Kongirê li paş leylanê

Qado Şêrîn

Roj bi roj diyar dibe bê çima kongirê kurdî li dar nakeve, şeş meh in kurd li bende westiyan, em hetikîn, em cerisîn, çimkî her partiyek par û bêşa xwe dixwaze. Mixabin par û bêşa milet naxwazin, eger bixwestina dê di du rojan de li hev bikirna . ‘’Ga ketiye kêr pirbûne’’. Bi gumana min hin partî ji qestî wisa dikin daku kongir çê nebe û kurd nebin yek.
‘’Eger ne wek me be em bi we re nakin’’, mixabin hin partî bi vê baweriyê kar dikin. Serhişkî û ji ya xwe daneketin bûne navnîşanên mezin û astengî li pêşiya kongir. Mixabin gelek ji wan partiyan zikêşên xwe û ne zikêşên milet in, ji bo berjewendiyên xwe yên partiyane û ne ji bo berjewendiyên gelê xwe dikin, eger ne wisa be, dê ji zû ve kongireyê yekkirina helwest û gotara kurdî li dar biketa.

Heçê astengan li pêşiya yekîtiya kurdan û li darxistina kongir derdixe, rastexo yan jî xwarexo rêncberiya rêjîmê dike, çimkî tenê rêjîm naxwaze kurd yek bin.

Bi gumana min, çi partiya astengan li pêşiya kongir û yekîtiya kurdan derxîne, divê ji hêla partiyên din ve eşkere bibe, daku gelê kurd agahdar be bê kî bi çarenûsa wî dilîze, di dûv re bê şermezar kirin, eger wisa nebe dê gelê kurd hêviyan li ser leylanê ava bike.

Pirsgirêkên navxweyî yên partiyan bûne asteng li pêşiya gelê kurd ê ku ta ana bi zexmek mezin daneketiye kolanan û beşdarî di şoreşa Sûriyê de nekiriye.

Eger kes in din ji me re nekin, xuyaye em ê ji xwe re nekin. vêga hêvya me ma xwedê, û demuqratên Şamê, piştî rûxandina rêjîmê.

Rêjîm ta bi zarokan, ker û jinên ducanî dikuje daku bimîne, daku berjewendiyên xwe biparêze, partiyên me jî ji bo man û navdariya serokên xwe, pêl li hêvî, çarenûs û yekîtiya gelê kurd dikin.

Bi gumana min, eger hat û kongir çê bû jî, dê sê rojan li ser lingan nemîne, dê dîsa eynî partiyan têk bibin. Tecrubeyên dîrokî vê yekê piştrast dikin.

Bi gumana min, kurd baş ji partiyan dûr ketine, êdî partiyên siyasî ji her demê bêtir hewcedarî guhertin û xwenûkirinê ne, yan jî dê bi şoreşa ciwanan re, belkî jî piştî rûxandina rêjîmê têk biçin û bibin ji dîrokê, çimkî dê bê bandor û kiş bibin. Bê şek û guman dê piştî rûxandina rêjîmê gemara gelekan derkeve ser avê, û gelek jî dê nema bikaribin bi hest û çarenûsa milet bilîzin.

20.09.2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…

Merwa birîm

Havîna par têvel û bi min pir xweş bû, rojan e, nexasim li danê êvarê ez di vê kolanê re derbas dibûm, bêhna axa şil ji pêş xaniyan wek refek sêrçe difûriya, jin û keçikên sinêle di talda dîwaran de diciviyan, kalemêrekî piştxûz xwe bi darê zorê li ser kursiyeke…

Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

We vedixwîne roja zimanê kurdî :

Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistan
Nivîskar: Fettah Timar

Asteng û Aloziyên zimanê kurdî
Nivîskar: Ednan…

Hozan Yûsiv

Di 15ê Gulana 1932an de, dema Mîr Celadet Alî Bedirxan kovara Hawarê li Şamê derxist, ne tenê destpêka kovareke wêjeyî bû, lê belê cihê werçerxeke dîrokî bû di riya ziman û çanda kurdî de.

Hawarê peyameke zelal da cîhanê ku zimanê kurdî ne kêmtirî zimanê derdora xwe…