SERNIVÎSA DENG *
Li çendê salên borî de doza kurdî dima girava hişa şovînizmê, gelê kurd hemî nehameta zora netewî têde dikşand, û hemî şêweyên tinebûnê,..ta mafên xwe yên asayî..weke mirovan berî herî tiştî ( netewî, niştimanî ), û di derheqa wî de siyaseta erebkirinê hate rahatin, tevlî kişandina nijadiya sûriyê ji pir kesan, yanjî bayaxkirina wan ku rûniştvanin ji qorê dudiyanin,..herwisa li nik siyasetên awarte hin di jî .. û hemî zagûn û pirojeyên nijadperestî yên ku ji hendanê wane dadixîn, û rê li pêşiya wan dibire.. li sere wan e bikarhatin, û herwisa jî mina hemi pêkbînên di sûriyê de hatin qedexkirin û kuştin, û ji azadiya gişane qedexîbû…
Lê belê ev tiştê han hemî nikaribû ku gelê kurd û tevgera rêzanî ji rê bi yan de, û hîn hinartina wî ji bo liva gelêrî û xebata aşitî bêtirkir…di derheqa dozên xwe yên netewî , û niştimanî de û zora giran yak u li ser piştê wî paldayî ji dehê salan de…ji ber ku doza wî ya netewî ji destpêkê de pareke resen bû ji dozên niştimanî. û dît ku demoqratî ewane riya çareseriyê ye ji hemî dozên dalqandî di hundirê welêt de .. ji ber vê xebata xwe berdewamdikir li ser vê piransîpê ( demoqratiyê ) weke derperîneke gişane ji tevgera rêzanî ya kurdî re ji damizrandinê û virda de..
Herwisa jî karibû hembêziya pirojeya kîtî di guhartina demoqratî de û sikûmên wê yên bingehî de çi ji şerê li hember têrûrê, û qedexkirina çekên badkarî, û rahêja rijîmên sitimkar û dîktetorî bikira…
Û karibû tîşaniya wê bikira, û ew jî dêle ku tevgera rêzanî ya kurdî di zîndekariya xwe de ye û dînemîkiye, û bi çavbînekê pêvejokên serhildan û şoreşên ku meydana rêzaniya erebî wistandiye, û esrkeftinên wan li tunis û misirê û lîbiya û yemenê jî,.. û berdewamiya wê di sûriyê de…û tevlêbûna wê gav bi gav bi camawarê kurdî bi pêşengiya xortan re,,.di riya liva raperînan re li kêlek-rex-nik birayên din ji pîkbînên di sûryê de..ta bibe delaveke ji raperîn û şoreşa sûriyê re, mebest jê lezbûnekê têxîne riya serkeftinê şoreşê, û rahêja sitimkariyê û anîna jiyaneke filaz ji hemiyan re di hundir civakeke demoqratî de..
Yanê ku gelê kurd û tevgera wî ya rêzanî herdem nakokiya sitimkariyê dikirin û ti omidî di wana de ne didîtin, ji ber ku ewane jêdera astengiyan bûn,.. û her nîşanên ku hene duristiya gotinên me dikin, û nîşana dawiyê ew biryara tevgerê ya ne çûndiniya çi hevpeyvînan, yan dîtinan ya deselatê vexaniya wê kiribû li radeya paytextê û ta li ser radeya parezghan re…
û mercên bingehîn jêr e danîn, ji ber ku tevgera niştimanî ya kurdî bi hemi partiyên xwe yek pare ji dijbera niştimanî re,.. ji nakokiya herdemî bi rijîmên sitemkarî û siyasetên şovînî ya ku rahat dibe di derheqa gelê kurd dr li dirijiya demê…
Lê belê hin kesatî,.. yan layên dijber yên erebî di sûriyê de yên ti bingehên xwe ya gelêrî nînin..nirînên xwe di derheqa doza netewî ya gelê kurd pir li şûnin..
Belkî ew nirînên han tên ji paşelek nezanbûnê bi mafê gelan li gor piransîpên zagûnên navwelatî ya paldide li serzanistiya komelayetî û zanistiya rêzanî , yan jî tê ji çanda şerê sar yan jî ji hişek kifkî kevinperestî, yan jî ji hijmerên pêşerojî teng, û tiştê qels ku ew layîyên han xwe dibînin berdêl ji rijîmê re, û ew xudî sekan,.. û bi wê tonî şaş derin û dûrî vacayê ne bi dan wistandinê xwe û nemaze bi tevgera kurdî re…
Tevgera kurdî ne ya qincikaye, û ji hewkêşeya ( giş, û taybetî ) dernakeve, lê belê ku gava dozên xwe yên netewî di hin cewqelên rêzanî de bi dertînê bi xwe encameke sirûştiye ji nehametên ku têra derbasdibe..
Di aliyê hevpeyvîn û dîtinan de tevlî dijberaniştimanî de.. ewane netê ji ku dijbera han daxwezên netewî wê bi cihbîne,..
çimkî ewane ne layê tekaneye yan berdêle yan karbike beyî aliyê kurdî ( mîna kulokek serbixwe) giraniyeke xwe camawerî heye..wê bimîne weke aliyeke bingehî li nik aliyên niştimanî yên din di pêkbîna berdêleke şiyayî di pêşerojê de..ji ber vê wê bimîne bêtir watekar ji dîtyarî û hêviyên netewî û niştimanî ya gelê me… Ev qonaxa han bi hemî hilgirên bingehî ( kelopal, û pirsiyarî ) weke encameke sirûştîye ji pêşketin û pêvajoka serhildanê re di welatê me de sûriyê….ya ku hêzên ciwanan serkêşiya wê dikin bi aramî û tenahiyê ve di hinartineke mezin de, ev dêle ku bêtir em lihevhatinan çekin, û venasînekê beruber bi maf û erkan bi şêweyeke aşkere ji hev re zelalbikin, û bayaxek îjdilî hebe bi hemi dozên niştimanî di welêt de, û bêtir bayax çêbibe bi doza netewî ya kurdî,..û kuloka kurdî hebûna xwe di hemi kombûnû dîtinan de hebe ta ku guhastinek curayî ji hemi dijbere çêbibe di riya ku hemi koşêş bi yekbin ji bo yekbûna rêza niştimanî û helwesta rêzanî û karê niştimanî yê bi hev re, û kûtkirina va riya hane di bi çi behanan de,..ewane kareke bervacî arastiyê ye..tiştê li meydanê xuya dibe ku hemi hêzên niştimanî xwe rahat dikin bi pirsiyareke mezintirîn..ji bo pêkbûna hin piransîpên bingehî û hevre pê dawîna sitimkariyê were û avakirina welatekî nûjen û demoqratî li ser bingeha dadwerî û wek heviyê di gel beşgeke rast di deselat û samanê re,..li ser piransîpa ku sûriyê ji hemi sûriyan re ye”..
Ferhengoka gotarê:
-bayax(اعتبار- اهتمام) –beşge(شريك) –girav(رهن) -hunartin( إصرار) –kulok(كتلة) –pêvajok(تطوّر) –rahat(ممارسة) -şêwe(شكل) –tîşan(تفاعل).
1492011
*
Rojnameyeke giştî ye, ji weşanên nivîsgeha çand û ragihandinê, ya partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê