Çima konferensa ciwanên kurd li Swêdê bi ser neket?

 Sîrwan H. Berko – Berlîn

Hîn berî ku „Kongirê Ciwanên Kurdên Sûriyê li Derve“ pêk were, eşkere bû ku ewê bi ser nekeve. Ji bo vê dîtinê gelek sedem hene.

Ev hevdîtin bêtir wek reaksyon li ser konferansên pirhejmar ên beşek ji oposîtsyona sûrî di hefteyên buhurî de pêk hat. Amadekarên konferensê di wê baweriyê de bûn ku divê ciwanên kurd li derveyî welêt xwedî helwest bin beramberî bûyerên li Sûriyê.
Ji dema ku şoreşa li Sûriyê dest pê kiriye, gelek kes di wê baweriyê de ne ku divê tiştek bê kirin. Bêyî ku encamên wan zelal bin û – ya ji vê giringtir – bêyî ku bizanibin bê ewê çawa van armancên xwe pêk bînin, gelek kesan li gelek deveran konferans li dar xistin û gelek kesên din konferansine din amade dikin. Herkes xwe berpirsyar dibîne û dixwaze li her deverê li ser maseya konferansan amade be. Herkes di wê baweriyê de ye ku çareseriya herî baş li cem wî peyda dibe. Herkes dibêje “divê em tiştekî bikin!”. Herkes dixwaze ew be nûnerê şoreşê li derve û ne kesek din. Ji bo vê yekê ew amade ne hertiştî bikin.
Amadekarên „Kongirê Ciwanên Kurdên Sûriyê li Derve“, ku bi beşdarbûna dora 40 ciwanên ta temen 40-salî pêk hat, ketine bin bandore vê xiricira mezin a pir tevlihev. Wan xwest konferansek çêbibe, bi çi awayî be, bila be û ne giring e kî jî beşdar dibe yan na. Mîna konferansên ku li deverine din pêk hatin, amadekarên konferansa li paytexta Swêdê jî kesên li gor xwe ji bo beşdarbûnê hilbijartin û vexwendin. Eger ku armanc ew bû ku konferansek baş bi encamine baş pêk hatiba, hingî pêwîst bû ku beşdarvanên konferansê li gor çalakbûn û pisporiya wan bihatana hilbijartin. Lê ev yek pêk nehat. Herweha konferans tenê ya mêran bû. Ev jî sûcê komîteya amadekar bû ku ti giringî nedabû beşdarbûna xanimên çalakvan û pispor.
Dema ku reklam û dirûşmên konferansekê ji konferansê bi xwe û encamên wê mezintir bin, hingî eşkere dibe ku ji bo amadekaran tenê reklam giring e, ne encamên konferansê. Bi vî awayî wan hêviyek bi Kurdên li welêt û li derveyî wê re çêkir, ku ew nikarin xwedî li wê hêviyê derkevin. Ji ber ku dengê defê ji dûr ve xweş e, Kurdên li welêt zû baweriya xwe bi dengên ji Ewropayê tînin. Encam jî şikestina hêviyan e. Şikandina hêviyan ji çêkirina wan hesanîtir e. Bi taybetî di vê demê de. Ku mirov nikaribe hêviyên şoreşvanên li welêt xurt bike, gerek mirov bi kêmanî nebe sedem ji bo şikestina hêviyên wan.
Armancên konferansê çi bûn û ji wan kîjan pêk hat?
1.    „Afirandina mêkanîzmine pratîk î nû bo piştgiriya şoreşgeran li hundir…“
Ev encam pêk nehat. Ji ber ku piraniya beşdarvanan ne xwedî ezmûn in, bêtir dema konferansê bi axavtinên dirêj û gelek caran bêwate derbas bû.
2.    “Pêşkêşkirina dîtinine ron û darêştina projeyine pratîk bo piştgiriya rola kurdî li hundir û derve, û bikaranîna wê bi baştirîn şêwe di heyama şoreşê de”
Ev encam jî pêk nehat. Ti proje ji konferensê derneketin. Tek projeya ku derket, damezirandina “Komcivîna Ciwanên Kurdên Sûriyê li Derve” bû, ku ji bo birêvebirina vê rêxistinê heft kes hatin hilbijartin, ku şeş ji wan endamên komîteya amadekar bi xwe bûn! Di konferansê bi xwe de nehat diyarkirin bê armanc û projeyên vê saziyê çi ne.
3.    “Birêkxistina şiyanên ciwanên kurd ên sûrî bo beşdarbûna çalak di avakirina dewleteke plûralîst a demokrat de, ku bo hemû Sûriyan jiyaneke azad û bi rûmet misoger bike, û bo doza kurdî çareseriyeke siyasî yî rewa peyda bike li gorî peyrewa Neteweyên Yekgirtî û peyman û rêkeftinên navdewletî, û cih biruxsîne bo birêvebirina karûbarên welêt li ser bingeha yeksaniya li gel miletên din li Sûriyê.”
Di daxuyaniya dawî ya kongir de hatiye nivîsandin, ku “Kurd li ser xaka xwe ya dîrokî dijîn”. Herweha hatiye nivîsandin ku Pirsa Kurdî pirseke “rewa” ku divê bê çareserkirin. Konferensa li Stockholmê jî heman dirûşmên bê naverok dubare kirin, ku ji aliyê gelek partiyên kurdî ve tên bikaranîn. Bi vî awayî konferensê tiştek nû neanî. Ev jî yek ji sedemên neserketina wê ye. Di nerîna min de ne dem ji bo van nîqaşan munasib e, ne jî karê konferansên mîna ya li Stockholmê ye ku biryaran li ser hin pirsan bidin, ku ji bo peydakirina çareseriyên wan kesên pispor pêwîst in, ne kombûnên li ser daxwazê (on demand).
Di vê serdemê de rola Kurdên li derve gerek tenê piştivaniya şoreşa li welêt be, bi hemû awayên gengaz. Şoreşa li Sûriyê têra xwe tevlihev e. Pêwîstiya wê ne bi pêşbirka nûnerên şoreşvanan heye, ne jî bi konferensên bê encam.
https://www.facebook.com/sberko

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…