Zimanê kurdî kesade bazar

 Ciwan Dêrikî

Navgînên ragihandinê roleke sereke di yekkirina nêrîna giştî de dilîze , nexasim di vê serdemê de , ku Tv , Rojname , Malperên Net.ê , û …hd . ev hemî bi armanca hişyarkirin û zanakirinê , û pêkanîna berjewendên neteweyî bi giranî dikevin kar .lê em kurdên rojava ( sûriyê ) ji van alavên ragihandinê bê behrin , tenê di destê me de malperên Enter net.ê hene . . .
nivîkar , rewşenbîr , rojnameger û siyasetvanên me , yê ku dinivîse di malperên kurdî berhemên xwe belavdike , lê tişta balkêş ewe ku rojeva me bi piranî bi zimanê Erebî tête ziman ne bi kurdî . herkes piyana xwe li derya zimanê Erebî hiltîne û kaniyên zimanê kurdî bi sêwîtî li tiyekî temaşedikin . mixabin ku ev çina pêşeng ne bi zimanê dayîkê hest , nêrîn , şirove , û bîr û boçûnên xwe tine zimên , neku bi kurdî nizane na . . çimkî gelek ji wan erbiya wan qels û lewaze li gor pîvanên rêzimana erebî , welê jî bi erebî dinvîsin ne bi kurdî .
Berî 316 salan dema ku berhema binirx û hêja ( Mem û Zîn ) hatî nivîsîn , seydayê sertac û pênûszêr Ehmedê xanî ev êşa îro em dikşînin wî hingî kêşaye  lewra dibêje :
Safî şemirand vexwarî durdî  .. nonendê derî lîsanê kurdî
Da xelkê nebêjine ku Ekrad .. bê marîfetin bê esl û binyad
Bi nêrîna min ev dûrketina ji nivîsa bi kurdî qelsbûneka hest û semaxa neteweyî ye . raste sûk û bazara erebî firehtire , û xwendevanên kurdî gelekî kêmin , vêca herkes lêmişta xwe dibe wê sûkê qenc neqenc keda xwe radixe .
Çendî ku ( îro kesade bazaar , nîne ji qumaşî re xirîdar ) divê em li sûk û bazara xwe xwedî derkevin û malê xwe pêşkêşbikin .
Birastî daxeke li enya me ku hevqas nivîskarên kurd heyîn û bi zimanê xwe nanvîsin . belê bila bi zimanê biyaniyan jî binivîsin lê ( Lêv ji didanan pêştirin ).
Ez piraniya nivîsên têne weşandin dişopînim û dixwînim çi bi kurdî û çi bi erebî , bi taybet berhemên di malpera WELATÊ ME de dertên – ji xwe malperên kurdî yên sereke girtîne – rewşekî pir balkêş min dît , em dizanin ku piraniya nivîskar û rewşenbîrên kurd , alîgir û bêalî yên hatîn naskirin di parçê rojava de , di vê malperê de keda xwe diweşînin , çi bi kurdî û çi bi erebî , lê tişta seyr û balkêş ewe ku qûnaxa mezin ya di nav hejmara berhemên kurdî û erebî de ye . di meha tebaxa 2011an de nivîsên belavbuyîn di malpera binavkirî de bi zimanê kurdî 42 berhemin ,  lê berhemên derketîn di vê  malperê de , di meha tebaxê de  bi erebî 470 ne , gelo mirov vê yekî ji kesekî biyanî re bêje wê bi çi çavî li pênûsvanên kurd binêre ??
Ev serkoma meye , ev asta herî zane û bîrewere qata herî li jore di civaka me de , vêca gotin ya xwendevane ka çawe binirxîne .
Ziman zimanê meye , divê em têrbûn  û dewlemendiya wî bi pênûs û nivîsên xwe diyarbikin , qelsî ya me ye ne ya zimane , ( xwedyê Elbê  li Elbê digere ) ,çendê salaye em cotê xelkê tajon û bênderên wan didêrin , û dawî jî rehmeldewbav ji me re dimîne . ma dem nehatiye ku êdî em ji xwe re bidêrin ?
Bila berhem û verêj jî bibe para me .
Ma ji xweve hatiye ku her dilşewatekî kurdîtiyê bi serê Ehmedê Xanî sondixwe ?
Deka emjî keda xwe bi kurdî birijînin , qatî hinek hesker û dilşewat wê lê bişemitin û pê bihesin . tiştek dî nabêjim , mala we ava , devê we bi kurdî şekir be .

6 9 2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Civak û pêkhateyên Sûriyeyê bi dab û kevneşopiyên kevn yên qenc û kirêt gelekî dewlemend in. Wek hemû gelên din, ji nifşên berî xwe van dab û adetên xwe wergirtine; çi yên baş û çi yên nebaş. Lê bi pêşketinê re, divê dab û adetên herî qenc…

Ebdilbaqî Elî

Di roja şemiya 8ê Mijdara 2025an de serokȇ demkȋ yȇ Sȗriya Ehmed EL-Şer’e bi seredaneke fermȋ gihiște paytexta Emerîkayê ȗ ji bal serokȇ wȋ welatȋ ve hate pȇșwazȋ kirin.

Serok Ehmed EL-Şer’e yȇ ku dibe yekem serokȇ sȗriya ku ji serxwebûna welat ve di sala 1946 de bi seredaneke…

Xurşîd Ilêwî

Ji bo F. Ebdê

Kekê min,

Min helbesta te xwend,

Û deriyekî ji heriyê di sînga min de vebû,

Û gundê te bi lingên xwe yên tazî derket derve,

Siyên kesên ku çûne li pey xwe dikişandin,

Û berîkek nedîtin ku şirîniya xwe…