Yeko bi sediyo , sedo bi yekiyo

  Ciwan Dêrikî

 Rêxistinbûyîn

Rêxistin û rêkûpêkirin ji nan û avê jî giringtire ji me re îro , di vê rewşa tevlîhev de ku rûda ye di rojhilata navîn de , her milet , her hêz û partî li berjewendên xwe digerin , peymanan çêdikin , bendan avadikin , şerekî siyasî , dîplomasî û çekdarî birêve dibin . .  her yek ji bo çareyekê li gor xwe xwe amade dike , û xwe pêktîne , gelo em çi dikin û tevgera me çawa xwe amade dike ji van guherînan re ? divê em zanibin ku hêza herî xurt ji miletan re rêxistinbûyîna wan e , ji hemî rengên çekan xurtire , minak pirin di dîroka tevger û şoreşên cîhanî de .
yê rêxistinkirî xurte , û yê xurt herkes hevalê wî ye . ta bi xwedê jî dostê xurta ye mina seydayê Tîrêj gotî , belê gelek pendên me yên zêrîn jî behsa xurtbûnê dikin , bav û kalan ji me re gotiye : ( heger darê te stûre , arvanê te hûre . sing ji ber mêkut diçe  . . ) ka vêca em heya çi hindamê xurtin ? ! 
Rêxistinbûyîn ne tenê naveke û hew , ne hejmarek mezin ji mirova ye , ango ne danheva kesa ye ,  rêxistin rêkûpêkirine , hevkarî ye , dilsozî ye , nihênî û xweparastine , pêşengtiya di rewşa awarte de ye , ajotina gemiya di nav pêl û bahozan de ye û gihandina wê bi parastî ji peravan re ye .  mixabin em kurd hînî  çanda rêxistinê nebûne , em bê rêxistin mezinbûne , serberedayî û bê pîvan li hev kombûne , lewra em di tengiyan de xwe li ber pifekî nagirin , her rêxistineka me bûye mêşedana şelîpan bikeviyê , ji hindur de tê wêrankirin û desteserkirin , bizanebûn têde tê kolan û parçekirin , demek kin diçe  êdî bawerî di nav endaman de namîne , hêvî jî têne kuştin , û kar û karname seqet dibin .
Belkî hinek bêjin ev nêrîn girane û ne liciye , raste girane lê pir liciye , nexwe çawa evqas rêxistin û partî me hene hîna kolana me bê serî ye , hê nexşeriyek me nîne , hêjî  tu piroje nehatine pêşkêşkirin û ne ketine kar , qunaxa di nav gel û partiyan de qûnaxa Erd û ezmane .  çendî zor û zehmetî hebin , çendî çewsandin û hovîtî hebe , nayê wê wate yê ku gel bi vî şêweyî dûrî tevgera xwe bikeve , û li ber bayê nedêranê here ,  em nikarin bibêjin gel şaşe û ne welatparêze , qelsî û kêmanî ya pêşengtî û tevgerê ye , tevger û pêşengtî jî ne tenê partî ne na . . ev guneh yê her kesê xwe bibîne welatperwere , rewşenbîr be , siyasetmedar be , nivîskar be , partîzan be , kî be bila bibe , ev gunehê hemiyan e , lê gava rexneyek jî tê kirin li vê rewşê , di serî de partiyên me xwe ditengijînin , li xwe mikur nayên ku qelsiyeka wane ev belavbûn û jihevketin , di cih de  şûrê xwe tûj dikin li ber serê rexnegir radiwestin . ha va em dibînin ku şerekî man û nemanê di nav nivîskar – rewşenbîr û partiyan de derketiye , xebat û têkoşîna ji bo rêxistinkirin û rêveberiyêa gel maye li paş , û binîqra hev girtine . dem dimeşe , tirên dibûre , bihar û havîn diçin . . lê bê guhertin , bê nûkirin , û bê yek gav bêşveçûn . ger ev nakokî ji bo xebata gelêrî û neteweyî bihata kirin . . sedîsed rewşa me ne dima weha , wê îro hêzeka me ya hevgirtî û bibandor li holê heba .
Ev ne dema piropaganda partîtiyê ye , dema welatperwerî û miletperweriyê ye , xebatek hevbeş ji her kesî tê xwestin , bi rêxistin û sazbûnîk xurt , ne bi pirbûna endaman û hejmara gelek .. na , bila rêxistinkirî be bila hindik be , bila yek be û xweragir be , ne sedê jihevketî û belawela be . ji berê de gotine :  yeko bi sediyo , sedo bi yekiyo  .

10 9 2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...