Çepka bidin kurd va dibin yek

Emer Îsmaîl

Miletê kurd weke miletekî boş li seranserî cîhanê yeke di maf û armancên xwe de û yekîtiya kurdan jî belî û diyare raberî her mirovekî ku dîroka kurdan xwendiye yan jê têkilî bi gelê kurd re kir ye.
Şoreşên kurda di dîrokê de  û zincîra wan şoreşan li peyî hev diyar dike ku xortên kurdan sînor derbas dikirin ji bo bibin pêşmergên qehreman di şoreşên gelê kurdistanê de, bê ku xwe bi bînin ji vî parçî yan ji parçek dî û xwîna xwe bi merdî didan ji bo ku rojekî ji rojan kes ne bêjê kurd ne yekin û bi kul û derdên hev na êşin,
û herweha helwêsta hemî coreyên miletê kurd li her çar parçên kurdistanê jî di vê derbarê de yek bû. heger du nêrîn yan yazde partî di nav gelê kurd de peyda dibin,ev ne nîşana ku kurd ne yekin û nabin yek,daxwaz û armancên tevgera siyasî û miletê kurd tev de yekin û hemî bi hev re doza mafê rewayê gelê kurd dikin,wek netewa dudiwan di welêt de û  li ser xaka xwe ya dîrokî dijî.ev daxwaz ya her zarokek,pîrekek,zanayek,nivîskar û siyasetmedarekê kurde û diyare ku piştî şoreşa gelê Sûriyê  di 15/3/2011 ê destpêkir, tevgera siyasî ya kurdî civîn kirin yek, komîta yekîtiya civata tevgera kurdî li Sûriyê dakete nav qada şoreşê de û giftûgo bi hemî hêzên siyasî yên Sûriyê re kirin û her yek ji aliyekî ve, ji bo çareserkirina pirsa kurdî wek heyî li welatê Sûriyê.heger yazde partî di nav kurdan de hene û zêdeyî sed rewşenbîr û nivîskar dijî hev dinivîsînin û têbînî û rexnên xwe li ser karê tevgerê û partiyên wê diyardikin .ev nîşan didê û ron û eşkere dikê ku kurd miletekî pêşketiye,xwedî mejî û singek firehe,bi biratî danûstandinê dikê û bi aqilmendî û hişyarî rewşa xwe ya siyasî şirove dikê,û pê re rêyên çareserî û rizgariyê ji gelê kurd re destnîşan dikê.
Bi rastî ez behit û matmayî dimînim dema ez ji mirovekê kurd ,nivîskar û xwedî bîr û bawerî ku di bêjê kurd nema dibin yek û dikê wek mizgîniyekî û ji gelê kurd re radigihînê.ez di bêjim nivîskarên kurda yên bejin bilind : nameya nivîskaran ewe ku şûna tariyê ronahî bikin û çirak geşbin di pêşiya şoreşa azadiyê de û rêyên rast nîşanî miletê xwe bidin.îro roj dijîtî û reşkirina xebatê bihêlin piştî pêkanîna armanc û hêviyên kurdan.

Vêca çepka bidin va kurd dibin yek, û tevger û miletê kurd li Sûriyê ber bi girêdana kongirê netewî ve diçin û gelê kurd li Sûriyê bi tevaya tex û çînên xwe ve dakevin meydana vê şoreşê û vê carê raste. dîsan çepka bidin va kurd dibin yek.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...