Dema Şer qediya

Qado Şêrîn

Êdî bi destên vala, sêngên tazî û xwepêşandanên aştiyane jî milet dikarin mafan bistînin.
Carekê Osman Baydemir gotibû: “Hêzên çekdarî dema xwe tijê kirine”

Wê wextê, Serokê PKK-ê Abdullah Ocalan ji Îmraliyê bersiveke tund şand ji serokê şaredariya bajarê mezin ê Diyarbekir Osman Baydemir re ku wî çima gotibû “Dibêjin hêzên çekdarî dema xwe tijê kirine”( http://www.netkurd.com/?mod=news&option=view&id=6019 )(ji netkurd) , dêmek ne ji mafê kesî ye bîr û boçûnên xwe bibêje, û helbet berjewendiyên Pkk di berdewamiya şer de hene taku axaftina di rawestandina şer de jî qedexe dike.
BDP jî nikare biryarên di derbarê rawestandina şer de bistîne, belkî nikaribe axaftinê jî têde bike. Bi gumana min BDP nikare siyaseteke serbixwe jî bimeşîne, û axaftinê li ser biryarên çarenûsî bike, ew biryar jê mezintirin.
Pkk gelek caran şer ji aliyê xwe ve rawestandiye, ew biryar û kiryar in baş bûn, lê tirkan rojekê jî nexwestine şer rawestînin, dêmek berdewamiya şer di berjewendiya tirkan deye, tirkan rojekê jî nexwestine şer raweste, tirk ji dû wî şerê ku qaşo şerê li dijî terorîstan e, gelek qezenciyan ji Europa û Emerîka digre, dêmek şerê çekdarî nema di berjewendiya pkk deye, wek ku di berjewendiya tirkan deye. Her du alî jî tim li xesaretê ne, eger lîsk in veşartî tune bin dê her du alî nikaribin pişta hev deynin. Û dawiya dawî dê şer bi diyalogê bi dawî bibe.
Pkk dibêje ew ji bo azadiya miletê kurd û rêzgarkirina Kurdistanê şer dike, başûr jî Kurdistan e, lê xuyaye PKK û PJAK berjewendiyên Herêma Kurdistanê li ber çavan nagrin, dêmek li dijî berjewendiyên Herêma Kurdistanê digerin. Her kes dizane ku Tirkiye nikare Qendîlê tune bike, tenê dixwazin îradeya hikûmeta Kurdistanê qels û lawaz bike, an jî dixwaze Pkk û hikûmeta Kurdistanê şerê hev bikin. Ji bo vê xalê ji Pkk tê xwestin ku agahdar be û kurdên başûr neke dijmin ji xwe re.
Pirsgirêka Pkk ew e ku li dengên din guhdarî nake, tim wek xwe dike, eger şaş be jî wek xwe dike, taku mirov gelek caran guman dike ku Pkk bê lêkolîn û li dij berjewendiyên kurdan tevgerê dike. Wek mana li Sûriyeyê û Qendîlê.
Heşt hezar kes ji rojavayê Kurdistanê ji bo  rêzgarkirin û serxwebûna Kurdistanê hatin kuştin û ne ji bo mafê ziman, xweseriya demuqratîk û azadiya Ocalan. Bi gumana min mirov dikare mafê ziman bi şêweyên aştiyane jî bistîne, wek ku BDP rojane ji bo ziman diqîre û dikare ji hindurê parleman û ji zexta Europa û Emerîka bistîne. Bi gumana min dê Tirk ji bo berjewendiyên xwe rojekê ji rojan Ocalan serbest û azad bikin, belkî ew roj ne dûr e, wek ku Ehmed Turk jî anîbû ziman.
Rêjîma Ben Elî li Tûnisê, ya Husnî Mubarek li Misrê bi şêweyên aştiyane rûxiyan.
Eger kurdên bakur wek miletên Tûnis, Misir, Lîbya, Sûriye û Yemenê bikin, dê bêtir dost û hevalan li dor xwe bibînin, dê ji her rojê bêtir kurdan li dor xwe bibîne, hemû kurdan, û dê encam û berhemên baş biçine.
BDP dikare şer bi şêweyê aştiyane di parlementoyê de bike, Europa dê li pişt be. Her wisa kurd dikarin bi şêweyê aştiyane dakevin kolanan, wê wextê dê dunya hemû li pişt wan be. Şerê çekdarî sî salî berdewam kir, her du aliyan ji têkçûn û xesaretê tiştek din bi dest nexistin, êdî dem dema şerê aştiyane ye.
Eger kurd bi melyonan ji Istanbolê ta bi Nisêbînê bi berdewamî û bi sêngên tazî dakevin kolanan dê bêtir bala dunyayê bikşînin, dê bêtir mafan bistînin, wek çilo miletên buhara ereb rêjîman dirûxînin û azadiyê tînin.
Li Misirê, Tûnis, Lîbya, Sûriye û li Yemenê milet bi aştiyane daketin kolanan, li hinan bi ser ketin û li hin ên din jî dê bi ser bikevin, rêjîman jî kuştin kirin, tirba xwe kolan, çimkî dunya tim bi miletan re ye, serok û rêjîm diçin lê milet dimînin û bi ser dikevin. Her wisa li Tirkiyê jî dikare wisa bibe.
Parlamenterê BDPê yê Şirnexê Hasip Kaplan, dibêje: ‘‘Ev bû sê roj e em li Xabûrê ne. Gel şer naxwaze. Dema ku dayîkek destê fermandarekî digre û pê re bi kurdî diaxife, ev yek li ser herkesî tesîr dike. Bila leşker jî xort jî jîyana xwe wenda nekin. Ev bû 30 sal e em êşê dikşînin…‘‘(http://www.rizgari.com/modules.php?name=News&file=article&sid=31211#bg ).
Li dawî, bi gumana min dema şerê çekdarî qediya, gel şer naxwaze, ji tecrubeyên Tûnis, Misir, Yemen, Lîbya û Sûriyê xuyaye ku mirov bi şerê aştiyane jî dikare mafan bistîne. Tirk naxwazin kurd şerê aştiyane bikin, ew gelekî jê ditirsin, lê belê tim li serê çiyan bin. Eger hat û kurdan şerê aştiyane meşandin dê derew û hovîtiya tirkan ji tevaya dunyayê re eşkere bibe.
30/08/2011
www.qadoserin.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…