Şêrwan lehengê xwepêşindana Qamişloya koçbarkir

Siyamend Brahîm

Teqez ez  bi şanazî û kêfxweşî dikarim bêjim ku  taxa Hilêliyê yeke ji wan taxên Kurdan ku di vê şoreşa me ya kurdan de beşdariya  xortên wê gelekî xurtbû, û ektîv bû, çimkî ev tax yek ji van tarên xwedî wijdan, û niştimanperweriya rast û durste, ne bes ev tenê jî, lê di gelek waran de bi karin kurdewarî û mirovatî rabûne, û hêjaye gotinê ku ewan bi mêranî baca gavên şoreşgeriyê dan, ev tax taxa leheng û mêrxasane,
 ew xebatkarên ku li dirêjahiya mehan singên xwe didin ber zordestî û serkutkirina ewlekariyên Sûryê yên ku bi destekî ji pola li zgirtîgehan de li xortên me yê sivîl dixin, lê cardin ew li ser eniya xwe ristin payberz kirine, ji mirinê re dibêjin? Were qurbano…. Em canfîdayên bihna azadiyê ye, bihna xelasa vî gelê Sûryê bi kurd, Ereb, Asûriyên xwe ve ji nîrê rêjîma ewlekariyê ku mafê her neteweke Sûryê daqurtandine.
Duh me nûçeya koçbarkirina lehengekî mêrxas ji xortên şoreşa me ya kurdên Sûryê bihist, û êvarê em birrek xortên çalakvan berên xwe dane konê xortê me (Şêrwan) yê ku di bûyereke trafîkê de hate kuştin, belê mirin dawîtirîn gave ku jiyana mirovan tewaw dibe, lê ya Şêrwanê me yê di xwepêşindana Qamişloyê de xwedî roleke xurt û aktîv bû, ewî li dora xwepêşindanan re diçû û dihat, erkên wî ku destê xerabiyê neghêje xortan, û xwepêşindana me bi rengekî şaristan û aştî derbas bibe.
şorşgeraya, û divê em di wê baweriyê de bin ku şorşgêriya wê ya zaîna îro ye, lê belê Belê teqez çavên Şêrwan li xwepêşindern re deh deh bûn, her ew di Sawîw kwîr debû, ji ber ku ew rahiştibû ev erka dijwar, belê erkên herî dijwar, ku hayedar û hişyar be, li dû her tiştên balkêş biopînne, û birastî jî em jî kêfxweş dibûn ku van xortên nûhatî ev berpirsyariya han dane ber çavên xwe û ev xwepêşindana me bi serfirazî û bê problem bighêje gorepana azadiyê û ji xerabiyan derkeve,
 Belê Şêrwanê me, timî dîmenên beşdariya te di wan xwepêşindana de, can û giyanê te yê pîroz riya xebatê rohnî dike.
Sed silav û dirûd li canê te be, û li canê hemû şehîdên Sûryê û Kurdistan.

Qamişlo

26/9/2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…