî rast(Zeradeşte) ku (Zar) bi wataya zimane zarave, û (Deşt), bi wataye rastiyêye, ango mana navê wî dibe, pêxemberê rastgo) النبي الناطق بالحقيقة). û dibêje: Hin ji dîrokzana dibêjin mana navê wî (Zard Uştra) ango xwediyê devehê zere, lê yamin rastire). Lê carna jî ew navin ku hê Kurdîtiya wan isbat nebûye dike kurdî, mîna navê qiralê Babilî ku bi navê xwe(Sergone – Şarokîn) ango qiralê birastî yan rastgo, ew dike Kurdî û jê re dibêje:( Şer û kîn).
dibe jî rastbe nerastbe. Bi vî hawî Ceger xwîn ne tenê dîrokê diguhîze, lê keda wî di warê şîrove û lêkolînê jî de heye, û ray û bîr û baweryên xwe mîna lêkolînerekî pispor tîne heyînê. Dîsa dibêjim: Erê Cegerxweîn ne dîrokzanekî Ekadîmiye lê em karin bêjin: Ku ew danhevyar û wergêrekî baş li dîroka Kurda geryaye, û keda xwe li ser rûpelên vê dîroka tiracîdîk baş rêzkiriye, û hinek ji tarîbûna dîroka Kurdî bi gernasî ronî kiriye, ku nifşên Kurdên werin, wê karibin li ser lêkin û avabikin, şaştiyan rast bikin, û rastiyan isbat û teqze bikin.
……………………………………………………….