Şoreşa Sûryê her gurr dibe û rengekî bêteşe distîne

Siyamend Brahîm*

Niha gelê Sûryê û hemû dîdarên cihanê ji bilî her dû dewletên xwedan berjewniyên aborî û leşkerî Çîn û Rûsan ku ev rêjîma Sûryê ya xwîn mij tu caran rêform nebe, û di nav gelê Sûryê de tu bawerî pê nebe, û her berê wî li rûxandinê ye?!
li dirêjahiya şeş mehên girover ev rêjîma bê bav milletê Sûryê bi tank û balafiran xelkên sîvîl û amîtam kuştin û hin jî berdewame?!
 Kuştina mirovan, jêkirina zengelorkên wekî Brahîm Qaşûş, p şengê siyasetmedar Xiyas Meter ku ev tawanên hovîtiya nayê li ber çavan pêktînin, ez dibêjîm li dîrokê tu xwînmij wisan wekî wan nehatiye?! Li cem wan Karê kuştinê wekî firreke ave?! bê tirs û perwa hêç bûne harbûneke bê sînor nakeve mejiyiyê mirovan. Belê rayedarê koma milletan dibêjin hejmara kuştiyan gihane bêtirê 3000 hezar ji bilî bi hezaran di girtîgeh û zindanan de hemû rengê eşkence û tirsê bi serên wan  hêjaye gotinê ku ev pila han dighê koça mezin ji qirkirina mirovatiyê ye, û gerek berpirsyarên van tawanbaran herin dadegeha Lahayê yê ji bo ku zanibin bê çawa ev tiştên xirab bi serê gelê xwe tînin?!
Lê bera ew di wê baweriyê dene ku tu kes nikare vîn û şîna gelê Sûryêtê biherifîne?! Û ji van xwepêşindanan vekeşe û tu carî kuştin doza welatekî çareser nakî?!
  Bawer bikin ku rêjîm gihaye koşa dawiya xwe, dawiya xwekuştinê, ji ber ku ew nikare tu rîformê çêke?! Radibe ev tawanên mezin li dar dixîne?!
Rêjîmeke li seranserê Sûryê hemû rengê gendelî û xerabiyê çandiye?! Hêjaye gotinê ku nema dikare kesî bixapîne, û ew durûşmê rêjîma berxwedan û xebatê herifî ne ma dikeve serê kesî ku ev xerabiya li Sûryê çê dibe terrostan an jî çekdarin çê dibe, ev kira han nayê mejiyê kesî, derew û xapandin ew nîşana alêvn propoxanda wan ev ramana han belav dike?!
 Ev fen û fotên propexenda wan eşkere bû ku tenê kursiyên xwe dixwain, û Sûryê ji xwe re bikin zeviyeke malbatî, û gel ji wan re şiavntiyê bike, û koletiyê ji wan re bike, û ew jî hemû xêr û xêratê Sûryê dixwin, û gelê Sûryê di perîşaniyeke mezin dijî, û ev çîroka şoreşa Sûryê ya ku bi şanazî û rêzdarî berdeame ta ku ev rêjîma hesinî biherife û çi rêjîm bê ewê ji vî rêjîmê han çêtir be û gelê Sûryê bi biratî û aştî bi hev re bijîn

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…