Şoreşa ramanî

 Ciwan Dêrikî

 Pêdiviya me bi şoreşek ramanî heye , bîr û ramanên li sûka kurdî – kurdên rojava –  bi piranî yên sedsala borî ne , dûrî sedsala 21an e , sûkeka kevneşop maye , bê nûjenî û xweguherîn . cîhan bi ezmanan ve ketiye hêjî kurd serdema berî zayînê dijî . hê guroverîzm neghaye wî , maye di cihê xwe de , bê nûkirin , bê xweguherîn û bê hemdemîtî . ev ramana Kevin a bûyî tert li ser mejyê civakê di serî de pêwistî bi şoreşek ramanî heye , ku hemî pîvanên berê serûbin bike , hemî têgehên zer û hişkbûyîn bimale , bingehek nû dane , tirhin nazik û bijartî biçîne û ji kaniyên hizr û hişmendiya pak bi hostayî av de . heger şoreşe divê guherînê ji kokê ve çêke , yan jê emê bimînin di nav şêlûbêleka winda de .
Şoreş jî endam û pêşengtî jêre gereke , bîrdoz û felsefeyek zanistî û serdemî , rêxistinek hevgirtî û ji pola , û kadirin bi siyasetê pijayîn ..
Çi şoreşa heyî û yên derketîn bi pêşengî bûn , hêzeka xwe ya canfida û gorîker hebû , kesatiya xwe di sîtla şoreşê de dihelandin û dikirin şerbet ji belengazan re , ji hêviyên civakê re , ezezîtî di jiyana wan de nebû , sistî û rawestan jî nasnedikirin , di liv û tevgerê de bûn ta armancên şoreşê bi cih dihatin .
Dibe di dema me de rewş guheriye , ne mîna sedsala bûriye , lê pîvanin sereke hene ji her dem û çaxan re gerekin , raste em nikarin pîvanên şoreşa Rosî , yan ya Vêtnamî li rewşa xwe ye îro siwarkin , lê divê çareyek jî hebe ji bindestiya me re , rêbazek hebe ku ev gel ji koletî û mêtingeriyê rizgar be . ev rêbaz dibe ku siyasî be , aştiyane û demoqratî be , dûrî hemî rengên tundûtijiyê be , û dibe ku çekdarî be jî .. gava hebûna neteweyekê bikeve metirsînê , yan dagirker bi hemî hêza xwe ya hovane ve bajo ser .. hingî tu neçarî li berxwebidî û xwe biparêzî bi hemî derfetên ji dest te tên …
Bi nêrînek kûr û hûrbîn mirov li rewşa me ya îro temaşeke , wê bibîne ku em ji tiştekî re ne pêkhatîne , ti piroje û nexşerê li holê nînin ku karwanê me bighîne binecihê , yanjî yên heyîn ne zelalin û ne vekirîne . raman û xebata ku tête behskirin di civakê de ji hêla rêxistinan ve .. demê ew derbaskiriye , devjê berde ku tenê ew xebat di gotinê de maye .
Ji hemî rewşenbîr û nivîskarên kurd tête xwestin ku jiyana serdemî nîşa gel bidin , ramanên hemdemî belav bikin , danûstandinek kûr û berfireh bi siyasetvan û partîzanan re bikin , bi dengek bilind û eşkere .. bi rastî bibin ronahî ji vî gelî û vî welatî re . ta nêrîna giştî yekba bibe li gor bîr û ramanên nûjen , û bi pîvanin serdemî . belê digel vê .. taybetiya kurdîtiya me jî bête parastin .   

          17 / 9 / 2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozanê Girkundê
Efrîn xedenga di dilê welatê min
Ey bihna sînga bûharê
Dildara êşa zytûnê
Vaya dîsa berê min li te ye
Ez ê ji nûve te himbêz bikim
Û kela hez kirina xwe
Di sînga te de birjînim ez ê
Çavên xwe
bi xweşikbûna te kil bikim
Û destên xwe bi axa te
Bişom!
Ji nûve ez ê buxçika bîranîn vekim
Li bin sîya darên te
Ez ê…

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê…

Lewend Hisên *

Di dehsalên bûrî de tevgera siyasî ya Kurdî guhertinên bingehîn kirin, ku hem gotar, hem sembol û hem jî armancên sereke. Yek ji hêzên sereke yên ku di vê çarçoveyê de bandor kir, PKK ye. Di dema ku Alaya Kurdistanê, navê Pêşmerge û daxwaza dewleta Kurdî ya serbixwe wek…

ew her dem nakeve sernivîsê, lê di Hûrguliyên têgihîştin û rêyȇn ku ew wan ji sînorên Kurdistana Iraqê wȇde tir dixwaze de amade ye.

Di dema şerên di navbera artêşa Sûriyê û ‘Hêzên Sûriyeya Demokratîk’ de û ya pey re ji kanalên giftȗgo ȗ danûstandinê yên di navbera Serok Ehmed El-Şera û…